'Cejna berxwedanê, roja serketina gelê Kurd e'
Endama Dîwana Edaletê Ya KCK’ê Evîn Şirnex cejna vejînê 15’ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî gelê Kurd û şervanên azadiyê pîroz kir û nirxandinên girîng kir.
Endama Dîwana Edaletê Ya KCK’ê Evîn Şirnex cejna vejînê 15’ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî gelê Kurd û şervanên azadiyê pîroz kir û nirxandinên girîng kir.
Endama Dîwana Edaletê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Evîn Şirnex bal kişand ser girîngiya roja 15’ê Tebaxê û dîroka gelê Kurd û got; "Di dîroka her neteweyan de rojên taybet û pîroz hene. Dîsa her netewe lehengên xwe hene. Ev diyarde rastiyeke dîrok û serdema me ye ku nayê paşguhkirin; li pêşberî vê diyardeyê gelê Kurdistanê ku gelê herî kevne di serdema me de hatiye jibîrkirin û welatê me Kurdistan di kîjan rewşê de ye? Berî her tiştî divê li Kurdistanê dîroka binketin û serketinê baş were fêmkirin ku pêwîstî û pêdivî were bi cihanîn. Lehengî çiye û divê çawa were fêmkirin?"
'15'Ê TEBAXÊ PÊNGAVA JÎN Û VEJÎNÊ YE'
Şirnex işaret bi wate û girîngiya 15’ê Tebaxê kir û wiha dewam kir; "Miroveke di qomayê de, nikare bi axive, bibihîze, bibîne û nikare bixwe û vexwe. Bijîşk mudexeleyên tibî pêkanîne. Ji bo nexweş ji qomayê derkeve li benda mucîzeyê ye. Encex mucîzeyek mirovê di qomayê de vegerîne jiyanê. Di rastiyê de berî 15’ê Tebax a 1984’an, rastiya Gelê Kurd, mirovê di qomayê de îfade dike ku li benda mucîzeyê ye. Pengava 15’ê Tebaxê ji bo jîna Gelê Kurd tê wateya îksîra jiyanê. Ji ber vê sedemê, divê mirov zanibe ku bi şiklekî rast û wêrek li rastiyên heyî binêre û bi awayek hişk serde biçe. Taybetmendiyê ku dagirkeran bi xapandinê afirandî û nepixandî, ji xwe rev, berjewendîparêz, takekes, înkarker û her weke din, weke di her mijarê de dîrok û rastiya Gelê Kurd jî berovajî kiribûn. Weke Rêberê me jî dibêje: 'Ti tişt ji xwe xapandinê xetertir nîne' Bi taybetî ji bo Gelê Kurd navê mirinê bi xwe ye, xwe xapandin. Her çendî gelê Kurd jî ji mirovahiyê beşek be jî di serdema me de ti eleqeya xwe tinebû, hêza xwe ya fikrî, aborî, civakî û çandî wendakiribû. Nexşerêya jiyanê ser û bin bibû. Bi navê din hatibû qirkirin û ber bi tinebûnê ve diçû. Ji ber vê yekê pengava 15’ê Tebaxê bi navê din pengava jîn û vejînê ye. Li Kurdistanê dîrok ji ber gelek sedemên cur bi cur, serberjêr çûbe jî, pengava 15’ê Tebaxê bû bendek ji pola û pêşiya şerberjêr çûnê girt. Mejiyên înkarker û teslîmkarî esas di girtin dîtîn ku rastiya gelê kevnare li ser koka xwe, xwe dafirîne û ji bo azadiya xwe ji dilên bêrehm re bersiva tê xwestin yê bidin."
FAŞÎZM Û QIRKIRIN DERKETINE ASTA HERÎ BILIND
Şirnex da zanîn ku rastiya îro li Komara Tirkiyê rû dide ji pengava 15’ê Tebaxê qut nayê destgirtin û wiha berdawamî da axaftina xwe; "Ne çareserkirina pirsgirêka Kurd, polîtîka îmha û înkara, Komara Tirkiyê anî ber bi hilweşînê. Artêşa ku di cîhanê de di rêza heştemîn de cih digire kete rewşeke jar û perîşan. Dîroka ku her tim ji bo Kurdan dubare dibû, di roja me ya îro de ji bo dewleta faşîst a ku îmha û înkara Kurdan weke qajik diçutin û dubare dikirin pêk tê. Mirov dikare bêje rewşa niha li Komara Tirkiye tê jiyîn weke rewşa Osmaniyan e. Di taymendiyên Osmaniyan de ruhê fetîhê li pêş bû. Talan û fetîh weke nexweşiya penceşêrê ruhê Osmaniyan dorpêçkiribû. Krîz, kaos ne razîbûna gelan di nava împeratoriyê de ji nedîtin ve hatin dawî li Împeratoriya Osmaniyan anî. Heman tişt di roja me de ji desthilatiya Erdoxan û AKP rê derbasdar e. Di rihê Osmaniyan de fetîh li pêş debû. Di ruhê Erdogan û AKP de faşîzm û qirkirin derketine asta herî bilindye. Her du kirin ango taybetmedî jî heman nexweşiyê penceşêrê îfade dike!"
'KOMARA TIRKIYEYÊ YA FAŞÎST HIŞWENAD'
Şirnex got "hêza ku îro li ser serê gelê me kirine bela, bi alîkariya dewletên hegemonîk ji ruhê Roma û Neron dûr nîne" û wiha pê de çû; "Roma Cizîra Botan, Nêron Erdoganê sed salên bîst û yekê îfade dike. Îro seranserê welatê me bi zindana hatiyê dorpêçkirin û hema bêjê nefes girtina mirovan dibe sersebebê lêpirsîn û dîlgirtin ê. Generalên faşîst ku taybetmendiyên despotîk û faşist weke çand li xwe de diparastan, bi serî û guh jêkirinê re rû bi rû man. Genaralên ku hemû rêbazên serdema navîn li ser gelê me pêkdianîn niha bi heman rêbazan re rû bi rû dimînin. Ev rewş eşekere ye ku ji tekoşîna me qut nayê destgirtin. Tekoşîna Tevgera Azadiyê, Komara Tirkiye a faşist anî ber bi hilweşînê. Komara Tirkiyê kete rêyeke bê veger û carekê din, weke berê nikare bijî. Nakokî, bê bawerî, nerazîbûn yê di rojên pêş de hîn zêdetir bibe û pêşiya serberjêr çûnê kesek nikare bendan avabike.”
'EM BANGA RÊBER APO RAST FÊHM BIKIN'
Şirnex di dawiya axaftina xwe de dest nîşan kir ku 15’ê Tebaxê roja berxwedan û vejînê ye; "Divê em weke gel û Tevgera Azadiyê firsendeke dîrokî ketiye destên me, bi ruh û hunera 15’ê Tebaxê ya ku di bin fermandariya hevrê Egîd ango Mehsûm Korkmaz da pêkhatî em bibin serketinê. Lewma di serî de jin, ciwan û hemû pêkhate bi yek deng û yek dil divê hêza xwe kombikin û bi erkê demê re rabin. Weke Rêberê me jî dibêje 'Soza me daye Şehîdan meşa di rêya Partiyê de ye, Meşa di rêya serketinê de ye'. Tişta ji me tê xwestin; em banga Rêber APO baş bixwînin û rast fêhm bikin. Bê serketin û bê azadî em ji xwe re ti jiyanê napejirînin. Bangawaziya me jî ev e; Piraniya gelên li heremê dijîn, Kurd, Suryanî, Ermen, Tirk, Tirkmen, Laz, Asûrî, Keldanî, Ereb, Fars û hemû gel û kesên ku xwe pêşverû dihesibînin li hember tehdîda qirkirinê di bin sîwana berxwedanê ya tevgera Kurd de li hember dijminê mirovahiyê û gelan bi yek dengî bersiv bidin û erkê mirovahiyê pêk bînin. Da ku em bikarin firsenda dîrokî vegerînin biratî û wekheviya gelan û ruhê şehîdên azadiyê şad bikin."