Ceger: Em ê li benda kesî nemînin ku ji me re tiştekî bikin

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Zelal Ceger destnîşan kir, ku şerê îro diqewime şerê Efrîn, Ezaz, Şehba, Şêx Meqsûd an jî şerê Sûr û Cizîrê nîne, şerê navbera du nêrîn, felsefe û bîrdoziyê ye.

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Zelal Ceger destnîşan kir, ku şerê îro diqewime şerê Efrîn, Ezaz, Şehba, Şêx Meqsûd an jî şerê Sûr û Cizîrê nîne, şerê navbera du nêrîn, felsefe û bîrdoziyê ye.

Ceger rewşa dawî ya li herêmên Efrîn, Ezaz, Şehba û taxa Şêx Meqsûd ji ANF'ê re nirxand.

Ceger di destpêka axaftina xwe de berxwedana li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Gever û tevahiya Bakurê Kurdistanê silav kir û gelê li Şêx Meqsûd, Efrîn, Cizîr, Şengal û herêmên din bi rengekî dîrokî li ber xwe dide pîroz kir.

Ceger bal kişand ser gavên dîrokî û girîng ên di nava 6 salên şoreşa Rojava de hatin avêtin û destnîşan kir, ku ev yek berheman felsefe û bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

ŞERÊ NAVBERA DU NÊRÎN Û BÎRDOZIYAN

Ceger işaret bi plan û polîtîkayên kirêt ên ji bo tinekirina şoreşa Rojava jî kir û got, "Xuya ye ev planên kirêt wê roj bi roj zêde bibin. Ya rast, ev yek tirsa dewletên mêtînger radixe pêş çavan. Dewletên mêtînger ji projeya neteweya demokratîk û demokrasiyê ditirsin.

Şerê îro diqewime şerê Efrîn, Ezaz, Şehba, Şêx Meqsûd an jî şerê Sûr û Cizîrê nîne, şerê navbera du nêrîn, felsefe û bîrdoziyê ye. Hêzên serwer dixwazin modernîteya kapîtalîst serdestb ikin, gelên bindest jî dixwazin felsefeya neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kiriye, serdest bikin.

Erebîstana Siûdî, Qatar, Tirkiye, DYA, Ewropa û hemû dewletên mêtînger naxwazin felsefeya neteweya demokratîk bi pêş de biçe û jîndar bibe. Ji ber ku ev yek tê wateya qedandina wan. Lewma ji bo bicihnehatina projeya neteweya demokratîk çi ji destê wan tê dikin. Mîna ku Rêberê Gelê Kurd dibêje; 'Demokrasî çiqasî xurt bibe, hêza dewletê jî ewqasî kêm dibe'. Ev rastî xwe bêhtir dide der.

'VEBÛNA KORÎDORA EFRÎN-KOBANÊ WÊ PLANÊN DEWLETA TIRK ÊN OSMANÎ HEMÛYAN PÛÇ BIKE'

Şerê îro li Rojava û gelemperiya Sûriyeyê diqewime şerê gelan nîne, şerê dewletên mêtînger in ku li Rojhilata Navîn dane dû hêz û desthilatdariyê. Îro li Sûriyeyê DYA, Rûsya, Îran, Erebîstana Siûdî, Qatar û Tirkiye şer dikin. Ev hêz dixwazin mêtîngerî û desthilatdariya xwe li vê herêmê mayînde bikin."

Zelal Ceger da xuyakirin, ku şoreşa Rojava û têkoşîna mafdar a gelê Rojava her carê van planan pûç dike, lewma ev hêzên mêtînger planên nû û girantir dikin. Ceger got, "Dewleta Tirk li ser herêmê planên qirêj dimeşîne. Ji ber ku dewleta Tirk naxwaze katnonên Efrîn û Kobanê bigihêjin hev.

Dewleta Tirk dibîne, eger di navbera Efrîn û Kobanê de korîdoreke gengaz bê vekirin, wê hemû polîtîkayên wê yên Osmanî û planên kirêt ên li ser bingeha dijminatiya li Kurdan dimeşîne pûç bibin.

'DI ŞEXSÊ ŞÊX MEQSÛD DE DIXWAZIN VÎNA GELÊ KURD TESLÎM BIGIRIN'

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Zelal Ceger da xuyakirin, ku ev 6 sal in li taxa Şêx Meqsûd berxwedaneke dîrokî tê meşandin û got, "Tevî ambargo, dorpêçî û êrîşan jî gelê me bi ti awayî ji biryardarî, cesaret û berxwedana xwe venegeriya. Jin, ciwan, extiyar, ji 7 heta 70 salî gelê me di bin sîwanê YPG/YPJ, Ceyş El Siwar û hêzên QSD'ê de li hemberî êrîşên rejîmê, li hemberî çeteyên DAIŞ û Koalîsyona Sûriyeyê têkoşîneke bêhempa meşand."

Ceger diyar kir, taxa Şêx Meqsûd her çend ji aliyê erdnîgarî ve biçûk û teng jî be li cihekî bilind e û got, "Şêx Meqsûd xala diyarker a şerê Heleb û Sûriyeyê ye. Ji ber vê girîngî û rewşa xwe ya stratejîk di şexsê taxa Şêx Meqsûd de dixwazin vîna gelê Kurd teslîm bigirin û statuya ku yek ji destketiyên dîrokî ye, ji hev belav bike."

'BI AVAKIRINA HERÊMA TAMPON VE DEWLETA TIRK DIXWAZE REWŞA CIVAKÎ, ÇANDÎ Û SIYASÎ YA HERÊMÊ BIGUHERÎNE'

Ceger da zanîn, aramnca êrîşên li xeta Efrîn-Ezaz-Şehbayê, pêşîgirtina li xwegihandina hev a kantonên Efrîn û Kobanê ye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Dewleta Tirk bi destê çeteyên koalîsyona Sûriyeyê, ku ji aliyê leşkerî û lojîstîkê ve destekê dide, dixwaze pêşî li pêngava gengaz a hêzên QSD'ê ya vekirina xeta Efrîn-Kobanê bigire. 

Di heman demê de bi gef, şantaj û pêngavên dîplomatîk ve dixwaze pêşî li pêngava Minbicê bigire. Yanî dewleta Tirk hewl dide pêngavên gengaz ên QSD'ê asteng bike û li DAIŞ'ê li Cerablûsê, çeteyên koalîsyona Sûriyeyê jî li herêma Ezaz-Efrîn-Şehbayê biparêze. Eger armanc ne ev bûya, wê serî li planên bi vî rengî nedabûya û li pêşiya pêngavên gengaz ên QSD'ê nebûya asteng.

Dewleta Tirk hînê jî dixwaze li herêmê cihekî tampon çêbike. Dixwaze bikeve nava xaka Rojava û Sûriyeyê û li qadeke ji 10 heta 20 km'yî ji Cerablûs heta Ezazê herêma tampon ava bike û bi vî rengî bi rewşa civakî, siyasî û çandî ya herêmê bilîze. Bi vî rengî dixwaze herêmê dagir bike."

'GELÊ ME GELEKÎ VÎNA XWE BÊ ŞIKANDIN NÎNE'

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Zelal Ceger destnîşan kir, ku hêzên YPG/YPJ'ê li dijî her şêwe êrîşên çeteyan û dewleta Tirk berxwedaneke bi lehengî nîşan dane û ev êrîş pûç kirine. 

Ceger diyar kir, çeteyên koalîsyona Sûriyeyê li qadên weke Til Rifat, Eyn Deqne, Minix û Bîradê hatin şikandin û got, "Her kes baş pê dizane, ev gel rastiya dijmin baş nas dike. Di heman demê de rastiya xwe jî baş nas dike. Û gelê me dizane ku bi van êrîşan nayê tirsandin. Gelê me gelekî vîna xwe bê şikandin, teslîm bê girtin nîne."

'GIHAŞDINA HEV A HER SÊ KANTONAN WÊ JI BO TEVAHIYA GELÊN SÛRIYEYÊ SERKETINEKE MEZIN BE'

Ceger da zanîn, ku li herêmê her roj şerekî dijwar diqewime û got, "Ev herêm ji bo me gelekî girîng e. Eger em herêma Şehba ji çeteyên DAIŞ'ê û çeteyên koalîsyona Sûriyeyê paqij bikin, hingî wê her sê kanton bigihêjin hev. Bêguman gihaştina hev a her sê kantonan ji bo gelê Kurd wê bibe serketineke gelekî mezin û girîng. Ne tenê ji bo gelê Kurd wê ji bo tevahiya gelên Sûriyeyê bibe serketineke mezin û watedar."

FEDERASYONA DEMOKRATÎK Û GIRÎNGIYA HERÊMA ŞEHBA

Zelal Ceger der barê rûniştandin û xurtkirina Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê de got, "Di rewşa heyî de ji bo Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê jîndar bibe, pêwîstî bi yekbûna siyasî û erdnîgarî heye. Ev jî tê wateya paqijkirina Ezaz-Cerablûs û Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê û koalîsyona Sûriyeyê. Bi Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê ve tê xwestin, bersiv ji daxwazên demokrasî, edalet û azadiyê yên gelên Sûriyeyê re bê dayîn. Armanc demokratîkkirina Sûriyeyê ye."

'EM Ê LI BENDA KESÎ NEMÎNIN, KU JI ME RE TIŞTEKÎ BIKIN'

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Zelal Ceger herî dawî ev xal destnîşan kir:

"Bila her kes baş bi vê zanibe; em ê têkoşîn û berxwedana xwe ya azadiyê mezintir bikin. Em ê li benda kesî nemînin ku ji em re tiştekî bikin. Bi bendewariyan ve em nikarin dest û milên xwe girê bidin. Em dixwazin ji her kesî re vê bêjin; yên dixwazin rûmeta mirovahiyê biparêzin, yên dixwazin mafên mirovan biparêzin divê li cem me cih bigirin."