BI DÎMEN

Çavkaniya krîza li Iraqê nakokiyên navbera Şîa ye

Hiqûqnas Abdurrahman Xelîfe diyar kir, çavkaniya krîza hikûmeta Iraqê xitimandiye nakokiyên navbera Şîa ye û destnîşan kir, di rewşa heyî de Şîa şerê desthilatdariyê dimeşîne.

Hiqûqnas û serokê berê yê Komîsyona Hlibijartinê ya Navneteweyî ya Iraqê Abdûrrahman Xelîfe diyar kir, çavkaniya krîza hikûmeta Iraqê xitimandiye nakokiyên navbera Şîa ye û destnîşan kir, di rewşa heyî de Şîa şerê desthilatdariyê dimeşîne.

Xelîfe krîza li Iraqê, têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û operasyona Mûsilê ji ANF'ê re nirxand.

Xelîfe da xuyakirin, krîzên bi vî rengî surprîz nînin û got, "Li Iraqê krîzên bi vî rengî timî hebûn. Ji bo fêmkirina vê, divê mirov bi serdemên damezrandina komarê zanibin. Îngilîzan di sala 1921'ê de dema dewleta Iraqê ava kirin, sê rêxistinbûyînên cuda yên Sûnî, Şîa û Kurd kirin yek û dewletek ava kirin. Eger di binê sîwanê de ev pêkhate karîbûna xwe bi awayekî azad vebigota, wê dewleta Iraqê hîn bêhtir bi pêş de biçûya û nearamiya heyî rû neda. Lê belê ji bo vê jî, pêwîstî bi cewhereke demokratîk a komarê hebû. Lê mixabin ev tine bû. Dewleta wê çaxê ava bû, ji her alî ve Kurd înkar kir. Lewma ji peymana Lozanê hat roja îro, di navbera van her sê pêkhateyan de agahî nîne."

ŞERÊ NÊZÎKATIYÊN ETNÎKÎ Û MEZHEBÎ YÊ LI NAVA ŞÎA

Xelîfe têkildarî pirsgirêkên navbera Şîa da zanîn, ku li Iraqê Şîa bi du koman tevdigerin û ev nirxandin kir: "Yek ji van koman xwe bi pêşengiya Sadr bi rêxistin kiriye. Ev kom hem mezheba Şîa hem jî nasnameya xwe ya Ereb derdixîne pêş. Nasnameyên etnîkî û mezhebî di heman astê de derdixîne peş. Koma duyemîn jî di bin serdestiya Îranê de tevdigere. Îran kîjan fetwayê bide, li gorî wê fetwayê tevdigere. Ji vê hêzê re Farsî jî tê gotin û li gorî vê komê divê bi tenê mezheb bê parastin. Yanî, li şûna hîsiyeta etnîkî, hîsiyata mezhebî esas e. Ev cudahiya nêrîna îdeolojîk, dibe sedema cihêbûna Şîa ji hev û pirsgirêkên roja îro dafirîne. Tevî van, bêguman nêzîkatiyên partîzanî jî hene. Ev yek jî dibe sedema rûdana şerê berjewendiyan.

Weke ku tê zanîn, berê di navbera Tûgayên Malîkî û Bedir de di dema hilbijaritnê de şer derketibû. Bi dehan kes hatibûn kuştin. Çawa ku di nava civaka Kurd de îro partiyên siyasî nikarin bibin yek û di herikîna dîrokê de gelek caran li hev xistin, rewşa nava partiyên Şîa jî bi heman rengî ye. Dema mirov şerê navxweyî yê Kurdan lêkolîn û fêm bikin, mirov dikare rewşa Şîa jî fêm bikin. Bi tenê cudahiyek heye; di nava Kurdan de ji bilî nakokiyên mezhebî, şerê ji bo desthilatdariyê rû da."

'HÊZA EBADÎ TÊRA ÇARESERKIRINA KRÎZÊ NAKE'

Hiqûqnas Abdûrrahman Xelîfe ragihand, Serokwezîr Haydar Ebadî tevî ku xwedî hemû hêzên li Iraqê ye jî, nikare bi çekê û hêzê krîzên siyasî çareser bike. Xelîfe wiha pê de çû: "Hêza Ebadî têrê nake bi tena serê xwe van pirsgirêkan çareser bike. Li pişt perdeyê hêzên ku ji rewşê ne razî ne hene. Ev hêz, bi rêya dûvikên xwe yên li nava siyaseta Iraqê, vê siyasetê bi rê ve dibin. Weke ku tê zanîn, demokrasî xwedî hin pîvanan e. Mînak; li Parlamenta Iraqê desthilatdariya Şîa di kîjan astê de ye? Çiqas kursiyên wan hene? Mafê hindikayiyan çiqas e? Mafê gelê Kurd jê re tê dayîn? Bêguman ev mijarên girîngi in. Heta ku ev bicih neyên anîn, nepêkan e li Iraqê demokrasî û yekîtî pêk werin."

Xelîfe işaret bi nîqaşên li ser avakirina hikûmeteke teknokrat kir û got, "Li gorî min, hkûmeta teknokrat dikare bibe xwedî fonksiyoneke girîng. Bi dîtina min, Ebadî di vê mijarê de hewl dide çareseriyeke aqilane bafirîne."

'BERDÊLA VÊ KRÎZÊ WÊ DI DEMA PÊŞ DE GELEKÎ GIRAN BE'

Abdûrrahman Xelîfe diyar kir, hebûna van krîzan li pêşiya têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê ne asteng in û got, "Di dema van krîzan de artêşa ıraqê bajarên mezin ên weke Enbar û Tîkrît ji destê çeteyên DAIŞ'ê derxistibû. Operasyona Fellûceyê hînê dewam dike. Wekî din, hêzên Kurd hema hema temamiya xaka Kurdistanê ya çeteyên DAIŞ'ê dagir kiribûn, rizgar kirin. Bêguman eger ev pirsgirêk nebûna, yekîtî û hevgirtin hebûya, wê li van eniyan derbên mezintir li DAIŞ'ê bihata xistin. Lê dîsa jî têkoşîna heta roja îro hatiye dayîn neserketî nîne. Lê dema mirov ji bo dema dirêj bifikirin, tê dîtin ku ev krîz wê berdêleke giran derxîne pêşiya Iraqê."

OPERASYONA MÛSILÊ Û ŞERÊ BERJEWENDIYAN Ê HÊZÊN HERÊMÎ

Li ser operasyona Mûsilê jî Xelîfe da zanîn, ev operasyon mijareke ku sînorên Iraqê derbas kiriye. Xelîfe got, "Têkildarî siberoja Mûsilê, hêzên herêmî dixwazin li gorî bejewendiyên xwe rewşek nû ava bibe. Bi taybetî Tirkiye, hînê Mûsilê weke wîlayeta xwe dibîne. Hê dest ji Mûsilê bernedaye. Lewma pêşî li operasyonê digire. Mixabin hin eşîrên Sûnî û hin partiyên Kurd jî destekê didin vê siyaseta Tirkiyeyê. Ji van hêzan heye, ku dewleta Tirk wê rojekê Mûsilê ji Iraqê bistîne û bide wan.

Li aliyê din, ji ber ku Kurd ne yek in, li gorî stratejiyeke hevpar tevnagerin, nikarin bibin eniyeke xurt. Eger hêzên Kurd bibin yek, gerîla û pêşmerge bi hev re tevlî operasyona Mûsilê bibin, em ê karibin hin hêzên beriya niha ji Kurdan hatibûn standin, li Kurdistanê vegerînin. Ji sedî 40 ê nifûsa Mûsilê Kurd in. Ji bo berfirehkirina destketiyên Kurdan, firsendeke mezin heye. Astengiyeke din jî nakokiya navbera milîsên Sûnî û Şîa ye. Ji ber van hemû faktoran operasyona Mûsilê nikare bi rê ve biçe. Ji ber ku her kes dixwaze encameke bi kêrî berjewendiyên wan bê, bi dest bixînin."

...