Cansiz: Hakî Karer mînaka biratiya gelên Kurd û Tirk e

Cansiz: Hakî Karer mînaka biratiya gelên Kurd û Tirk e

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem a Mexmûrê bi tevlîbûna sedan kesan Şoreşgerê mezin Hakî Karer hat bîranîn. Di merasîmê de Rêhevala Hakî Karer di heman demê de siyatsetmedara kurd Sakîne Cansiz axaftinek kir û got: “ Hakî Karer rêhavelê Denîzan bû, ew rûhê Rêber Apo yê veşartî bû. Ew serê xwe dan lê sir nedan. Ew navê çanda berxwedanê bû.”

Li Saziya Malbata Şehîdan bi tevlîbûna sedan şêniyên Wargeha Ş. Rustem şehîdên gulanê di şexsê Hakî Karer de hatin bîranîn. Di bîranînê de Rehevala Hakî Karer di heman demê de siyasetmedara kurd Sakîne Cansız axaftinek kir û hemû şehîdên gulanê di şexsê yek ji pêşengêb PKK’ê Hakî Karer de bîr anî.

Cansız wiha axifî: “Şoreşgertiya sala 1970’ê ne şoreşgeriyek wisa hesan bû. Rêberê me bi şoreşgerên mezin Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan, Huseyîn Înan, Îbrahîm Kaypakaya û ên wek wan re hevaltî kir. Di vê hevaltiyê de tifaqa gelan hebû, doza hev du nas kirin, felsefeya hev du nas kirin û bi felsefeya sosyalîzîm yekîtiya ruhî ava kirin. Wateya vê gelek giranbiha ye. Wateya vê yekîtiya gelan e. Ji bo şoreşa sosyalîzmê di cîhanê de bi hezaran şoreşger ked dan. Li gelek deran de şoreş pêk anîn. Hin deran nêzî sed salan şoreş berdewam kir. Coş û kelecana şoreşan di asta jor de bûn. Tifaqa gelan hebû li dijî faşîzmê. Li dijî van faşîstan tifaqa gelan pir girîng bû. Li ser vê tîfaqê felsefa sosyalîzmê, felsefeya azadî û felsefeya demokratîkbûyîna rast çavkaniya xwe di sala 19870’ê de girt. Dostaniya biratiya gelan jî bingeha xwe di wê salê de girt. Ev şoreş her ku çû mezin bû û bi pêşengiya Denîz Gezmîşan de berfireh bû.”

“RÊBER APO BI TÊKOŞÎNÊ BERSIVA GOTINA DENÎZ GEZMÎŞ ‘BIJÎ BIRATIYA GELÊ KURD Û TIRK’ DA”

Cansız şert û mercên wê demê bi bîr xist û got: “Şoreşa me di wê demê di şexsê Rêber Apo de komek biçûk bû. Wê demê tişteke wisa tu binirxînî û bêjî ez ê xwe li ser vê rêxistin bikim û ava bikim jî tune bû. Ne netewbûna me, ne rêxistina me, ne jî partiyek me hebû. Kes nikaribû behsa kurdîtiyê jî bike. Şoreşgerê mezin Denîz Gezmîş beriya ku bê darvekirin vê dibêje; “ Bijî biratiya gelê kurd û tirk”. Ev gotin ji bo me girîng bû û ev gotin li wir nema. Ev gotin bandorek mezin kir. Rêber Apo bi têkoşînê bersiva vê gotina Denîz Gezmîş da. Bi pratîka xwe şoreşgerê mezin bîr anî. Tevgera me şopdarê doza van şoreşgerên qehreman e.”

Cansız bal kişand ser roja darvekirina Denîz Gezmîşan û di heman rojê de komloya ku di sala 1996’an di 6 gulanê de li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû pêk anîn jî û wiha domand: “ Dijminê faşîst nedixwest biratiya gelê kurd û tirk pêş bikeve. Rêberê me bi perwerdê kadroyên şoreşger ava dikir. Ew jî nedixwestin şopdarên Denîzan, Hakiyan ava bibin. Nedixwestin kesek dîrokê nas bike, zane bibin, têkoşîna azadiyê bibin û bibin şoreşger. Ji bo wê jî komployek li hemberî Rêber Apo li Suriyeyê li dar xistin. Lê encam negirtin. Xwestin di şexsê Rêber Apo de şopdarên şoreşgerên mezin tune bikin. Di şexsê Rêbertî de azadiya gelan azadiya gelê kurd tune bike. Ji ber xwe ve roja 6’ê gulanê hilnebijartin. Denîzan wê rojê darve kirin û xwestin heman rojê de Rêber Apo jî tune bikin. Dijmin xwest ku heyfa berxwedana şoreşgerên ku serê xwe didin lê sir nadin, ji Rêber Apo bigirin.”

“HAKÎ KARER RUHÊ MÝN Ê VEŞARTÎ YE”

Cansiz li gorî wê demê girîngiya Entebê bi lêv kir, girîngiya xebatên pêşengê PKK’ê Hakî Karer jî wiha anî ziman: “Li Dîlokê pir gel dijîyan. Gelê Kurd, Tirk, Tirmen û hwd. Dijiyan, di heman demê de ciheke ku pişesazî lê pêş ketibû û gelek karker li wir kar dikirin. Di ciheke wisa de xebitîn gelek girîng bû. Ji ber wê çendê Rêber Apo Hakî Karer ji bo xebatê bide meşandin di wir de erkdar kir. Gotin li wir de her tişt bû. Di warê bîrdozî de têkoşîn danîna meşandin û gel bi rêxistin kirin û hişyarkirina gel û zanekirin pir girîng bû. Hakî Karer bi werekbûna xwe dihate nasîn û bi sekna xwe mirov bandor dikir. Gotin û pratîka Wî yek bû. Mîlîtanek, şexsiyetek mînak bû. Ew kedkar, dilnizm, xwediyê hisiyatek mezin erkê xwe hemmêz dikir. Bi keda xwe encam digirt. Tu tiştek wî tune bû tenê ew û baweriya wî hebû. Li Dîlokê tu tişt tune bû, ew di sifirê de dest pê kir. Bi baweriya xwe ya bê hempa gel bi rêxistin kir. Şoreşgertiya wê demê şoreşgertiya bawerî û kedê bû. Bi ked tevger ava kirin, bi ked encam girtin. Gotin û jiyan, gotin û pratîk yek bû. Hakî bi gotin û jiyana xwe gel li dora xwe kom kir. Şoreşgertî bi vê şêwzê jiyanê ava bû.”

Cansiz bal kişand ser rêhaltiya Hakî Karer û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha domand; “ Rêber Apo gelek bi Hakî Karer bawer bû. Ew di heman demê de temsîla gelê Tirk ê berxwedan jî dikir. Ew temsîla têkoşîna Denîz Gezmîşan di nava Tevgera gelê Kurd de dikir. Gotina Denîz Gezmîş a ‘bijî biratiya gelê kurd û tirk’ pratîk dikir. Ev gotin ne ji gotinek wisa ji rêze bû. Giraniya vê gotinê wateya vê gotinê gelek mezin bû û Hakî Karer, Kemal Pîr wateyek cuda bi pratîkên Xwe bi têkoşînên Xwe bi jiyanên Xwe yên şoreşgerî dan. Bersiva vê bi tevlîbûnên xwe yên têkoşîna tevgera kurd re li cem Rêber Apo cih girtinê dan. Ji ber vê çendê dijmin ji wan tirsiya û Hakî Karer şopand. Ji tevgerbûna Wî xof girtin. Dijmin komek ajan rêxistin kir ji bo ku di mejîyê gel tevlihev bike. Weke ku tevgerek Kurdistanî ye dan nîşandan û di bin vê navê de komplo pêş xistin. Ev tegvera ‘Sterka Sor’ Hakî Karer dewet dikin û dibêjin, we re em nîqaş bikin. Hakî Karer li ser bingeha nîqaşkirinê diçe hevdîtinê, lê ew bi komloyek sala 1977’an di 18 gulanê de Hakî Karer şehîd dixin.”

“ŞEHÎDÊ PKK’Ê Ê YEK EM E”

Cansiz wiha dirêjahî da gotinên xwe: “ Ew şehîdê PKK’ê yê yek em bû. Ji bo tevgera azadiya kurd wendahiyek mezin û giran bû. Rêber Apo digot; ‘ew milê min ê rast bû’, ‘ ew ruh ê min bû’. Vê gotinê ji bo Kemal Pîr jî ji bo kar tîne. Rêber Apo bi partibûyînê bersiva şahedeta Hakî Karer da. Bersiva Berxwedana Zindana Amedê jî bi şerê şoreşgerî ya çekdarî da. Ji vê mezintir bersiv nîne.”

Cansiz anî ziman ku yên ku pêşengê PKK’ê Hakî Karer şehîd xistin di heman demê de di 1’ Gulana sala 1977’an de 38 kesî jî kuştine û wiha pê de çû: “Di rojevê de ye û tê nîqaşkirin. 1’gulana sala 1977’an komkujiya ku li Meydana Taksîmê çêbû û 38 kes jiyana xwe ji dest dayîn jî destê çeteyên dewleta tirk ên weke Alaadîn Kapan hebû. Ew ajanê JÎTEM’ê bû.”

“EM HALÎL ÇAVGUN Û SALIH KANDAL JÎ JI BÎR NEKIN”

Cansiz Halîl Çavgun û Salih Kandal jî bi bîr anî û got: “ Di sala 1977-78 de di vê mehê de Halîl Çavgun û Salih Kandal jî hatin şehîdxistin. Em Wan jî bi bîr tînin. Divê ciwanên me dîrokê baş bixwînin û kesayêtên weke Halîl Çavgun û Salih Kandal jî bîr nekin. Ew pêşengên mezin in û têkoşînek bê hempa dan. Ew pêşengên dîroka me ya berxwedanê ne.

“FAŞÎST LI HEMBERÎ MEHMET KARASUNGUR JÎ TÊK ÇÛ”

Cansız Bal kişand li ser şexsiyeta ji pêşêngên PKK’ê Mehmet Karasungur jî û ev anî ziman: “ Mehmet Karasungur demê herî zehmet de kar û xebat dan meşandin. Gel bi rêxistin kir. Ew mamoste bû û derên ku herîz êde faşîst xwe bi rêxistin kiribû, li Çewlîk û Elezîz de xebitî. Û gel bi rêxistin kir. Siyaseta faşîstan vala derxist. Wê demê weke rêxistin em hîn lewaz bûn û me xwe li gorî dihat xwestin hîn bi tanzîm nekiribû. Lê yek kes dikarî hemû gel rake li ser piyan. Gelê wê herêmê di şexsê Mehmet Karasungur de PKK’ê nas kir. Ruhê PKK’ê li wir belav kir. Ew bi tevlîbûna xwe gel bandor kir. Hîn di şerê Hinwan û Sîwerekê de Ew fermandar bû. Şerê wir de Ew pêşng bû. Kemal Pîr jî di nav de bû. Ew li wir de ser ketin. Derbek mezin paşverutiya eşîrtiyê dan. Di wir de hiqûqa Bucak û Sileyman hebû. Gelê me nekarî di wir de nefes bigire, zilmek mezin li ser gelê me dida meşandin. Mehmet Karasungur û Kemal Pîr derb li vê dagirkerî vê feraseta zilmê dan.”

Cansiz diyar kir “ 10 meh in tecrîdeke bê mirovahî li ser Rêberê me didin meşandin. Dixwazin heyfa bi salan, heyfa yekbûna têkoşîna gele Tirk û Kurd ê ku di şexsiyeta Hakî Karer û Kemal Pîr de hatiye avakirin bigirin. Em tu caran destur nakin vê ferasetê. Em hemû jî bi vê hişyariyê nêzik bibin û xwedî Rêber Apo derbikevin. Têkoşîn ji bo me asta di nabe û nabeyê de ye. Em bi têkoşînê biratiya gelê Kurd û Tirk ava bikin. Em bi vê bersiva neyaran bidin.”

Cansiz bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “ Şehîdên gulanê ji bo me ronahiya têkoşînê ne. Em li hemberî wan şehîdên mezin sekna xwe, tevlîbûna xwe, têkoşîna xwe, çalekiyên xwe û welatparêziya xwe ji nû ve berçavan re derbas bikin û bi ruhê meha gulanê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em bi ruhê tevgerbûn û baweriya Hakî Karer tevlî pêvajoyê bibin. PKK heye dê her hebe û li hemberî hemû dagirkeriyê û zilmê têkoşînê bide meşandin. Tu kes nikare PKK’ê tune bike. Demên herî zor û zehmet de, demên ku herî PKK’e lewaz bû nikerîbûn PKK’ê tune bikin û niha tu kes nikare PKK’ê lewaz û tune bike.”