Li Girtîgehên Tirkan, sirgunkirina girtiyên siyasî yên ji girtîgehên li Kurdistanê berdewam dikin. Di dema veguhestina girtiyan de jî girtî li rastî binpêkirinên mafan û muameleyên xirab tên. Li aliyeke jî malbat di warê aborî û psîkolojîk de mexdûr dibin. Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Şaxê Amedê Racî Bîlîcî got; “Bi taybet ez dixwazim bêjim mînak; malbatên ji vir diçin Samsûn Tokat, Rize û bajarên din dibe li rastî tundî, heqaret û êrîşên malbatên din bên. An jî xwe di bin tehdîdan de hîs dikin.
Herî dawî, 29 girtiyên siyasî yên jin ên bi boneya protestokirina êrîşa polîsan a li hemberî mitînga ji aliyê BDP’ê û KCD’ê ve li Amedê hate lidarxistin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku 359 roj in berdewam dike, di girtîgehê de îsyan kirin, hatin sirgunkirn û şandin Girtîgeha Sîncana Enqereyê.
Serokê ÎHD’ya Amedê Racî Bîlîcî ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku rewşa girtîgehên li Tirkiyeyê her ku diçe xirabtir dibin.
KAPASÎTEYA GIRTÎGEHAN BÛ DU QAT
Bîlîcî bal kişand ku ji ber ve pirsgirêkên di girtîgehên li Tirkiyeyê de berdewam dikin û got; “Ji Girtîgeha Amedê heta niha zîhniyeta dewletê ya li hemberî girtîgehan bi tu awayî neguheriye. Bi çavên dijminan li girtîyên li wir dinêrîn û bi vî awayî berdewam dike.” Bîlîcî bal kiaşnd ku ev rewşa di serdema hikûmeta AKP’ê de jî berdewam kir û got; “Di girtîgehan de kapasîte bûye du qat” û destnîşan kir ku di kapasîteya ji bo di navbera 70 û 80 hezar girtiyan de, de nêzî 130 hezar girtî hatine bicihkirin.
Bîlîcî bal kişand ser sirgunkirina girtiyên siyasî û diyar kir ku ev yek bi xwe jî sirguneke û got; “Mînak bi zorê ji bajarên weke Mûş, Colemêrg û Bedlîsê bi zorê tên Amedê. Ji ber ku aliyê wê yê aborî û aliyê tenduristiyê heye. Yên pir nexweş jî hene. Û vê carê jî dê ji vir biçin rojava serdana zarok, xwîşk û birayên xwe, ev yek pir zor e. Bi taybet ez dixwazim bêjim mînak; malbatên ji vir diçin Samsûn Tokat, Rize û bajarên din dibe li rastî tundî, heqaret û êrîşên malbatên din bên. An jî xwe di bin tehdîdan de hîs dikin.”
Bîlîcî destnîşan kir malbat li van bajaran li rastî bangên weke “Evane PKK’yî ne”, “Malbatên PKK’yiyan in” û bi vî awayî li rastî xeteriyan tên.
Bîlîcî bal kişand ku piştî îsyanên li girtîgehên Êlih û Mêrdînê, hemû girtî hatine sirgunkirin û destnîşan kir ku êdî îsyanên li girtîgehên Tirkiyeyê ne mimkun e. Bîlîcî got; “Ji ber ku tu maf û hiqûqek tune ye. Li hemberî vê mehkûm bedelan didin. An dikevin greva birçîbûnê an jî çalakiyên mîna di Girtîgeha Rihayê de pêk tînin.”
BÎLÎCÎ: GIRTÎGEHA ÎMRALI KILÎDA SEREKE YA PIRSGIRÊKA KURD E
Bîlîcî herî dawî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku salek e hevdîtin bi parêzer û malbata xwe re pêk neaniye û got; “Jixwe Girtîgeha Îmraliyê bi serê xwe yek ji pirsgirêkên herî girîng ên girtîgehên li Tirkiyeyê ye. Îmrali, kilîda sereke ya çareseriya pirsgirêka Kurd e. Îzolasyona ku nêzî salekê ye li wir tê pêkanîn bi xwe îşkînece ye. Ev sucek ê mirovahiyê ye. Hûn ji kesekî hez bikin, hez nekin, divê hûn rêzê nîşanî mafên wî yên sereke bidin. Me gelek caran ev mijar anî rojevê, lê heta niha tu encam nehatiye bidestxistin.
Divê di demek zû de ev tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe. Divê rêya diyalog-muzakereyan vebe û di serî de pirsgirêka Kurd, hemû pirsgirêkên welêt bêne çareserkirin. Hûn qebûl bikin, qebûl nekin jî, gelê Kurd Birêz Ocalan weke muxatab û rêber qebûl kirine. Rastî ev e. Hûn nikarin ji van rastiyan birevin.”