Çalakiyên gerîlayan didomin
Li hemberî êrîşên artêşa Tirk çalakiyên bersivdayînê yên gerîlayên HPG/YJA Star didomin. Di çalakiyan de gelek leşker hatin kuştin.
Li hemberî êrîşên artêşa Tirk çalakiyên bersivdayînê yên gerîlayên HPG/YJA Star didomin. Di çalakiyan de gelek leşker hatin kuştin.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
ŞIRNEX
HPG’ê der barê çalakiyan de ev agahî da:
“Li hemberî Operasyona Şoreşgerî ya li navçeya Elkê ya Şirnexê û derdor destpê kir, artêşa TC hejmarek zêde leşker û wesayîtên zirxî sewqî bajarê Şirnexê û derdor kirin. 26’ê Îlonê danê êvarî artêşa TC li derdora alaya Çemanê operasyonek da destpêkirin. Operasyonê, 27’ê Îlonê saet 06.00’an gundên Setkarê û Gelijêrê jî girt nav xwe û berdewam kir. Li hember leşkerên ku li navbera gundên Setkarê û Gelîjêrê, hêzên gerîlayên me çalakiyek bi bandor li dar xist. Di vê çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de gerîlayê me yê bi navê xwe Çiya, heta guleya xwe ya dawî bi artêşa TC re şer kir û bi qehremanî şehîd ket.
Her wiha, gerîlayên me li hember konvoyek ji Çemanê diçû Elkê jî çalakiyek sabotajê pêk anî. Di vê çalakiyê de pevçûn heta saetên êvarî berdewam kir, artêşa TC jî qada çalakiyê bi balafirên şer, obus û hawanan bomberdûman kir. Detayên pevçûna heta êvarî domkirî piştî agahî bi dest bikevin, wê bên ragihandin.
Ji 27’ê Îlonê danê sibê ve artêşa TC rêya ji navenda bajara Şirnexê diçe Elkê girtiye.
DÊRSIM
Di çarçoveya operasyona artêşa TC li Dêrsimê pêk tîne de, 26’ê Îlonê saet 14.30’an helîkopterên Kobrayê herêma Demîrkapi ya girêdayî navenda Dêrsimê rasterat bomberdûman û gulebaran kir. Her wiha, saet 17.30’an 4 helîkopterên Skorsky li mezrayên Demîrkapi, Dagmezrasi, Çilda, Çewlik Vadîsî, Xeçîkê, gundên Arman, Kalamduzu û derdorên wan leşker danîn. Piştî danîna leşkeran, helîkopterên Kobrayê heta êvarî saet 18.00’an derdora van qadan rasterast bomberdûman kirin. Her wiha, helîkopterên Kobrayê, wesayîtên sivîl ên di rêya Dêrsim-Hozatê de derbas dibûn jî gulebaran kirin.
Li hember hêzên vê operasyonê, hêzên gerîlayên me çalakiya xwe bi kemînan berdewam kirin. Komek di nav de leşkerên pispor jî hebûn, rastî lêdanek bi bandor hatin. Di vê koma ku bû hedefa çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran nehate zelalkirin.
Hêzên gerîlayên me li hember 2 komên operasyonê yên li mintiqa Kalemduzu ya girêdayî navenda Dêrsimê çalakî pêk anîn û herdu kom jî bê bandor kirin. Li vir bi zelalî 2 leşker hatin kuştin, 1 jê berbaz 5 leşker jî birîndar bû. Operasyon, 27’ê Îlonê danê sibê vekişiya, hinek yekîneyên veşartî jî xwe li erazî bi cih kirin.
Li hember van operasyonên li gundan û derdorên wan pêk tên, gelê herêmê bi çalakiyê mertalên zindî ve protesto kir.
Artêşa TC, 12 rojan van qadana wek herêmên qedexekirî îlan kir.
Ev çalakiyên ku hêzên gerîlayên me pêk tînin li hember tecrîda ku li ser Rêber Apo dimeşe û ji bo bîranîna Şehîd Baran Dêrsim û gerîlayên me yên pê re şehîd ketine pêk hat.
COLEMERG
27’ê Îlonê saetên êvarî, artêşa TC li herêma Mergê Zerê ya girêdayî navçeya Gever a Colemergê dest bi operasyonê kir. Artêşa TC di vê operasyonê de xwe li derdora girên Çalareşke, Zevê Sorê û Şehîd Rojhat bi cih kiriye.
Her wiha, 28’ê Îlonê saet 03.00’an 2 helîkopterên Kobrayê herêma Bînbîr a girêdayî Geverê rasterast bomberdûman û gulebaran kirin.
AMED
27’ê Îlonê saet 14.00’an, hêzên gerîlayên me li hember qereqola Hanî Sor a girêdayî navçeya Hênê ya Amedê çalakiyek sûîqestê pêk anîn û leşkerek kuştin.
Ji 13’ê Îlonê û vir ve rêya Çewlik-Amedê di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ye.
MÛŞ
27’ê Îlonê saet 21.45’an, hêzên gerîlayên me li hember wesayîtek ku di ketina navçeya Gimgimê ya Mûşê derbasdibû de çalakiyek sabotajê pêk anîn. Di vê çalakiyê de wesayîtê derbe xwar, hejmara mirî û birîndaran jî nehate zelalkirin.”
AGAHIYÊN NASNAMEYA GERÎLAYÊ JIYANA XWE JI DEST DA
HPG’ê agahiyên nasnameya gerîlayê li Elkê jiyana xwe ji dest da aşkera kir:
Nasnav: Çiya Kahraman
Nav-Paşnav: Bayram Kayar
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dayik-bav: Bege – Sadî
Dîrok û cihê şehadetê: 27’ê Îlona 2015 / Elkê