Çalakiyên gerîlayan bê navber dewam dikin

Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA-Star bê navber dewam dikin, di çalakiyên ku li Colemêrg, Amed û Şirnexê hatin lidarxistin de bi zelalî 5 leşkerer hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiyên gerîlayan ên ku her diçin zêde dibin daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê wiha anî ziman:

COLEMÊRG

“29’ê Tîrmehê saet 18:30’an gêrîlayên me; li hember leşkerên TC a li devera girê Siyaxelat a ku dikeve herêma Kaniya Kaymakam a li devera Şemzînan a Colemrêgê çalakiyekî veşartî pêk anîne. Li vir bi çekên ferdî û navîn çeperek kirine hedef û bi awayekî xurt lêxistine, 4 leşkerên di çeperê de hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê dewleta TC kuştî û birîndarên xwe bi ambûlansan ji herêmê rakirine.

29’ê Tîrmehê saet di navbera 14:00-16:00’an de gerîlayên me li hember leşkerên ku li devera Şapatan û navçeya Şemzînanê dewriye digeriyan çalakiyekî sekvaniyê li dar xistine. Li vir jimara kuştî û birîndarên leşkeran nehatiye zelalkirin.

29’ê Tîrmehê saet di navbera 22:00-22:30’an de li devera Şapatan li hember wesayîtkî zirxî ya bi tîpa Akrep a li herêma Şemzînan a Geverê çalakiyek bi çekên navîn û ferdî hatiye li dar xistin. Di vê çalakiyê de jimara kuştî û birîndaran nehatiye zelalkirin.

30’ê Tîrmehê saet di navbera 05:00-08:30’an de gerîlayên me li hember leşkerên artêşa TC a ku li derdora girên Şehîd Rehîme, Şehîd Zafer û Leylekê yê girêdayî herêma Orema a li navçeya Gever a Colemrêgê çalakiyekî li dar xistine. Di vê çalakiyê de jimara kuştû û birîndaran nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC deverên Girê Sor, Girê Şehîd Rehîme û Girê Şehîd Dîren bi obus û hewana bombe kirin.

29’ê Tîrmehê saet 21:00’an gerîlayên me li hember leşkerên artêşa TC a ku li derdorî Girê Şehîd Hozan ê li herêma Bînbîr a navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyekî veşartî li dar xistine. Ev çalakî vegeriya şer û şer heta 30’ê Tîrmehê saet 06.00’an. Têkildarî detayên çalakiyê wê piştre agahî bi raya giştî re were parvekirin.

AMED

29’ê Tîrmehê saet 10:00’an artêşa TC li derdora gundê Heciya Kurda ya girêdayî navçeya Bismil a Amedê operasyonek daye destpêkirin. Di çarçoveya operasyonê de gerîlayên me li hember 2 wesayîtên kobra yên zirxî di saet 12:15’an de çalakiyekî sabotajê lidar xistine. Wesayîtekî kobra hate îmahkirin û gelek leşker hatin kutştin. Têkildarî vê çalakiyê wê detayên zêde piştre bên parvekirin. Operasyona ku li herêmê hê jî dewam dike.

MÊRDÎN

28’ê Tîrmehê saet 04:00’ê sibehê artêşa Tirk li gundên Bamidê, Atxê, Zivingê, Serêkanî, Quzo, Xerb, Sitilikê û Ûrikê operasyonek dane destpêkirin. Di vê operasyonê de komên kontra bergên gerîla li xwe kirin, 29’ê Tîrmehê jî operasyona ku beşekî wê vekişiyayî lê hê jî yekîneyên wan ên veşartî li herêmê li ser kar in.

ŞIRNEX

28’ê Tîrmehê saet 19:30’an hêzên me li hember leşkerên ku li nîzamiyeya qereqola Mila Gûray a li herêma Cûdî ya Şirnexê çalakiyekî sekvaniyê li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin û leşkerek jî hate birîndarkirin.”