Çalakiyên gerîlayan bê navber dewam dikin
HPG’ê encamên çalakiyên xwe yên li Colemêg, Amed,Xarpêt, Çewik û Sêrtê eşkere kir. HPG’ê diyar kir ku gelek leşker hatine kuştin, 3 hevriyê wan jî jiyana xwe ji dest dane.
HPG’ê encamên çalakiyên xwe yên li Colemêg, Amed,Xarpêt, Çewik û Sêrtê eşkere kir. HPG’ê diyar kir ku gelek leşker hatine kuştin, 3 hevriyê wan jî jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên gerîlayên û şerê ku qewimîne bi raya giştî re parvekirin.
HPG’ê ev agahî parvekirin:
COLEMÊRG
“29’ê Tîrmehê saet 21:00’an gerîlayên me li hember leşkerên ku li derdora girê Şehîd Hozan ê li herêma Bînbîr a girêdayî navçeya Çelê ya Colemrêgê bi cih bûne çalakiyekî veşartî li dar xistin. Ev çalakî vegeriya şer û şer heta 30’ê Tîrmehê saet 06:00’an dewam kir. Di vê çalakiyê de jimara kuştî û birîndarên leşkeran nehate zelalkirin. Di şerê li vir de 3 hevriyên me bi qehremanî şer kirin û gihiştin şehadetê.
29’ê Tîrmehê saet 19:00’an gerîlayên me li hember çeperekî qereqola Girê Çeta a li herêma Oremar a Colemrêgê çalakiyekî bi çekên giran li dar xistin. Ev çeper bi temamî hate îmhakirin; lê jimara kuştî û birîndarên leşkeran nehate zelalakirin.
AMED
30’ê Tîrmehê saet di navbea 19:00-21:00’an de li ser rêya di navbera navçeya Stewrê ya Mêrdîn êû navçeya Bismil a Amedê çalakiya rê kontrolkirinê hat pêk anîn. Di vê çalakiyê de gel di warê pêvajoyê de hatin agahdarkirin; nasname hatin kontrolkirin.
XARPÊT
30’ê Tîrmehê saet di 09:30’an de li gundê Akrek ê girêdayî navçeya pako ya Xarpêt de li hember trenekî barhilgir çalakiyekî sabotajê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de 11 vagon hatin îmhakirin.
ÇEWLIG
30’ê Tîrmehê saet di 11:30’an de gerîlayên YJA-Star li hember leşkerên qereqola Gas ê girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewligê çalakiyekî sekvaniyê li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
SÊRT
30’ê Tîrmehê saet di 12:30’an de gerîlayên me li hember qereqola Rîclek ê girêdayî navçeya Hewlê ya girêdayî Sêrtê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşekrên ku li derdora konteyniran kom bûne hatin hedefkirin û bi awayekî xût hatin lêxisin. Di çalakiya ku bi roketan xurt hate lêxisin de agair di konteyniran de derket. Di vê çalakiyê de jimara kuştî û birîndarên leşkeran nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqola Rîcle, derdora xwe bi hewan, obus, tank û bi çekên giran bombe kirin.
AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN
Nasnameyên 3 gerîlayên ku li Colemêrg jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Diljin Colemerg
Nav û Paşvan: Leyla Dûrmûş
Cihê û Dîroka Jidaryikbûnê: Colemrêg
Navê Dayik-Bav: Hanîfe - Omer
Cih û Diroka Şehadetê: Colemêrg -29 ‘êTîrmeha 2016
***
Nasnav: Hîwa Hewreman
Nav û Paşvan: Îbrahîm Edvey
Cihê û Dîroka Jidaryikbûnê: Hewreman
Navê Dayik-Bav: Amîne - Ahmet
Cih û Diroka Şehadetê: Colemêrg -29’ê Tîrmeha 2016
***
Nasnav: Serhildan Rojava
Nav û Paşvan: Hozan Abdûlazîz Haddû
Cihê û Dîroka Jidaryikbûnê: Dirbesiye
Navê Dayik-Bav: Dûrfen - Abdûlaziz
Cih û Diroka Şehadetê: Colemrêg 29’ê Tîrmeha 2016