Çalakiyên ciwanên Rojava didomin
Ciwanên Kantona Efrînê çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin bê navber di roja 6. de didomînin.
Ciwanên Kantona Efrînê çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin bê navber di roja 6. de didomînin.
Ciwanên Efrînê di çarçoveya çalakiyên ji bo ‘Azadiya Ocalan’ bi sedan wêneyên Ocalan daliqandin û belavokên têkildarî tecrîdê belav kirin.
Pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Kantona Efrînê ve hatibû destpêkirin îro di roja xwe ya 6. de dewam dike.
Çalakiya ku di însiyatîfa ciwanan de bi durişmeya “Însiyatîfa ciwanên şoreşger”, îro 3 hezar belavokên di derbarê tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, hatin belavkirin, her wiha 150 wêneyên Ocalan li bajêr hatin daliqandin.
Di çalakiyê de hat gotin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê çalakiyên wan bidomin. Ciwanan destnîşan kir ku ew rê nadin kiryarên qirêj ên dewleta Tirk. Hete dawiyê wê têkoşîn bikin.