'Çalakiya Şîtaza dewleta Tirk şaşo maşo kir'

Yek ji şervanên HPG’ê Serdem Dilovan Kato, ku di 19'ê Hezîrana 2012'an de cihê xwe di nava 'Çalakiya Şîtaza' de girtîbû, bi wesîleya salvegera çaremîn, ev çalakî ji ANF'ê re nirxand.

Yek ji şervanên HPG’ê Serdem Dilovan Kato, ku di 19'ê Hezîrana 2012'an de cihê xwe di nava 'Çalakiya Şîtaza' de girtîbû, bi wesîleya salvegera çaremîn, ev çalakî ji ANF'ê re vegot.

Serdem Dilovan Kato şert û mercên ku rê da çalakiyek bi vî  rengî vegot: "Dewleta Tirk zext û tecrîdek mezin li ser Serokatî dimeşand û hevdîtin bi temamî hatibûn qût kirin. Êrîşên ser gelê me, komkujiya Roboskî, bombebaranên balafirên şer li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û gerîla hebûn. Dijmin bi van kiryarên xwe ketibû hewayek wisa; êdî kesek tine li hemberî wê serê xwe rake. Dewleta Tirk her roj daxuyanî li ser daxuyaniyê dida û digot; 'Hêza gerîla ya çalakiyê ne maye'. Bi hatina biharê re çalakiya fedayî ya Şehîd Êrîş û Andok a li Kayseriyê di nava dilê dijmin de çêkir; ev çalakî  hem bersiv da dijmin, hem jî ji bo her gerîlayekî Apoyî bû bingehê moralek mezin. Di heman demê  rasterast ji bo hemû gerîlayan weke fermanek bû, ji dijminê hov hesabê van hovitiyan were pirsîn."

Li çiyayê Çarçela û Cîlo heya meha Gulanê jî bi metreyan berf li erdê heye. Tevî van şert û mercên giran jî amadekariyên çalakiyê hatin kirin. Dilovan Kato amadekariyên çalakiyê wiha anî ziman: "Ev êrîş û kiryarên dewletê hişt ku her gerîlayek di zivistanê de bi awayek baş lêhûrbûnek bikin. Bi van lêhûrbûnan gerîlayan dest bi amadekariyan kirin. Gerîlayan bi şev û roj bê navber bi pişta xwe cebilxane kişandin, mewzî çêkirin, bi rojan heval bê xew man, birçî man, hema hema hemû heval ji ber kişandina cebilxaneyê pişta wan bû birîn. Hemû hevalan bi awayek seferberî ketin nava tevgerê. Di nava berfê de ev hemû amadekariyên çalakiya Şîtaza êdî bi dawî bûn. Lê ji bo ku heval mejî û fikirandina dijmin a ser Şîtazan belav bike, êrîşê Oremarê kirin."

Kato destnîşan kir ku çalakî bi fermandariya Reşîd Serdar û Rojîn di şeva 19'ê Hezîranê seat 04.00 sibê destpê kir û got: "Her kesê li gorî hatî diyarkirin cihê xwe girtibû. Bi seatê wê re her alî ve li dû gir (Girê Çarçel û Serpêl) û qereqola Şîtaza xistin. Gerîlayan bi kîn, hêrsa ku lêhûrbûyî û tecrîda li ser Serokatî û êrîşên li ser gelê me heyî li dilê dijmin dixistin. Girê Çarçel hat girtin û qereqol bi temamî hate rûxandin."

Kato diyar kir, di vê çalakiyê de 15 hevalên wan jiyana xwe ji dest dan û wiha pêde çû: "Şehîd Faraşîn Berfîn ala serokatî rakir bi tîlîliyan kete nava dijmin. Şehîd Zagros Garzan bi fermandartî û qehremantiyekê di serê çalakiyê de ket pêşiya hevrêyên xwe û çû. Heval Dilovan bi bombeyên dest êdî ket nava dijmin. Heval Hozan gotina xwe ya dawî got, hevalan silav bike û şehîd ket. Adil nefesa xwe ya dawî got 'Bê serok jiyan nabe.' Di girê Serpêl de yek leşker jî sax xelas nebû. Heval Ezda Ararat û Bêrîtan Hezex bi ruhê fedayî ketin hundirê qereqolê, ji bo ala Tirkan bînin xwarê li wir şehîd dikevin. Van her 14 hevalan bêteredût xwe kirin fedayî û çalakî bi ser xistin."

Kato piştî çalakiyê derûnî û psîkolojiya artêşê wiha bilêv kir: "Dijmin kete wê rewşê ne karî bîrindarê xwe rake. Leşker dîn bûn û bi eraziyê ketin. Ew artêş û dewleta ku digotin gerîla nikare çalakî bike, berpirsê Artêşa Giştî a  dewleta Tirk ji Enqerê lêxist hate Geverê. Şîtaza dijmin ji her alî ve şaşo maşo kir. Dijmin bi vê çalakiyê hemû aliyê xwe de vala derket."

Kato ragihand ku çalakiya Şîtaza tenê destpêkek bû, piştî wê hemle Şemzînan, Oremar, Çelê, Botan, Dersîmê destpê kir û li her cihê belav bû û got: "Hevalên girtîgehan ketin gireva mirinê û encama van hemû çalakiyan dijminê digot em nahêlin hevditîn li Îmraliyê re çêbe, ruhê van çalakiyan neçar hişt dewlet biçe xwe bavêje ber lingê Serokatî. Her wiha tevlîbûn gihişt asta herî jorê."

Serdem Dilovan Kato di dawiya axaftina xwe de got: "Ez di şexsê van 15 hevalan de bejna xwe li ber hemû şehîdên şoreşê ditewînim û soz didim heya dilopa dawî ya xwîna xwe, em ê şopdarên rêya wan bin."

Hêjayê gotinê ye, di çalakiya Şîtaza de 109 leşkerên Tirk hatin kuştin, zêdeyî 100 birîndar bûn. 4 helîkopter hate xistin, 9 helîkopter hatin derbkirin, panzêr û wesayîta zirxî hate rûxandin. Di encama vê çalakiyê de 15 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.

...