Li Amed, Riha, Mêrdîn û Êlihê çalakiyên "Pençşema Reş" ên bi armanca siyasetmedarên kurd serbest bên berdan vê hefteyê jî berdewam kir. Di çalakiyan de operasyonên siyasî û leşkerî hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de peydanekirina kiryarên komkujiya Roboskiyê hate şermezarkirin.
PEYAS
Li navçeya Peyasê ya Amedê çalakiya "Pençşema Reş" a ku bi armanca serbestberdana siyasetmedarên kurd û şaredara her hefte tê lidarxistin di hefteya 188'emîn de berdewam kir. Alîkarên şaredar Ayşe Fîlîz, Îhsan Avci, Dayîkên Aştiyê, Serokê Şaxa Tum-Bel-Sen'ê ya Amedê Medenî Alpkaya, endamên Meclîsa Şaredariyê û xebatkarên şaredariyê tevlî çalakiya li ber avahiya xizmetê ya şaredariyê pêk hat bûn. Serokê Tum-Bel-Sen'ê yê Amedê Medenî Alpkaya daxuyanî xwend. Alpkaya, Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û astengkirina parastina bi zimanê zikmakî şermezar kir û wiha got: "Ligel gelek meh bi ser komkujiya Qilebanê de derbasbûn hikûmetê tu daxuyanî nedan. Derket holê kur îstîxbarat DYE'yê da û fermana komkujiyê jî hikûmetê da. Hesab vê yekê dê kê bike. Ligel van hemû neyîniyan tecrîda li Îmraliyê berdewam dike. Ev helwest dibe sedema mirin û êşan."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
WÊRANŞAR
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî bi heman armancê li ber şaredariyê çalakî pêk hat. Wekîlê Şaredarê Wêranşarê Mehmet Burun, endamên meclîsa şaredariyê, rêveberên BDP'ê û xebatêkarên şaredarê tevlî çalakiyê bûn. Nûnerê Genel-Îş'ê yê Wêranşarê Hîkmet Burun daxuyanî xwend û xwest ku demildest operasyon bi dawî bibin û girtiyên siyasî serbest bên berdan.
PIRSUS
Li navçeya Pirsusê ya Rihayê jî bi heman armancê bi tevlîbûna Wekîla Şaredarê Pirsusê Hulya Demîr, rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa şaredariyê, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û gelek welatiyan daxuyanî hate dayîn. Serokê Genel-Îş'ê yê Rihayê Sadik Demîr, daxuyanî xwend û diyar kir ku heta girtiyên siyasî serbest tên berdan dê çalakiyên xwe berdewem bikin. Demîr, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê li dijî hemû derdorên weke wan nefikirin tasfiye bikin dest bi operasyonên siyasî kirin. Demîr, da zanîn ku Hevserokên Rêxistina BDP'ê yên Rihayê û navçeyên Wêranşar û Serêkaniyê jî di nav de gelek kes hatin girtin û wiha got: "Em li vir bang li AKP'ê dikin. Vî gelî serî li serokê faşîsta 12'ê Îlonê Kenan Evran serî netewand. Vî gelî li hemberî 20 hezar cînayetên kiryar nediyar serî netewand. Li hemberî girtîn û binçavkirinên AKP'ê jî serî natewîn de.
QOSER
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî bi heman armancê li ber avahiya şaredariyê çalakî pêk hat. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Qoserê Omer Turgay, alîkarên Şaredarê Qoserê Burhan Kurhan, Şemsettîn Sulhan, endamên meclîsa şaredariyê, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û gelek kesên tevlî çalakiyê bûn. Sekreterê Giştî yê Konseya Bajar Aslan Başboga bertek nîşanî operasyonan da. Başboga, bal kişand ser komkujiya Roboskiyê û bêhiqûqiya pê ktê.
Piştî daxuyaniyê çalakiya runiştinê pêk hat.
DÊRÎK
Li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê jî bi heman armancê çalakî pêk hat. Wekîlê Şaredarê Dêrîkê Dogan Ozbahçecî, endamên meclîsa şaredariyê û gelek kesên tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankrata "Dest nede vîna min" û posterên Şaredara Dêrîkê Çaglar Demîrel hatin vekirin. Endamê Meclîsa Şaredariyê Şeyhdavut Baydu daxuyanî xwend û bal kişand ser zext û zordariyên li ser zimanê kurdî û wiha got: "Li Tirkiyeyê 80 salin polîtîkayên asîmîlasyonê berdewam dikin. Kurd bi makezagona 1924'an hatin înkarkirin û polîtîkayên tirkbûnê dest pê kirin. Di çarçoveya van polîtîkayan de navên hemû gund, navçe û bajarên kurdan hatin guherîn."
Piştî daxuyanî çalakiya runiştinê pêk hat.
ÊLIH
Li Êlihê jî bi heman armancê li ber şaredariyê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankrata "Vîna me hêj girtiye" hate vekirin. Alîkarê Şaredarê Êlihê Ahmet Tekîk daxuyanî xwend û bal kişand ser dozên KCK'ê û wiha got: "Em 119 heftene li bir daxwaza dest ji operasyonên bi navê KCK'ê bên berdan dikin. Lê daxwaza me li ber nav nehate giritn û çarçoveya van operasyonên bêhiqûqî her diçe berfireh kirin. Îro li Hatayê 3 leşkaran jiyana xwe ji dest da. Ev mirin û pevçûn, operasyonên KCK'ê ji ber pirsgirêka kurd pêk tên û ev yekê çareserî nîn e. Divê demildest dest ji vê yekê berdan."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.