Bûldan: Em ê jî ji derve di nav berxwedanê de bin

Di roja 6’an a girêva birçîbûnê de ziyaret berdewam dikin. Dayika Mehmet Hayrî Dûrmûş, Zekiye Dûrmûş çalakger slav kirin.

Îro saet 10.00’an rêveberên bajêr û navçeyê yên DBP’ê çalakgerên girêva birçîbûnê ziyaret kirin. Pişt awn re jî endamên Bloka Aştiyê bi mebesta destekê bidin çalakgeran çalakgeran ziyaret kirin. Her wiha Hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê Gulten Kişanaek, Firat Anlî, şaredarên navçeyan, wekîla HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan jî çalakger ziyaret kirin.

ALTAN: KÊFERATA ME AŞTÎ YE

Hevberdevkê Bloka Aştiyê Bahadir Altan di ziyaretkirinê de got, ‘’ Van rojan gotina bêalîbûnê pir tê bikaranîn. Heke em aştiyê dixwazin alî diyar e, divê mirov neyîne zimên. Em ê jiyanê di nav aştiyê de li van xakan bi hev re ava bikin.’’

Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Gulten Kişanak bal kişande ser tecrîda li ser Ocalan û got, ji bo ku hevdîtin pê re pêk were 50 mirov ketine girêva birçîbûnê, ev ji bo çalakgeran cihê şanaziyê lê ji bo dewletê jî cihê şermê ye û wiha pê de çû: ‘’Em li vir careke dî jî bi zelalî dibêjin, kêlî beriya kêliyekê divê Ocalan bi malbat û parezerên xwe re hev bibîne.’’

GUVEN: NAVÊ OCALAN PÊVJOYA ROJHILATA NAVÎN DIKARE BIGUHERÎNE

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven diyar kir, ‘’Heya ku ji Ocalan agahî were standin, ku em li vir bimirin jî ev girêv wê bidome. Ji bo hin tişt baş bibin divê Birêz Ocalan biaxive. Du peyvên Birêz Ocalan dikare pêvajoya Rojhilata Navîn biguherîne.’’

BÛLDAN: EM Ê JÎ LI DERVE PIŞTEVANÊ WE BIN

Pervîn Bûldan jî di dema ziyaretê de got, ‘’Ku bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk were ev kaos wê bi dawî bibe. Ên şerxwaz û ji aştiyê ditirsin hene. Ên ku naxwazin aştî were vî welatî şer kûr dikin û hevdîtina bi Ocalan re asteng dikin.’’

Bi berdewamî Bûldan diyar kir, ew ê jî li derve di nav berxwedanê de bin û bi vî rengî jî piştgiriyê bidin girêva birçîbûnê.

OCALAN: DIYALOG NEE ŞER WÊ GIRAN BIBE

Wekîla HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan diyar kir ziyaretên ku li wan têne kirin moral û hêzê didine wan û got, ‘’ Em ê hovîtî û tecrîda ku di şexsê Rêbertî de li ser gelan tê kirin qebûl nekin. Zûzûka şandayeke serbixwe, malbat an jî parêzer divê hevdîtinekê bike. Li derveyî vê daxuyaniyên ku têne dayin em qebûl nakin.’’

PEYAMA DAYIKA HAYRÎ DÛRMÛŞ

Halîme Işik ku li ser navê dayikên Aştiyê axivî, got, ‘’em weke dayikan vê qebûl nakin û em ê bêdeng nemînin. Ev 3-4 roj in em li şaredariyan rûdinin. Hetanî ku em sax bin kesek nikare dest li ser şaredariyên me deyne û ne jî dikare Rêbertiya me ji me bistîne.

Dayika Mehmet Hayrî Dûrmûş ku yek ji qedroyê pêşeng ê Tevgera Azadiyê bû û di Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dabû, Zekiya Dûrmûş çalakger slav kirin û peyamek da çalakgeran.

...