Welatî sibê ji bo cenazeyên 5 gêrîlayên li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan bigirin dê biçin Çiyayê Cûdî.
Li herêma Çîrçîrok ya Çiyayê Cûdî yê Şirnexê di 5'ê Mijdarê de di pevçûnê de 5 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest da û hate zanîn ku, cenazeyên gêrîlayan li qada pevçûnê mane.
Piştî serlêdanên li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hate zanîn ku, cenaze li Meletiyê nînin rêveberên BDP’ê, ÎHD û MEYA-DER'ê, Dayîkên Aştiyê û malbatên gêrîlayan bi Serdozgerê Komarê yê Şirnexê re hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de hate xwestin ku cenaze li herêmê bên girtin. Hate hînbûn ku, dozgeriyê di hevdîtinê got ku ew dikarin destûra 40 kesan bidin biçin herêmê cenazeyan werbigirin.
Pişt re li ser navê heyetê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnexê Bakî Katar li avahiya BDP'ê daxuyaniyek kin da. Katar diyar kir ku, 40 kes gelek kêmin û wiha got: "Cenaze ji sewalan re hiştin ne nêzîkatiyek mirovane ye. Em dê sibê di demjimêr 07.00'an de li gundê Toptepe kombibin. Em bang li hemû gelê Botanê dikin ku piştgiriyê bidin me."