'Biryarên ji aliyê dadger û dozgerên girtî ve hatine dayîn, ne hiqûqî ne'

Hiqûqnasan dan xuyakirin, ku biryarên dadger û dozgerên ji ber hewldana darbeyê hatine girtin ên li ser dozên 'KCK'ê dan e, ne hiqûqî ne.

Hiqûqnasan diyar kirin, divê bi hezaran kesên ji dozên 'KCK'ê hatine girtin serbest bên berdan û ji girtiyan xwestin, serlêdanê bikin.

Gelek polîs, dozger û dadgerên di dozên 'KCK'ê de biryara binçavkirin, girtin û desteserkirinê dan, pitşî hewldana darbeyê bi hinceta 'endamên FETO/PDY' ne, ya ji wezîfeyê hatin girtin, ya jî hatin girtin. Di nava 7 salên dawî de, ji ber operasyonên 'KCK'ê 4912 kes hatin girtin, 3801 ji van hikum xwarin. Bi hezaran dosya jî hê li ber destê Dadgeha Bilind in.

Piştî girtina van polîs, dozger, dadger û endamên Dadgeha Bilind, bi hezaran kesên ji dozên 'KCK'ê hatine mexdûrkirin, wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin. Me prosedura vê yekê ya hiqûqî ji hiqûqnasan pirsîn.

ÇELÎK: FERMAN JI DESTÛRA BINGEHÎN NEGIRTIN

Ji parêzeren Baroya Stenbolê Feyzî Çelîk bibîr xist, ku dadgerên doza 'KCK'ê meşandin û dadgerên Destûra Bingehîn ên ev darizandin erê kirin, ji wezîfeyê hatin girtin an jî hatin girtin. Çelîk got, "Lewma karê van dadgeran kirin e ne hiqûqî ye. Mirovên beriya niha biryara mehkûmiyetê li hemberî wan hat dayîn û li girtîgehê ne, ji bo ji nû ve darizandinê dikarin serî li Dadgeha Cezayê Giran a Nobedar a li bajarê lê ne, bidin." Çelîk da xuyakirin, ku di Doza Balyozê de rewşeke bi vî rengî rû da û yên ji bo ji nû ve darizandinê serlêdan kirin, beraet kirin."

OFLAS: DIVÊ SERLÊDAN WERE KIRIN

Ji parêzerên Baroya Wanê Fehîm Oflas got, "Maqûl e ku di nava vê demê de mirovên ji ber dozên 'KCK'ê mexdûr bûne serlêdanê bikin. Ev yek wê hin mekanîzmayan bixebitîne."

YILDIZ: DERKET HOLÊ KU TI ELEQEYA XWE BI HIQÛQÊ RE NÎNE

Hiqûqnas Denîz Yildiz bibîr xist, ku kesên biryar li ser dozên 'KCK'ê dan, bi hinceta endametiya FETO hatine girtin û destnîşan kir, ku bi vê yekê ve derketiye holê, yên ev biryar dane ti eleqeya xwe bi hiqûqê re nîne. Yildiz got, "Vê yekê baweriya bi hiqûqê ji holê rakiriye. Lewma hemû biryarên ji aliyê van dozgeran ve hatine dayîn ne hiqûqî ne. Pêwîstî bi ji nû ve darizandinê heye. Divê mexdûr ji bo ji nû ve darizandinê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin. Kesên biryarên bi vî rengî dane, ew bi xwe endamên rêxistina terorê ne."

DEMÎR: PÊWÎSTE DI HEMÛ DOZÊN 'KCK'Ê DE BIRYARA BERAETÊ WERE DAYÎN

Hiqûqnas Cemal Demîr ê ku di bin navê 'Komîteya Rêbertiyê' ya doza 'KCK'ê de hat girtin û bi salan li girtîgehê ma destnîşan kir, ku ji ber rewşa nû ya derketiye holê, divê di hemû dozên 'KCK'ê de biryara beraetê bê dayîn. Demîr got, "Pêwîste encama darizandina dadger û dozgerên ji ber vî sûcî hatine darizandin neyê sekinandin û hemû biryarên van dadger û dozgeran werin bertalkirin. Di rewşeke berevajî de wê mexdûriyeke gelekî mezin rû bide, ku çareserkirina wê nepêkan e."