Biryara êrîşa li ser DÎHA korsan e

Di êrîşa li hember avahiya DÎHA tê de, derket holê ku polîsan di biryara piştî du saetan de ku wek hincet êrîşa çekdarî nîşan dane, beriya êrîşa çekdarî bi 10 deqeyan biryara lêgerînê hatiye dayîn.

Piştî sansûra bi rojan a li hember DÎHA’yê, detayên êrîş û serdegirtina nehiqûqî û korsanwarî ya polîsên tîmên taybet li hember DÎHA derketin holê. Di biryara ku polîsan êrîşa çekdarî wek hincet nîşan dane, biryara lêgerîn û serdegirtinê beriya êrîşê bi 10 deqeyan hatiye girtin. Di biryara dozger de piştî êrîşa bi roketan a li ser Cadeya Elezîzê li hember konvoya leşkerî, saet 17.40’î êrîş pêk hatiye. Tê dîtin ku biryara têkildarî kesên di avahiyê de hatine binçavkirin jî saet 17.30’î hatiye girtin.

Li gor agahiyên ji parêzeran hate girtin; tevî biryara kontrolê nehat pêşkêşkirin jî polîsan girtin ser avahiya 5 qat û hemû kesên di avahiyê de fiîlî binçav kirin û şîdet bi kar anîn. Piştî li qada avahî lê ye êrîşa çêkdarî pêk hat, polîsan bê ku biryara kontrolê pêşkêş bikin ser avahiyê de girtin. Biryara kontrolê piştî 2 saetan hate derxistin, hinceta wê ‘çek û cebilxane’ bû, di kontrolan de xwestin arşîvên ajans û rojnameyê desteser bikin. Her wiha avahî aîdî komeleyekê ye, divê ji bo serdegirtinê ji walîtiyê destûrê bigirin, lê dozgeriyê bi tenê serê xwe biryareke derveyî hiqûqê daye. Kesên ku êrîşa çekdarî pêk anîn tevî xwe ji qadê dûr xistine jî polîsan bê ku di destên wan ti biryarên binçavkirinê hebin, tevahî xebatkarên li avahiyê binçav kirin.

Parêzerên ajans û komeleyê li hember vê biryara nehiqûqî îtîraz kirin, lêgerîna li şûna ‘çek û cebilxanê’ arşîvên ajans û rojnameyê jî hatin sekinandin. Piştî polîs derkevin derveyî avahiyê, wê parêzer li Dadgeha Sûlh Cezayê îtîraz bikin.

Her wiha, biryara kontrola ku polîsan pêşkêş kirin berî êrîşa çekdarî bi 10 deqeyan hatiye standin, li gor agahiyên parêzer jî didin, ti hejmara qeyda biryarê nîne û ev jî careke din nîşan dide ku êrîş bi awayekî korsanwarî pêk hatiye.