Sînemaya Amûdê yek ji birînên bi êş ên dîroka Kurdan de. Di komkujiya Sînemaya Amûdê ya ku beriya 52 salan pêk hat de hema bêje nifşek ê bajarê Amûdê bi temamî bû xwelî. Gelê bajarê Amudê birînên komkujiyê ku 283 zarok hatibûn şewitandin, bi paqijkirina bajêr a ji hêzên rejîmê û avakirina xweseriya demokratîk derman dike.
Îro 52’yemîn salvegera komkujiya Sînemaya Amudê ye. Li bajarê Amudê yê Rojavayê Kurdistanê 13’ê mijdara sala 1960’an 283 zarokên kurd li Sînemeya Amûdê, di encama şewata derketibû de jiyana xwe ji dest dam. Roja 13’ê mijdara 1960’an, berpirsyarê rejîma Suriyeyê yê Amûdê ku wê demê jê re digotin, “Midûrê Nahiyê”, di bin navê “komkirina alîkariya bi şoreşa gelê Cezayîrê re”, ferman da ku zarokên dibistanên seretayî bi zorê bibin sînemayê.
Rojek ji rojan yekşem bû. 13’ê mijdara 1960’ê. Wê demê şêniya bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê derdora 15 hezarî bû. Rejîma Sûriyeyê di bin navê “komkirina alîkariya bi şoreşa gelê Cezayîrê ya li hemberî dagirkeriya Franseyê re”, ferman da ku zarokên dibistanên seretayî bi zorê bibin sînemayê… û sînemayê ji 400 zarokên Kurd tije kiribû.
MISSISSIPÎ-CEZAYIR-AMÛDE…
Navê film “Tawanbariya Nîva Şevê” bû. Di film de leşkerên Frensî di saetên nîva şevê de bi ser malên Cezayiriyan de digiritn û direvandin. Ev mijara dersê ya zarokên Kurd ên li Amûda di bin dagirkeriya rejîma Sûriyeyê de bûn. Zarokên Kurd ên ku heta wê kêliyê jî nedizanîn ku di nexşeyê de welatê Cezayirê li kû ye, bi Erebî hînî berxwedana Ereban dikirin. Dahata filmê jî dê ji Cezayîrê re bihata şandin.
Deriyên sînemayê hatibûn girtin û zarok li benda film bûn. Tê îdîakirin ku şewat ji ber şewata di motora filmê de derketiye, piştre gihiştiye perdeyan û piştre sînema hemû di nava pêtên agir de maye. Zarokên Kurd yek bi yek... di nava pêtên agir de canê xwe didan... Derî girtî bûn. Mîna zarokên reşik ên ku di avêtin nava şewata Missisippiyê... an jî weke Cezayiriyên ku di film de xaniyên wan ji aliyê Frensiyan ve dihate şewitandin....
Piştî bi saetan hêzên ewlekarî û yekîneyên agirvemirandinê ji bo mudaxeleya şewatê hatin. Li vir tam 283 zarokên Kurd bûn şewitîn... Li wir Helepçeyek “biçûk” û qiyametek rabû...
Heta niha jî nayê zanîn ka şewat çawa derket, lê balkêş bû ku dewletê ne wê demê, ne jî piştre, der barê şewatê de, tu lêpirsîn venekirin. Heta niha jî kurd, guman dikin ku di bûyerê de destê dewletê yan jî destê hin derdorên tarî yên di nav dewletê hebe, lewre jî bûyer wekî, “Komkujiya Sînemeya Amûdê” hate binavkirin.
KARESATA ÎZMÎRÊ Û AMÛDÊ
Bajarê Amudê ku bi zilm û zordariya rejîmê gelek êş û elem kişandin, herî dawiyê jî 35 şêniyên wê li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê di keştiya penaberan de jiyana xwe ji dest dan… Careke din dilê wê şewitî.
Niha rûpelek nû li dîroka xwe vedike. Bajarê ku bi destpêkirina şoreşa Suriyeyê re, ji aliyê gel ve ji hêzên rejîmê hate girtin, çend roj beriya niha jî bermahiyên din ên rejîmê jî paqij kirin. Şêniyên Amudê ku piştî paqijkirina hêzên rejîmê, dest bi avakirina sîstema xweseriya demokratîk kirin, bi vê yekê birînên salan, hêdî hêdî dikewîne.
Amudî, cara yekemîn dê sibe cangoriyên komkujiya sînemaya Amudê, bêyî zulma rejîmê, bi awayekî azad bibîr bîne. Merasîm dê sibe li ber avahiya sînemayê ku peykerê cangoriyan lê hatiye çêkirin, bê lidarxistin.