Binçavkirin û girtina parlamenteran li Qoserê hate şermerzarkirin

Binçavkirin û girtina hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlementerên HDP'ê li Qoserê bi daxuyaniyekî hate şermezarkirin.

Binçavkirin û girtina hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlementerên HDP'ê li Qoserê bi daxuyaniyekî hate şermezarkirin. Hevserokên HDP û DBP'ê, hevşaredarên Qoserê, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê bi dehan welatî tevlî daxuyaniya li avahiya HDP'ê pêk hatî bûn. Hevserokê HDP'ê yê Qoserê Mehmet Akgul destpêkê êrîşên li ser HDP'ê û binçavkirina hevserok û parlementerên HDP'ê şermezar kir. Akgul diyar kir ku gelê kurd ti carî serê xwe li ber zilma AKP'ê û dewletê natewîne û wê ev êrîş bi berxwedana gel werin şikandin. 

Piştî axaftina Akgul daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.