Bîlîcî, serlêdanên me bê bersiv dimînin

Bîlîcî, serlêdanên me bê bersiv dimînin

Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê Racî Bîlîcî, derberê rewşa girtiyên nexweş û polîkayên hikûmetê yên li ser girtiyan axivî û fikarên xwe anîn ziman.

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, destnîşan kir ku, ji ber her roj operasyonên siyasî didomin binçavkirin û girtin zêde dibin. Bîlîcî, da zanîn ku ew helwesta hikûmetê ya operasyonan bi fikar dibînin û wiha got: "Li aliyekî amadekariyên makeqanûna nû tên kirin, li aliyê din operasyonên siyasî bê navber didomin. Ev nakokiya hikûmetê ye. Em wateyê nadin van geşedanan. Ji ber ku makeqûneke nû ji bo sererast kirina geşedanên li Tirkiyê ye. Lê belê pêşketin di vî milî de pêşnakevin. Welatiyên tên girtin bi hincetên pûç û vala tên girtin. Bi girtinên dawî jî xuya dibe ku hikûmetê dest ji polîtîka û feraseta xwe bernedaye."

'GIRTIN LI PÊŞ DEMOKRASIYÊ DIBE ASTENG'

Bîlîcî, di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku helwesta hikûmetê û girtinên dawî li ber pêşketina demokrasiyê dibe asteng û wiha pêde çû: "Ji xwe mafê mirovan tê binpê kirin. Ev pêvajo me dixe mava filarên mezin. Em hêvî dikin hikûmet di demek zûtirîn de ji vê şaşitiya xwe vegere û ji bo çareser kirina meseleya kurd gavên giring biavêje. A herî xetere jî pêşketinên tecrîda girankiriye. Êdî ev nayê qebûlkirin û ne mûmkûne ku were qebûlkirin jî. Bi vê helwestê xwe hikûmet dixwaze çibike? Em nizanîn. Li şûna ku bi mixatabê pirsgirêka kurd re hevdîtinan bike, polîtîkayê tecrîda giran pêş dixe. Pêwîste hikûmet dev jî vê polîtîkaya xwe berde. Ji ber ku bi vê rêbazê negihêje tu encamê. Ev nêzîkatî qutbûna di navbera civakan de kurtir dike. Komara Tirkiyeyê bi vêya sûc dike. Em dixazin mafê mirovan, demokrasiya welat bi awayek azad were serarast kirin û bi mixatabên pirsgirêkere hevditin werin çêkirin."

'HEVDÎTINÊN ME YÊN BI SEROKWEZÎR RE BÊ ENCAM DIMÎNIN'

Bîlîcî, bilêv kir ku rewşa girtiyên nexweş her ku diçe giran dibe û rewşa wan gihiştye astekê xerab. Bîlîcî, da zanîn ku ji bo sererastkirina mercên girtiyên nexweş û di mercên başde werin tedawî kirin, her dayîm bi wezîrê dadê û serokkomar re hevdîtinan çêdikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Lê heya niha me tu encam negirtiye. Rewşa girtiyên nexweş li holê ye. Her ku diçe rewşa wan xerabtir dibe û ji ber nexweşiyên giran bi mirinêre rû bi rû ne. Berpirsiyarê vê hikûmete. Ji ber ku ev mirovên nexweş di destê dewletê dene. Pêwîste dewlet ji mafên mirovan yê bingehîn yê mafê tendûrîstiyê mirovan re rêzê bigre. Ger ku ev nexweş di derfetên baş de werin tedawî kirin dê pêşiya mirina wan bê girtin. Yan jî bila ev mirovên nexweş rojên xwe yên dawî li gel malbata xwe derbas bikin. "

Bîlîcî, herî dawî ji bo rewşa nexweşên di girtîgehan rewşa wan giran bang li hemû rayedarên dêkildar kir û xwest li hemberî rewşa girtiyan bê deng neminin. Bîlîcî, bang li girtiyên nexweş jî kir û xwest der barê tenduristiya xwe de dîsa bi nameyan raporên xwe ji wan re bişîne da ku ew jî van raporan kom bikin û ji wezêrê dadê, serokkomar û cihên peywîndare rêdikin.