Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 197'an de çalakiya xwe bedewam kirin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, anî ziman ku li vî welatî êdî destûrê nadin ku mirov bi bedena xwe jî bertekên xwe yên li hemberî binpêkirina mafên mirovan bîne ziman. Bîlîcî anî ziman ku ji ber hemû rê û rêbazên çaresekiyê li pêş welatiyan tên girtin welatiyan arasteyî çekê dikin.
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan li ber abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu bi slogana "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" di hefteya 197'an de çalakiya xwe berdewam kir. Dîsa xizmên windayan û rêveberên ÎHD'ê Înîsiyatifa Dayikên Atiyê, MEYA-DER, TUHAD-FED û KESK û gelek kesên din amade bûn.
Pêşî Serokê Şaxa ÎHD'ê Racî Bîlîcî, diyar kir ku 197 hefte ye ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiyan pêk tînin û wiha got: "Mixabin heta niha li ser daxazên me tu gav nehatine avêtin. Tu gavên çareseriyê nehatine avêtin. Ev yek fakarên me zêde dike.
'EV MIROV JI BO MIRIN PÊK NEYÊN BEDENA XWE DIDIN BER MIRINÊ'
Bîlîcî, diyar kir ku piştî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin û hemû rêyên çareseriyê hatin xetemindin çalakiyê dest pê kir. Bîlîcî, da zanîn ku wan berê bi dehan caran hikûmet hişyar kir û anî ziman ku ev rêbaz dê Tirkiye ber bi qeyranê ve bibe.
Bîlîcî, destnîşan kir ku di hefteya 67'an de berdewam dike û wiha got: "Ev mirov, ev gel çi dixwaze. Gel dixwaze bi polîtîkayên demokrasî û aştiyê yên li dijî tundiyê pirsgirêkê çareser bike. Dixwaze êdî kes neyên kuştin. Ji vê daxwazê bi rûmettir û mirovane heye. Ger ku hemû rê li pêş mirovan bên girtin û mafê wan bê binpêkirin wê demê ranehêjin çekê dê çi bikin?" Bîlîcî, destnişan kir ku duh 87 kes hatin binçakirin û ev yek eyba tirkiyeyê ye. Bîlîcî, destnîşan kir ku hemû daxwazên mirovan ên demokratîk tên redkirin û deriyên çareseriyê li ser ruyê wan tên girtin û mirov neçarî vê yekê dimînin.
Piştî Bîlîcî Sekreterê Şaxa ÎHD'ê Abdusselam Înceoren, çîroka Cuneyt Aydinlar ê di 22'ê Sibata 1994'an de hate revandin û windakirin xwend.