Bîlgen: Çareya darbeyê, piştgiriya hev e

Parlamenterê HDP'ê Ayhan Bîlgen diyar kir, ew ê li dijî darbeya destnedanê ya îdareya AKP/Qesrê, bingeheke xurt a piştgiriyê ava bikin û ji aliyê hiqûqî ve heta dawiyê mafên xwe bi kar bînin.

Parlamenterê HDP'ê Ayhan Bîlgen diyar kir, ew ê li dijî darbeya destnedanê ya îdareya AKP/Qesrê, bingeheke xurt a piştgiriyê ava bikin û ji aliyê hiqûqî ve heta dawiyê mafên xwe bi kar bînin.

Berdevkê HDP'ê û Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û anî ziman, ev darbeya di şexsê HDP'ê de li hemberî siyasetê hat kirin, di heman demê de li dijî temamiya civakê hatiye kirin. Bîlgen da zanîn, ev darbeya di bin navê destnedanê de hat kirin, parçeyek ji êrîşên li hemberî rêxistinbûyînên mûxalîf, çapemeniyê û encama polîtîkaya topyekûn e. Bîlgen destnîşan kir, AKP/Qers dixwaze berxwedêriya civakê bişikîne û pêşî li deng û nûnerên civakê yên li parlamentê bigire. Ayhan Bîlgen da zanîn, Tirkiye ber bi kaoseke mezin ve tê dehfdan û mijara destnedanê jî parçeyek ji vê kaosê ye.

Berdevk Bîlgen da xuyakirin, ku parlamenter bi îmtiyaz nîne, lê belê ev yek tinehesibandina vîna gel, tinehesibandina hilbijêr û hilbijartinê ye. Bîlgen got, "Bêguman tiştekî bi vî rengî nabe bê qebûlkirin, nabe ji rêzê û normal were dîtin.

'YA TÊ KIRIN, HEWLDANA JI BO ŞIKANDINA VÎNA GEL E'

Ayhan Bîlgen axaftina xwe wiha dewam kir: "Di vir de ya tê kirin hewldana şikandina vîna gel e. Naxwest, tê zanîn; dema 10 kes ji parlamentê avêtin, hîn bi xurtî hatin. Dema dozên girtinê li partiyan hat vekirin, ew partî hîn bi xurtî hatin. Anket jî nîşan didin, gavek di vî warî de were avêtin, çi girtin; bi xwedîderketina xurt a civakê bersiva xwe dibîne. Divê em meseleyê weke dadgehkirina parlamenteran nebînin. Eger êrîş li hemberî civakê be, wê demê divê civak xwedî li dengê xwe, li vîna xwe derkeve."

'ÇARE PIŞTGIRIYA HEV E'

Bîlgen li ser şerê qirêj ê AKP/Qesrê li hemberî têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd bi konsepteke giştî ya tinekirinê xist meriyetê û işaret bi astengkirina piştgirî û alîkariya gel a li bajarên hatine hilweşandin, kir.

Bîlgen hilweşîn û komkujiya di bin navê qedexeya derketina derve de hatin kirin weke "dramê" pênase kir û got, "Li pêşiya me drameke mirovahiyê heye. Bi ti awayî, bi polîtîkaya ewlekariyê nikare bê vegotin. Bi hinceta ewlekariyê, ev rewş nabe maqûl bê nîşandan. Li her devera cîhanê mirovên ku tê îdîakirin sûc kirine, hene. Lê belê bi vê hincetê ti bajar nehatiye hilweşandin. Ne bi hinceta 'xendek heye', ne jî bi hinceta 'mirovên çekdar hene' pêkanîneke bi vî rengî nabe rewa were nîşandan. Di vir de ya girîng, piştgiriya hev a xurt e. Çare piştgirî ye. Hin hene hewl didin bingehê ji TOKÎ re amade bikin, jê bixwin. Yekane rêya pûçkirina van planan, baldarî û berpirsyariya ciavkî ye. Piştgiriya hev a civakê ye. Bi taybetî, di vê meha Remezanê de divê her kesên li rojavayê Tiriyeyê dijîn derfetên xwe yên madî parve bikin û pêçandina birînan weke wezîfeyekê bibînin."

HDP WÊ PÊŞENGIYÊ JI PIŞTGIRIYA HEV A CIVAKÎ RE BIKE

Ayhan Bîlgen li ser xebatê HDP'ê yên di vê pêvajoyê de jî agahî da û got, "Bêguman, ji bo mexdûr bi tenê neyên hiştin, pêwîste zemîneke piştgiriya hev bê avakirin. Ji bo ev kiryar rojekê li qada navneteweyî bê dadgehkirin weke HDP em ê bi biryardarî tevbigerin. Lewma em dosyayan amade dikin. Materyalên di vî warî de parve dikin. Di serî de yên li Cizîrê hemû wêne û dîmen li qada navneteweyî tên pêşkêşkirin. Li aliyê din, ji bo piştgiriya hev a civakî jî HDP bi biryar e pêşengiyê bike."