Bihuşta tûrîzmê bû dojeha tûrîzmê!
Li navçeya Xelfetî ya Rihayê, xemsariya rayedaran a li pêşberî dîrok û xwezayê, bajar veguherandiye xirbeyekî. Gelê herêmê ji vê rewşê nerazî ye û dixwaze derhal tedbîr bên girtin.
Li navçeya Xelfetî ya Rihayê, xemsariya rayedaran a li pêşberî dîrok û xwezayê, bajar veguherandiye xirbeyekî. Gelê herêmê ji vê rewşê nerazî ye û dixwaze derhal tedbîr bên girtin.
Şêniyên Xelfetiya dîrokî û berhemdar, ji ber Bendava Bêrecûkê ya di sala 2000’î de hat çêkirin û cihên wan hat dagirkirin, sirgûn bûn. Vê bendavê hemû rewş û xemla dîrokî ya bajêr daye ber xwe. Li Xelfetiya ji avahiyên bi hostatiya Ermeniyan û avahiyên dîrokî, gelek dêr, keşîşxane û goristan di binê avê de man. Bi vî rengî dîrokek ji holê hat rakirin. Bendava Bêrecûkê her wiha navenda navçeyê û 7 gund di binê avê de hişt. Herêma bajarê antîk Zeûgma jî di nav de bi dehan gundên navçeya Nîzîp a Dîlokê di nava ava vê bendavê de man.
SEDEMA XEMSARIYÊ POLÎTÎK E
Piştî çêkirina bendavê jî, hesasiyet û eleqeya pêwîst nehat nîşandan. Xemsariya li pêşberî avahî û berhemên ji ber bendavê man, bû sedem ku avahiyên dîrokî yek bi yek xera bibin û ew bedewiya xwe ya xwezayî ji holê rabe. Li vê navçeya ku salê bi sed hezaran tûrîstên xwecihî û biyanî tên serdanê, ji aliyê tûrîzmê ve tiştekî baş nehatiye kirin. Ev yek jî nêzîkatiyên polîtîk ên li herêmê radixe pêş çavan.
Piştî ku Qanûna Bajarê Mezin di sala 2014’an de ket meriyetê, navçe bi giranî ket bin însiyatîfa Bajarê Mezin a Rihayê. Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya AKP’yî jî, ji ber rewşa polîtîk a navçeyê, bi xemsarî nêzî Xelfetiyê bû. Ev xemsarî roj bi roj zerareke girantir li navçeyê dike.
KÎ TÊ, NAXWAZE CAREKE DIN BÊ
Dikandarê ji Xelfetiyê Şerî Bîlgîn (51), der barê Xelfetiya berê de agahî da û anî ziman, ku Xelfetî ji aliyê dîrok û xwezayê ve navçeyeke bedew e, lê belê piştî çêkirina Bendava Bêrecûkê ev navçe di binê avê de ma, lewma taybetmendiya xwe winda kir. Bîlgîn da xuyakirin, ku cihên dîrokî yên ji binavbûnê rizgar bûne, tûrîstan ber bi xwe ve dikişînin, lê belê ji ber xemsariya li van herêman, hejmara tûrîstan kêm dibe. Bîlgîn ragihand, tûrîsteke/î ji bo dîtina Xelfetiya berê tê, naxwaze careke din were.
Bîlgîn anî ziman, ku xemsariya li Xelfetiya berê, dibe sedema rûdana qirêjiyê û bibîr xist ku Xelfetî endamê Yekîtiya Cîtta Slow (Bajarên Bêdeng) e, lê belê helwestek li gorî pîvanên yekîtiyê nayê nîşandan. Bîlgîn gazin kir ku pêşî li Xelfetiyê nayê vekirin û bal kişand ser dewlemendiya Xelfetiyê ya ji aliyê çand, xwarin, şaristanî û berhemên xwe yên dîrokî.
Bîlgîn got, „Navçeya me bêxwedî hatiye hiştin. Bihuştek e. Lê belê nêzîkatiyên xemsar, ew xistiye vê rewşê. Tevî ku herêmeke tûrîzmê ye lampe li kolanên xwe nîne, qirêjiya hawirdorê gelekî zêde ye û ji ber ku qadên pîknîkê gelekî nêzî bendavê ye, xeteriya ewlekariyê heye. Ji bo pêşî li qirêjiya hawidorê bê girtin, me gelek çalakî lidar xistin. Lê belê ji ber ku kes kontrol nake, rewş sererast nabe.“
Şêniyên Xelfetiyê jî ji ber xemsariyê gilî û gazinan dikin.