Bi protokolê perwerdeya cemeeta Gulen

Bi protokolê perwerdeya cemeeta Gulen

Di protokola di navbera Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Zanîngeha Dîcleyê (DU-MYO) û Midirûyeta Perwerdehiya Giştî de hat îmzekirin de, biryar hat dayîn ku ji bo xwendekarên ku li wargehên xwendekaran û pansiyonan dimînin, di hin rojên diyar ên hefteyê de semîner û konferans bên dayîn. Bi heman awayî biryar hat dayîn ku ji bo fêrbûna xwendina pirtûkan bi xwendekarên seretayî û amadeyiyê re çêbibin, pirtûk bên belav kirin. xebatên belavkirina pirtûkan li navçeyan dest pê kir û balkêş e ku pirtûkên ji aliyê weşanxaneyên nêzîkê Cemeeta Gulen ve tên weşandin, tên belavkirin.

Rêxistibûna cemaatê ya li pansiyon, wargehên xwendekaran û dibistanên Amedê, niha jî bi protokolekî kirin biryar. Di navbera Midûrê DU-MYO Prof Dr Mustafa Uçar û Midûrê Perwerdeya Giştî yê Navendê Zulfu Toman de, di 6’ê çîlde protolokek hate îmzekirin û li gorî protokolê, hemû pansiyon û wargehên li bajar di rojên diyar yên hefteyê de gotar û konferans bê lidarxistin.

Protokola ku di navbera Zanîngeha Dîcleyê ku bûye mijara rexneyên ku li gorî dîrektîfên Cemaeta Gulen endamên hîndekariyê tên tayîn kirin û Midûriyeta Perwerdeyê ya Giştî de, hatiye îmzekirin, ji bo xwendekaran di rojên diyarkirî yên hefteyê de konferans û gotar tên organîzekirin. Di protokolê de tê destnîşankirin ku peywira Midûriyeta Giştî ya Perwerdeyê eve ku ji bo konferans û gotarên ku dê li pansiyonan bê lidarxistin, salon bên eyarkirin û xwendekar bên berhevkirin. Her wiha berpirsyariya DU-MYO’ê jî ew e ku kesên ku konferans an jî gotaran pêk bînin diyar bikin.

WEŞANÊN OLÎ TÊN BELAVKIRIN

Her wiha di protokolê de tê destnîşankirin ku ji bo xwendekarên amadeyî û dibistana seretayî hînbûyîna xwendinê qezenc bikin, pirtûkên bi fêde bên temînkirin û bi ev pirtûk bi hevkariya Midûriyeta Giştî ya Perwerdeyê bên belavkirin. Li gorî protokola k udi 6’ê çîlede hate îmzekirin,li ser bajar li pansiyon û wargehên xwendekaran konferans û gotar didomin û li dibistanan jî belavkirina pirtûkên olî dest pê kir.

Di nava van pirtûkan de, pirtûkên ku li weşanxaneyên nêzî Cemaata Gulen hatine çapkirin yên bi navê ‘ Ciwanê kul i xwe digere’, ‘ Mirov çawa radibin nimêja sibê’, ‘ Felsefeya me ya biratiyê’, ‘Gelo mirin tunebun e’ tê belavkirin. Hate zanîn ku li amadeyiyan dema pirtûka bi navê ‘Ciwanê ku li xwe digere’ hatiye belavkirin û hin xwendekaran qebûl nekiriye. Li sev ê yekê mamosteyan notên dersa olî ya xwendekaran daxistiye.