BI DÎMEN

Bi hezaran Minbicî diherikin qadên azad

Minbiciyên ku ji çeteyên DAIŞ’ê direvin, diherikin qadên ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û şervanên QSD’ê rizgar kirine.

Minbiciyên ku ji çeteyên DAIŞ’ê direvin, diherikin qadên ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û şervanên QSD’ê rizgar kirine.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji pêngava 1’ê Hezîranê ve bi dehan gund û gundik ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin, Minbic bi temamî dorpêç kirine û amadekariyên ketina bajêr dikin.

Sivîlên ku ji ber çeteyên DAIŞ’ê bajêr vala dikin, bi awayekî kom bi kom diherikin qadên azad û ewle. Gelê ku bi sewalên xwe ve tên, ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û şervanên QSD’ê ve sewqî cihên ewle tên kirin.

ÇETEYÊN DAIŞ’Ê SIVÎLAN DIKIN MERTAL

Çeteyan piştî rêkên gel bi kar tîne dan ber çekên giran, gelek kes di bajêr de asê mane.

Minbiciyên ku xwe karibûn bigihînin qadên azad jî diyar kirin ku ji ber çeteyên DAIŞ’ê hesasiyeta Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û şervanên QSD’ê ya li beramberî sivîlan dizanin, wan wek mertalên zindî bi kar tînin.

Minbiciyan anîn ziman ku ji sala 2014’an ve qad di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de ye, her roj gel hevrûyê zext, zilm, talan, êşkence û qetlîaman tê. Her wiha Minbiciyan bi bîr xistin ku ev nêzî 3 sal in ev qad di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de ye. Welatiyan diyar kirin ku çeteyên DAIŞ’ê domahiya 3 salan xwe û qanûnên xwe yên qaşo olî bi zorê, zextê û êşkenceyan sipartine gel û xwe li qadê bi cih kiriye.

ŞERVANÊN MECLÎSA LEŞKERÎ YA MINBICÊ: EM BI BALDARÎ TEVDIGERIN!

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kirin ku ji bo pêngava duyemîn a rizgarkirina bajêr amadekariyên xurt tên kirin, lê ji ber ewlehiya canê sivîlan pir bi baldar tevdigerin û ji ber vê hê neketine bajêr.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û QSD’ê ragihandin ku sivîlên ji navenda bajêr ji ber dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê direvin, li qadên ewle bi cih dikin, destnîşan kirin ku tevî derfetên sînordar jî hewl didin pêdiviyên gel ên jiyanî bi cih bînin.

 

...