Bi hezaran ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayan hilkişiyan Cûdiyê

Bi hezaran ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayan hilkişiyan Cûdiyê

Li Şirnexê bi hezaran kes ji bo wergirtina 5 cenazeyên gerîlayaên ku li çiyayê Cûdî jiyana xwe ji dest dan hilkişiyan çiyayê Cûd.

HPG dabû diyarkirin ku li herêma Çîçirok a Çiyayyê Cûdiyê yê li Şirnexê 5 gerîlayna jiyana xwe ji dest dane.

Piştî ku hate zanîn cenazeyên gerîlayan nebirine Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê, li cihê pevçûnê maye, rêveberên BDP, ÎHD, MEYADER û Înîsiyatîfa Dayikên Aşitiyê bi Serdozgeriya Komara Tirk a Şirnexê re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de hate xwestin ku ji bo biçin cenaze bînin destûr bê dayin. Dozgeriyê destûr da ku 40 kes biçin cihê pevçûnê.

Ji ber vê jî bi hezaran kes di saetên danê sibê de berê xwe dan gundê Kaniya Masiyan ê li quntara Çiyayê Cûdî û hildikişin Çiyayê Cûdî. Leşkeran li pêşiya wan bend danî bû, 40 kesên ku destûr girtibûn çûn cihê pevçûnê.

Rawestanda li quntara çiyayê Cûdî didome û helîkopter li ser herêmê digerin.