Bi deh hezaran Kurdistanî li Ewropayê daketin qadan
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi deh hezaran Kurdistanî li Ewropayê daketin kolanan. Kurdistaniyan xwestin, derhal heyetek biçe Îmraliyê.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
yekşem, 21 gelawêjê 2016, 08:12
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi deh hezaran Kurdistanî li Ewropayê daketin kolanan. Kurdistaniyan xwestin, derhal heyetek biçe Îmraliyê.
FRANKFÛRT: Meşa danê êvarê li Haûptbahnhofê destpê kir, li Romerplatz a li navenda bajêr qediya. Di dema meşê de, polîsan hewl dan 13 ciwanên ji bo Ocalan û PKK'ê dirûşme diqîriyan binçav bikin. 12 ciwan, piştî kontrola nasnameyê hatin berdan. Lê ciwanek hat binçavkirin.
MONTPEÎLLER: Li bajarê Montpellîer ê li başûrê Fransayê, îmzeyên li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hevdan, bi mîtîngekê ji CPT re hatin şandin. Mîtîng li ber postxaneya mezin a li bajêr pêk hat û belavokên li ser mijarê hatin belavkirin.
HAMBÛRG: Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, Kurdistanî ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Ocalan meşiyan. Çalakger ber bi avahiya NDR'ê ve meşiyan û ji çapemeniya Elman xwestin, cih bidin rewşa Ocalan. Ji bajarên Kîel, Bremen, Hambûrg û bajarên li derdorê gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Li dû meşê, li ber avahiya NDR'ê mîtîngek hat lidarxistin û dosyayek radestî rayedarên televîzyonê hat kirin. Li ser navê Midûriyeta Weşanê ya NDR'ê Maro Otto da xuyakirin, ku ew ê daxwazên wan bigihînin cihên pêwendîdar û di rojên pêş de têkiliyê bi heyetê re deyne.
BELLÎZONA: Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Bellîzona yê Swîsreyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Di çalakiya li Centro de her wiha belavokên bi zimanê Îtalyanî yên li ser rewşa Ocalan hatin belavkirin.
ANVERS: Li bajarê Anvers ê Belçîkayê Kurdistanî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Komeleya Jinê ya Şehîd Bêrîtan li hev civiyan û li meydana Saînt Janspleînê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Ev 501 roj in agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê girtin" hat vekirin û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Faşîst Erdogan" hatin qîrîn.
NANTES: Li bajarê Nantes ê li rojavayê Fransayê, li ser banga NCDK a Engîn Sîncer û Komeleya Jinê ya Zîn, li Gara Trenê ya Navendî çalakiya dagirkirinê hat lidarxistin. Li nava garê posterên Ocalan hatin daliqandin, belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin û sirûda Çerxa Şoreşê hat gotin.
RENNES: Ji bo rakirina tecrîdê li bajarê Rennes ê li bakurrojavayê Fransayê bi beşdariya 500 kesî meşek hat lidarxistin. Di meşê de gelek belavok hatin belavkirin û piştre li Place de la Maîrîe mîtîngek hat lidarxistin. Mîtîng bi xwendina belavoka bi zimanê Fransî qediya.
DUSSELDORF: Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi qasî hezar Kurdistanî û dostên wan li ber Stasyona Trenê ya Navendî ya bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê li hev civiyan. Li dû meşek ji saetekê, girseya gel li ber avahiya Parlamenta Eyaletê mîtîngek lidar xist. Li ser navê NAV-DEM'ê Halît Taşkin li vir axivî û işaret bi fikarên gelê Kurd ên li ser rewşa Ocalan kir. Taşkin da xuyakirin, ku Ocalan yekane garantiya aştiyê ye û got, "Xeta me ya sor Serok Apo ye, Xweseriya Demokratîk e. Ji mewziyên hatine bidestxistin wê bi ti awayî tawîz neyê dayîn." Nûnerê NAV-DEM'ê ji Yekîtiya Ewropa û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) xwest, derhal tedbîran bigirin û heyetekê bişînin Îmraliyê."
LONDON: Rêxistina Ciwanên Azad UK (Qraliyeta Yekbûyî) bi meşekê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Piştî ku li stasyona trenê ya Manor Hoûse daxuyaniyeke çapemeniyê hat xwendin, girseya gel ber bi Harîngeyê ve meşiya. Endamên Ciwanên Azad UK rêya li herêma Harîngeyê li trafîkê girtin û meşaleyên bi rengên kesk, sor û zer vêxisitn. Ciwanan piştre li dora Stasyona Trenê ya Harîgeyê dirûşme qîriyan û dawî li çalakiya xwe anîn. Ciwanan her wiha ji bo meşa îro ya li Hyde Park Corner a ji bo azadiya Ocalan banga tevlîbûnê kirin.
BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê, bi qasî hezar kes bi heman armancê meşiyan. Di çalakiyê de her wiha girtina rojnameya Ozgur Gundemê û qetilkirina nûçegihanê RojNewsê Wedat Hisên Elî hat şermezarkirin. Girseya gel saet di 17:00 de li Hermanplatzê li hev civiya û heta navenda Kreûtzbergê meşiya. Qisekeran tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
ROTTERDAM: Kurdên li bajarê Rotterdam ê Hollandayê li hev civiyan, ji bo azadiya Ocalan meşiyan. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re azadî" hatin qîrîn. Qenalên televîzyonê û rojnameyên Hollandî jî dîmenên meşê kişandin û hevpeyvîn kirin. Di dema meşê de komek ji faşîstên Tirk hewl da provokasyonê bike, lê gel û polîsan nehişt.
TOÛLOÛSE: Li bajarê Toûloûse yê li Başûrê Fransayê, ciwanên Kurd ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan li meydana Capîtolê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di vê çalakiyê de ku bi qasî du saetan dewam kir, li ser rewşa Ocalan, agahî ji raya giştî re hat dayîn.