Beştaş: Çek li rojnamevanan kişandin!
Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê Beştaş a hat avahiya ku polîsên Tirk li hember çapemeniya Kurd êrîşa binçavkirinê pêk anî got: "Li hember kesên ku hatine binçavkirin çek hatine kişandin."
Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê Beştaş a hat avahiya ku polîsên Tirk li hember çapemeniya Kurd êrîşa binçavkirinê pêk anî got: "Li hember kesên ku hatine binçavkirin çek hatine kişandin."
Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê û Parlamenter Meral Daniş Beştaş, li Amedê li avahiya ku xebatkarên DÎHA, Azadiya Welat, Weşanên Aram û KURDÎ-DER hatin binçavkirin lêkolîn kir.
'PIŞTÎ BINÇAVKIRINÊ BIRYAR DERKETIYE'
Beştaş a ji ANF'ê re axivî ev agahî da: "Min bi Midûrê Emniyetê re hevdîtin pêk anî. Bi temamî bê hiqûqiyek tê kirin. Biryareke li gor saet 17.30’î heye, lê ev biryara dozger saet 17.55 e. Yanî piştî 32 kes hatine binçavkirin wek usûl hatiye kirin. Ne hiqûqî ye. KURDÎ-DER jixwe komele ye; biryara walî û dadger pêwîst e. Ji derveyî KURDÎ-DER’ê jî navê saziyên din derbas nabe. Yanî em bi pêkanîneke ku bi temamî keyfî ye re rû bi rû ne.”
‘ÇI DANÎN AVAHIYÊ NE DIYAR E!'
Beştaş diyar kir ku xwestine xwe bi rêya telefonê bigihînin dozger lê telefon venekiriye û wiha berdewam kir: “Midûrê Emniyetê jî dibêje ‘Em ê lêgerînên xwe bikin.’ Dibêje, ‘Ger ne bi usûl be hûn ê piştre îtîraz bikin’. Ango, em îtîraz bikin jî, pîştî van xebatên wan qaşo divê em îtîraz bikin. Derî hatine şkandin û çi danîne avahiyê jî ne diyar e. Li hember binçav kirine çek kişandine. Nahêlên endamên çapemeniyê nêz bibin û parêzer jî derb kirin. Em nikarin behsa ti usûlan bikin, bi temamî zorbetî ye.”
Beştaş, diyar kir niha li avahiyê ne û polîs dixwazin dîsa kontrolên xwe yên avahiyê bidomînin û wiha dewam kir, “Me got em musadê nadin hûn ti kontrolan li avahiyê bikin.”
'JI BO AKP Û QESRÊ SPÎ DERXIN'
Beştaş armanca serdegirtinê wiha nirxand: “Ev êrîşa li hember çapemaniya Kurd, nîşan dide ku desthilatdarî êdî nema ti tiştî hezm dike. Naxwaze heqîqet derkevin holê; ji bo rûyê wan ê rast derdixe holê, deşîfre dike, çapemeniya Kurd jî nikare qebûl bike. Dixwaze Tirkiyeyê û cîhanê bixapîne. Li hember çapemeniya ku ji ya wan re alternatîf, rastiyan diyar dike; mirinan radigihîne êrîşan pêk tîne, dixwaze AKP û Qesrê spî derxîne. Walî, emniyet û daraz jî di nav vê xizmetê de ne.
BANGA LI ROJNAMEVANAN
Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê Meral Daniş Bektaş ev bang kir: “Em bang li giştî çapemenî, rojnamevanên rast dikin ku tavilê bê ku dem derbas bikin, li hember êrîşên li dijî çapemeniya Kurd pêk tên bertekên xwe raber bikin. Dibe ku sibê pir dereng be. Jixwe em têra xwe dereng man. Berî bibe dereng, em li rûmeta çapemeniyê, haysiyeta wê; maf û azadiya wê xwedî derkevin.”