Berxwedêrên Şêx Meqsûd û Efrînê spartin axê
Cenazeyên berxwedêrên di êrîşên li hemberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê û Efrînê de jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin.
Cenazeyên berxwedêrên di êrîşên li hemberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê û Efrînê de jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin.
Bi sedan ji welatiyên kantona Efrînê darbestên cenazeyên şervanê YPG’ê Diyar Gabar (Remezan Akayîk) ê di berxwedana Şêx Meqsûd de jiyana xwe ji dest da, şervana YPJ’ê Canda Cûdî (Henîfa Mihemed) ku li gundê Eyn Deqnê jiyana xwe ji dest da û endamê Hêzên Parastina Civakî Remezan Kurdî ku wî jî di berxwedana Şêxmeqsûd de jiyana xwe ji dest da, ji Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê wergirtin.
Welatiyên ku darbest rakirin ser milan û posterên Rêveberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdên bilind kirin bi karwanekî berê xwe dan Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê.
Dema ku karwan gihişt goristanê li wir bi merasîmeke leşkerî ya ji aliyê şervanên Erka Xweparastinê ve pêk hat, merasîma oxirkirinê destpê kir.
Piştre Cîgira Serokê Desteya Parastinê ya Efrînê Dîcle Hisên axivî. Dîcle Hisên da xuyakirin, ku wê li her derê û di her demê de berxwedanê li hemberî dijminan bikin û vîna gelê azadîxwaz ji êrîşên çeteyan xurtir e.
Paşê Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan Mehmûd Cafo anî ziman ku berxwedana van şervanan a li hemberî êrîşên çeteyan ew gihandiye roja îroyîn.
Seroka Desteya Jin a Kantona Efrînê Fatîma Likto jî li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk axivî û got: "Bêyî van şehîdan ti caran me nikarîbû Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê ragihînin. Dewletên ku vê sîstemê napejirînin, bi rêya çeteyan êrîşî me dikin."
Nasnameyên her sê şehîdan ji aliyê Rêvebera Yekîtiya Mamosteyan Ceylan Henan ve hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.
Piştre şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin cenazeyên her sê şehîdan rakirin ser milan û li goristanê oxir kirin.