Berxwedêrê Geverê Ozbay ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin
Bawer Ozbay ê di berxwedana xwerêveberiya Geverê de jiyana xwe ji dest da, li Amedê ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin.
Bawer Ozbay ê di berxwedana xwerêveberiya Geverê de jiyana xwe ji dest da, li Amedê ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin.
Berxwedêrê Geverê Bawer Ozbay li Amedê hat definkirin. Piştî ku cenaze hat definkirin dayika Ozbay bi rondikên xwe wiha li ser gora kurê xwe lorand: "Tu bi xêr hatî welatê xwe, ez qurbana hesreta dilê te me."
Berxwedêrê Geverê Bawer Ozbay (17) li bajarê xwe Amedê hat definkirin. Ozbay di meha Çileyê de ji Amedê çibû Geverê û li wir tevlî berxwedanê bibû. Ozbay di 1'ê Nîsanê de ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû qetilkirin. Cenazeyê Ozbay rakirin nexwşexaneya Erziromê û piştî 15 rojan ew li goristana bêkesan ya Erziromê defin kirin. Piştî du mehan encama testa DNA'yê derket û cenaze ji bo definkirinê anîn Amedê. Cenazeyê Ozbay li Tilalo ya Amedê ji aliyê konvoyek bi dehan wesayîtî ve hat pêşwazîkirin û anîn Mizgefta Taxa Şehîdlikê. Piştî wecibeyên olî bi girseyî hat definkirin.
Dema gel xwest ala kesk, sor û zer bavêje ser tabûta Ozbay polîsan gotin "em ê mudaxele bikin", lê li gel hemû astengiyan jî gel Ozbay bi alaya kesk, sor û zer pêçan û li ser milan birin goristanê.
Piştî ku Ozbay hat definkirin Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle axivî û diyar kir ku ew şoreşa Ozbay û hevalên wî silav dikin û wiha got: "Ji Hezîrana 2015'an heta niha hovîtiyek herî mezin li ser gelê me tê meşandin. Em êdî naxwazin dayikên me tabûtan hembêz bikin, li her çar aliyê welat bi dehan cenazeyên me di nexweşxaneyan de ne, bila êdî destên xwe yên qirêj ji ser zarokên me rakin." Dîcle da zanîn ku gelê Kurd ne Kurdên salên 90'î ne, êdî ew xwedî serok, felsefe û şehîdan e, azadî nêz e.
Piştî ku gel ji ser gora Ozbay çû, dayika Ozbay xwe avêt ser gora kurê xwe, rondikên wê bi ser gora kurê wê de rijiyan û wiha loriya " Tu bi xêr hatî welatê xwe, qurbana hesreta dilê te me."
Şîna Ozbay wê li mala şînê ya Temîra ya li Rezanê bê danîn.