Berxwedana li Nisêbînê di roja 56. de ye

Li Nisêbînê ku berxwedana xwerêveberiyê bênavber dewam dike, taxên Kişla û Zeynelabîdîn hatin bombekirin.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê "qedexeya derketina derve" ya di 14'ê Kanûnê de hat îlankirin, ev 56 roj in dewam dike. Li navçeya ku bênavber ji aliyê hêzên dewlet Tirk ve tê bombekrin, di navbera endamên YPS û hêzên rejîma Tirk de şerekî dijwar diqewime. Topbarana li hemberî taxên Kişla û Zeynelabîdîn bênavber dewam dike. Şerê duh bi şev giran bû, hînê dewam dike. Maşînên zirxî yên li ser sînor bi cih bûne jî bombeyan li taxan dibarînin.

Ji ber bomberdûmanê dû bi ser taxan ketiye.