Berxwedana greva birçîbûnê di roja 6’an de ye

Greva birçîbûnê ya ku bi daxwaza hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk were ji hêla 50 berxwedêrî hate destpêkirin, di roja 6’an de ye.

Greva birçîbûnê ya ku bi daxwaza hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk were li avahiya Rêxistina DBP’a Bajarê Amedê tê di 5 Îlonê de bi pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê de ji hêla 50 dildarî hate destpêkirin, roja 5’emîn bi coş û moral li pey xwe hişt û ket roja 6’emîn. Her sibehê saet 10.00’an berxwedêr derbasî cihê çalakiya Salona Konferansê ya Vedat Aydin dibin û serdanan qebûl dikin.

Di roja 5’an de Serokwekîlê Koma HDP’ê û endamê heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûkan, Pîrên Ocaxa Ewladên Dersîmê, rêveberên THÎV’ê yên Şaxa Amedê, Seydayên endamên DÎAY-DER’ê, şanoger, sînevan, hunermend, nivîskar û bi hezaran kesî serdana Berxwedêrên Greva Birçîbûnê ya Bêdem-Bêdorveger kirin.

Meclîsa Partî ya Navend Giştî ya DBP’ê li salona civînê ya Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Amedê ku cihê greva birçîbûnê ye, hate lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel ku di greva birçîbûnê de cih digire, di civînê de nirxandin kirin.

GIRTIYAN BERXWEDAN SILAV KIRIN

Di serî de Girtîgeha Tîpa F Nimre 1 a Tekîrdagê, girtiyên li gelek girtîgehan Berxwedêrên Greva Birçîbûnê silav kirin.

Di nav rojê de lênûsa ku bi navê “Ji Giravê re not” e, rastî eleqeyek mezin hat û mêvanan têkîldarî girêdana xwe ya bi Ocalan re hestên xwe nivîsîn.