Bernameya Heyeta HDP'ê ya li Başûrê Kurdistanê eşkere bû

Bernameya Heyeta HDP'ê ku ji bo hin hevdîtin û danûstandinan hat Başûrê Kurdistanê, eşkere bû. Heyeta HDP'ê wê îro bi Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî re rûnê û bi vî rengî dest bi hevdîtinên xwe bike.

Di nava heyeta HDP'ê de ku Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş serokatiya wê dike, Alîkarên Hevserokên Gştî Fatma Kûrtûlan, Nadîr Ylidirim û parlamenter Osman Baydemîr, Besîme Konca, Îmam Taşçier û Celal Dogan hene. Heyet wê li Başûrê Kurdistanê bi nûnerên partiyên siyasî, hin şexsiyet û rêxistinên girîng re hevdîtinê bike.

Serdan wê çar rojan dewam bike. Roja ewilî wê li Hewlêrê, piştre jî li Silêmaniyeyê hevdîtin werin kirin.

BERNAMEYA LI HEWLÊRÊ

Danûstandinên li Hewlêrê wê saet di 12:00 de bi hevdîtina bi Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî re destpê bike.

Heyeta HDP'ê wê saet di 17:00 de li oteya Çarçira resepsiyonekê bide û bi nûnerên PDK, YNK, Tevgera Goran, Yekgirtû ya Îslamî û Komaleyî Îslamî yên li nava hikûmeta herêmê, wê nûnerên partiyên siyasî yên li derveyî hikûmetê re bicive.

Nûnera HDP'ê ya Hewlêrê Şîlan Emînoglû da xuyakirin, ku heyet dixwaze bi hemû partiyên siyasî re hevdîtinê bike, lê belê ji ber wext nîne, nikare yek bi yek biçe serdana partiyan. Emînoglû diyar kir, ji ber vê yekê wan resepsiyoneke bi vî rengî organîze kirine.

Di roja destpêkê ya serdanê de heyet wê saet di 19:00 de li Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê bi karker û mirovên neçar mane ji Bakurê Kurdistanê koçî Başûrê Kurdistanê bike, rûnê.

BERNAMEYA ROJA DUYEMÎN

Heyet wê di roja duyemîn de saet di 10:30 de bi rayedarên PDK'ê re hevdîtinan bike. Saet di 12:00 de wê bi Nêçirvan Barzanî re rûnê. Saet di 15:30 de wê hevdîtin bi Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê re bê kirin. Heyeta wê saet di 17:00 de bi Komaleyî Îslamî re hevdîtinê bike û bi vî rengî danûstandinên xwe yên li Hewlêrê biqedîne.

HEVDÎTINÊN LI SILÊMANIYE

Heyeta HDP'ê wê di roja duyemîn de li Silêmaniyeyê bi YNK, Tevgera Goran û gelek derdoran re hevdîtinan bike. Lê belê bernameya heyetê ya li Silêmaniyeyê baş zelal nebûye.

Tê payîn, heyet bi Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm, gelek siyasetmedar û şexsiyetan re jî hevdîtinê bike.