Li Ammanê di 1'ê Hezîrana 2014'an de di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Îsraîl, Erebîstana Siûdî, Tirkiye û PDK'ê de civînek hat lidarxistin. Di vê civînê de plan li ser radestkirina Mûsilê ji bo DAIŞ'ê hat kirin. Di 8'ê Hezîranê de jî ku Qatar û Urdun jî li wan zêde bûn, van dewletan li Iraqê civîneke din pêk anîn. Di vê civînê de jî plana teslîmkirina Mûsilê ji bo DAIŞ'ê hat biencamkirin. Di vê çarçoveyê de roja 10'ê Hezîranê DAIŞ ket nava Mûsilê. Di dema dagirkirina DAIŞ'ê de li Mûsilê bi qasî 50 hezar hêza leşkerî ya Iraqê hebû. Di dema vê dagirkeriyê de şer derneket an jî berxwedan nehat nîşandan. Di êrîşeke bi tenê de 1700 leşkerên Iraqê ji aliyê çeteyan ve hatin kuştin. Gelek çekên giran ên artêşa Iraqê û pereyekî zêde yê di banka Mûsilê de ketin destê DAIŞ'ê. DAIŞ'ê di êrîşên piştre de, bi taybetî di êrîşa li hemberî Kobanê de çekên giran ên li Mûsilê bi dest xist, bi kar anî. Yek ji armancên bingehîn ên DAIŞ'ê avakirina yekîtiyeke Kurd, Tirkmen û Ereb ên Sûnî ye. Mûsil jî weke navenda vê yekîtiyê hat hesibandin.
LÊGERÎNÊN LI TIFAQA SÛNÎ
Eşîrên Ereb ên berê yên li Mûsilê ne, ji ber berjewendiyên xwe bi DAIŞ'ê re tifaq çêkirine. Eşîrên ji berê ve li Mûsilê xwedî rol in û çeteyên DAIŞ'ê beriya dagirkirina herêmê hin amadekarî kirin. Ev eşîrên han eşîrên ji berê ve bi partiya Baasê re ne. Ji van a herî girîng jî eşîra Cûbûrî ye ku Saddam bi xwe jî jê ye. Ev eşîr di damezrandina partiya Baasê de roleke girîng lîstiye. Gelek fermandarên DAIŞ'ê jî ji kesên di nava Baasê de ji Saddam re leşkerî kirine pêk tê. DAIŞ'ê ji bo Mûsilê bi hêsanî dagir bike, zemîna Sûnîtiyê bi xurtî bi kar anî. Eşîrên Sûnî yên ji Şîabûyîna hikûmetê aciz in, di bicihbûna DAIŞ'ê li Mûsilê de bûn xwedî roleke girîng. Bi saya vê yekê xwestin li Mûsilê hukmê xwe bidomînin. DAIŞ'ê jî tecrûbeyên heyî û nakokiya Sûnî-Şîa baş nirxand û bi vî rengî zemîna li Mûsilê baş bi kar anî. Li ser vê esasê Mûsil kontrol kir. Dema DAIŞ'ê Mûsil dagir kir, eşîrên Sûnî bi merasîmên bi heybet ev çete pêşwazî kirin. Bi ti rengî berxwedanek nehat nîşandan. Piştî pêvajoyê DAIŞ bêhtir xurt bû. Vê rewşê bi bidestxistina Telaferê û beşek ji Şengalê re dewam kir. Li herêma Telaferê jî beşek ji Tirkmenên Şîa, bêyî li ber xwe bidin an jî bêyî li dij derkevin yekser çete pêşwazî kirin, bi wan re tevgeriyan û tevlî wan bûn.
Yek ji armancên bingehîn ên DAIŞ'ê ew e bû ku yekîtiyek ji Kurd, Tirkmen û Erebên Sûnî ava bike û vê li hemberî dewletên Îran, Iraq û Sûriyeyê bi kar bîne. Ev yek bi temamî siyaseteke ku dewleta Tirk dixwaze bimeşîne, lê bi giranî têkçûye ye. Bi vê rêbazê re xwest li Celawlayê li dijî dewleta Îranê êrîşê bide destpêkirin û li nava Îranê mîna li Sûriye û Iraqê kaosê derxîne. Lê belê Îran zû bi vê hesiya û pêşî li vê girt. Ev tifaq, ji ber daxwaz û lihevnekirinên li ser desthilatdariyê, di demeke kurt de ji hev ket. Lê belê Tirkmenên Sûnî di êrîşan de weke piyon hatin bikaranîn. Li Şengal, Telafer û gelek deverên Sûriyeyê, êrîşî bi destê van çeteyên Tirkmen ên Sûnî hatin kirin. Beşeke mezin a çeteyên êrîşî Şengalê kirin, ji Tirkmenên Telaferê pêk dihatin. Di dema êrîşa li hemberî Şengalê de 11 hezar pêşmerge li Şengalê hebûn, lê dema êrîşê destpê kir 11 hezar pêşmerge bi carekê ve ji holê winda bûn. Ev êrîşa li hemberî Şengalê ji aliyê bi qasî 300 çeteyên Tirkmen û Ereb ve hat kirin. Bi saya xaka Şengalê ku beşek jê hatibû dagirkirin, DAIŞ'ê rêyên bazirganiyê, herêmên petrolê, bendav, santralên elektrîk û gazê xist bin kontrola xwe û saya vê yekê hêza xwe zêde kir. Dilê dewleta Tirk bijiya vê yekê û êdî ne bi rengekî veşartî yekser li pêş çavan têkilî bi DAIŞ'ê re danî. Girtina wezîfedarên konsolosxaneya Tirk ji aliyê DAIŞ'ê ve û serbestberdana wan weke parçeyek ji vê planê mîna mîzansenekê hatin bikaranîn. Bicihbûna leşkerên Tirk bi bêdengî li Başîka, aliyekî din ê plana konsolosxaneyê ye.
YEKANE DESTEKVANÊ DAIŞ'Ê YÊ LI HERÊMÊ EŞÎRÊN LI DÛ BERJEWENDIYAN TEVDIGERIN Û DEWLETA TIRK E
Nifûsa Mûsilê beriya êrîşên DAIŞ'ê 2,5 mîlyon bû. Civakek ji Xiristiyan, mezhebên Sûnî û Şîa û Êzidî lê dijiyan. Piştî êrîşên DAIŞ'ê bi tenê civakeke biçûk a ji gelê Ereb ê Sûnî ma. Bi qasî 70 hezar endamê eşîra Zebarî yên di nava çeteyên DAIŞ'ê de cih digirin, lê dijîn. Mûsil di rewşa heyî veguheriye bajarekî ji yek rengî ya ji Erebên Sûnî. Ji bilî Şengalê, bajarok û navçeyên Til Qeseb, Beec, Telafer, Başîka û Bahzan ên Mûsilê di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne. Ji van bajarokê Beecê yê herî zêde nêzî navenda bajarê Şengalê ye. Beec bi tenê 15 kîlometreyan dûrî Şengalê ye. Hemû herêmên ji Beecê wêde xaka Kurdên Êzidî ye. Bajarokê Hamdaniye yê li aliyê Hewlêrê jî di destê çeteyên DAIŞ'ê de ye. Li aliyê din, herêma ji Mûsilê heta sînorê Kerkûkê, ku Hawicey jî di nav de ey, di destê DAIŞ'ê de ye.
Ji bilî çend eşîran, temamiya eşîrên mezin ên li Mûsilê piştgiriyê didin DAIŞ'ê. Sedema herî girîng a vê yekê jî hikûmeta Şîa ye ku aborî di destê wê de ye. Dikare bê gotin ku di qebûlkirina DAIŞ'ê ji aliyê eşîran ve, aborî sedemeke mezin e. Di navbera derfetên beriya niha yên van eşîran û yên niha di destê wan de ne, cudahiyeke mezin heye. Sedema vê yekê jî ew e ku DAIŞ'ê derfetên aboriyê pêşkêşî eşîran kiriye. Dewlemendiyên xwezayî yên mîna ava paqij, petrol û gaza xwezayî têkiliya navbera DAIŞ'ê û Eşîran a li ser bingeha berjewendiyan xurtir dike. Eger di destê DAIŞ'ê de ewqas derfet nebûya, eşkere ye wê nikarîbûya li Mûsilê bima. Lê belê bi zêdekirina derfetan re hevrikî jî zêde kir. Vê hevrikiyê di heman demê de rê li ber pirsgirêkan jî vekir. Di dema dawî de li Mûsilê di navbera eşîran de şer qewimî, gelek îsan mirin û birîndar bûn. Ji ber ku derfet çiqasî zêde bibin, têkoşîna ji bo desthilatdarî û bandoriyê jî pê re zêde dibe. Şerê dawî yê li Mûsilê di navbera eşîrên Şamar û Zebarî de li ser bûyîna desthilatdariyê rû da.
Nikare were gotin ku çeteyên DAIŞ'ê hînê xwedî heman hêza berê ye. Derbên di dema dawî de li Rojava ji YPG'ê dixwe û herêmên stratejîk ên ji dest diçin, sedemên sereke yên qelsbûna DAIŞ'ê ne. Bi vê têkoşînê ve hêza çeteyên DAIŞ'ê hat şikandin, ji aliyê psîkolojîk û derûnî ve têk çû. Kadroyên DAIŞ'ê yên kevn hemû di şerê Kobanê de tasfiye bûn. Tê gotin bi qasî 7-8 hezar DAIŞ'î li Mûsilê hene. Şûna kadroyên tasfiye bûne, hewl tê dayîn bi dibistanên DAIŞ'ê yên li Mûsilê were dagirtin. Gelek DAIŞ'î li van dibistanan tên perwerdekirin û di asta fermandariyê de tên erkdarkirin. 7-8 hezar endamên çeteyên DAIŞ'ê yên li vê derê, weke hêza bingehîn a DAIŞ'ê tên dîtin û tê gotin, di parastina Mûsilê de ev hejmar dikare bi têrkerî li ber xwe bide. DAIŞ'ê li Mûsilê sîstemeke bajêr va kiriye. Asayîş, nexweşxane, polîs, şaredarî, navendên bazirganiyê hwd. Niha li herêmê yekane destekdarê DAIŞ'ê, eşîrên li dora berjewendiyan tevdigerin û dewleta Tirk e. Dewleta Tirk gelek çekên giran ên anî Başîka, bi rêya eşîran gihand DAIŞ'ê.
Başîka ya 20 kîlometre li bakurrojhilatê Mûsilê ye, wargeheke dîrokî ya Asûriyan e. Navê wê jî bi zimanê Aramî "Bet" (Mal) û "Aşîka" (Aşiq) e "Mala Aşiqan" e. Li vê herêma bi darên xwe yên zeytûnê navdar e, tevî Êzidî û Şebekan, Suryanî û Erebên Misilman jî dijîn. DAIŞ'ê piştî ku ev bajarok di Hezîrana 2014'an de bi dest xist, navê "Dua" lê kir.
HIN DETAYÊN TÊKILDARÎ OPERASYONA MÛSILÊ
"Tîma Çavdêriya Razemenî û Desteka Analîtîk" a ser bi Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, têkildarî DAIŞ'ê raporek amade kir. Li gorî vê raporê, rêxistin ji sê komên bingehîn pêk tê. Ji van koman a yekemîn kadroyên rêveberiyê yên bingehîn in. Ev kadro bi giranî ji Iraqiyan pêk tê û ji sala 2010'an û vir ve ji aliyê Ebû Bekîr el Bexdadî ve tê birêvebirin. Koma duyemîn koma ji Iraqî û Sûriyeyiyan a bîat ji Bexdadî re kiriye, pêk tê. Ev kom di karên leşkerî û îdarî de cih digire. Koma sêyemîn jî terorîstên biyanî yên ku ji sedî 80 ê wan ji welatên derve hatine. Û beşeke girîng a hêza çekdar ji vê komê pêk tê.
Her çend Mûsil dorpêçkirî jî be, bi hin tifaqên li nava PDK'ê pêk anî re û bi rêyên qaçax, zehmetiyeke mezin derketiye pêşiya DAIŞ'ê. DAIŞ'ê li hemberî operasyoneke gengaz a ji bejahî ve li hemberî Mûsliê bê kirin, sîstemeke xendekan a ji sê qonaxan çêkiriye. Xendekên destpêkê ji bo pêşî li wesayîtan bigire hatine çêkirin. Tê texmînkirin ku firehiya van xendekan 2 metre, kûrahiya wan jî 2 metre ye. Xendekên duyemîn jî bi petrolê hatiye dagirtin. Tê texmînkirin ku ev xendek jî ji bo pêşî li keşfa balafirên keşfê û êrîşên hewayî bigire hatine kolandin. Tê gotin di dema şer de wê agir bê petrolê bixînin. Xendekên asta sêyemîn jî, tê gotin ji xendekan wêdetir weeke sîstema parastinê ya binê erdê ye. Cihên xwe lê veşartinê yên ser wan bi beton hatiye girtin, bi tunelan bi hev ve hatine girêdan.
Çekên xwe yên giran jî tank, top û fuzeyên xwe çêkirin e. DAIŞ amadekariyan dike ku bi giranî bi doçkaya 57'an, topên hawanê û katyûşayan bajêr biparêze. Çeka ku herî baş bi kar tînin jî mayîn e. Tê gotin, DAIŞ'ê derdor û navenda bajarê Mûsilê bi mayînan dagirtiye. Li bendên kontrolê yên bajêr mayînên ji warîlan bi cih kiriye. Li gorî texmînan piraniya çekên giran ji Mûsilê derbasî Telafer hatine kirin. Sedema vê yekê jî ew e; eger Mûsil bikeve wê çekên giran di ser Telaferê re derbasî Beecê ji wir jî bibe Sûriyeyê. Lê belê baş nayê zanîn çekên giran tam birine ku derê.
Steve Warren li Sefaretxaneya Bilind a DYA ya li Bexdayê da xuyakirin, ku balafirên hêzên koalîsyonê li hemberî hedefên DAIŞ'ê 6 hezar 703 caran êrîşên hewayî kirine. Lê belê xuya ye balafirên koalîsyoên xwe li van kordînatan nedane. Tê gotin ku balafiran bi giranî li mewziyên DAIŞ lê ne bû, xistine.
Têkildarî operasyona Mûsilê, detayeke din jî Îran e. Bêguman bandoreke girîng a Îranê li ser Iraqê heye. Ji ber ku hikûmeta Iraqê Şîa ye û Iraq di parastina Îranê de girîng e, bandoreke xurt a Îranê li ser Iraqê heye. Ji bo Îran şer negihîne xaka xwe, neçar dimîne ku li Iraqê bi bandor be. Hêza Heşdî Şehbî ya Îranê jî li herêmê ye û tê texmînkirin ku hejmara xwe bi qasî 70 hezarî ye. Ji ber ku Heşdî Şehbî di bin kontrola Îranê de ye, naayê xwestin bikeve Mûsilê. Tirs û fikar heye ku hêza Heşdî Şehbî ya Şîa ye, li Mûsilê qetlîamekê bîne serê Sûniyan. Ji ber ku hebûna civaka Sûnî zêdeyî sal û nîveke weke sedema bingehîn a mayîna DAIŞ'ê li Mûsilê tê nîşandan. Tê gotin, ji ber vê yekê ye PDK û Tirkiye di vê astê de li dijî Heşdî Şehbî derdikevin. Hêza ku PDK û Tirkiye dixwazin li Mûsilê bidin şer kirin, Heşdî Watanî ya ji kadroyên wan pêk tê ye. Heşdî Watanî rêxistinbûyîneke Sûnî ya li dijî Heşdî Şehbî ye. Yek ji sedemên derengketina operasyonê jî dijberiya Heşdî Şehbî-Heşdî Watanî ye. Di nirxandinan de tê gotin, Heşdî Watanî bi navê xwe yê din Niştimanî, wê di dema pêş de li Mûsilê bibe hêza mezinkirina aloziyê. Sedemeke din a israra PDK û Tirkiyeyê di vê mijarê de, soza dewleta Tirk a ji bo serokatiyê daye PDK'ê ye. Tê gotin, dewleta Tirk daye xuyakirin ku wê ji bo herêmeke Mûsil jî di nav de ye têbikoşe û hin soz daye malbata Barzanî ku wê bi temamî li ser Kurdistanê serdest be.
Sibe: Naveroka civîna 16'ê Adarê ya li Kerkûkê ji bo operasyona Mûsilê hat lidarxisitn, amadekarî û plansaziya operasyonê, detayên operasyonê, plana piştî operasyonê li ser Mûsilê tê kirin, rewşa hêzên tê xwestin di operasyonê de cih bigirin.