Beriya deklarasyona dîrokî bang li gel hat kirin
Hemû pêkhateyên siyaseta Kurd wê di 31'ê Tebaxê de li Amedê deklarasyonekê eşkere bikin. Beriya eşkerekirina vê deklarasyonê, bang li gel hat kirin ku li ber avahiya KCD'ê li hev bicive.
Hemû pêkhateyên siyaseta Kurd wê di 31'ê Tebaxê de li Amedê deklarasyonekê eşkere bikin. Beriya eşkerekirina vê deklarasyonê, bang li gel hat kirin ku li ber avahiya KCD'ê li hev bicive.
Piştî deklarasyona KCK'ê ku di nava raya giştî de deng veda, pêkhateyên bingehîn ên siyaseta Kurd jî xwe amade dikin bi rengekî xurt dest li pêvajoyê werdin. Tê payîn KCD, HDK, KJA, HDP û DBP, di 31'ê Tebaxê de li avahiya KCD'ê ya li semta Ofîs a Amedê deklarasyonekê eşkere bikin.
'EM Ê HELWESTA XWE EŞKERE BIKIN'
Hevseroka DBP'ê ya Amedê Hafize Îpek li ser deklarasyonê agahî da û anî ziman, ew ê deklarasyonê di 31'ê Tebaxê roja Çarşemê de li avahiya KCD'ê tevî gel eşkere bikin. Îpek destnîşan kir, ku xala bingehîn a deklarasyonê wê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be. Hafize Îpek fikarên xwe yên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan bilêv kir û da xuyakirin, ku ew ê têkildarî rakirina tecrîdê, helwesta xwe eşkere bikin.
BANG LI GELÊ AMEDÊ HAT KIRIN
Îpek da zanîn, ne tenê siyasetmedar, parlamenter û hevşaredar, wê gel jî di dema eşkerekirina deklarasyonê de amade be û bang li gelê Amedê kir, ku di 31'ê Tebaxê de li ber avahiya KCD'ê be.