Berê şervanan û tivingan li Minbicê ye

Operasyona Minbicê, bi liv û tevgera şervanan û tiviyan her roj, dewam dike.

Şervanên ku ji 1'ê Hezîranê û vir ve di nava germa dijwar de ji bo rizgariya Minbicê di nava hewldan û fedekariyê de ne, berê tivingên xwe dane Minbicê.

Ji roja destpêkê ve, hêzên operasyonê hem li eniya Tişrînê hem jî li eniya Qereqozaxê bi baldariyeke mezin bi pêş de çûn. Hêzên di navbera Cerablûsê û Çemê Firatê de dest bi operasyonê kirin, li her du eniyan her çar aliyên xwe kontrol dikin. Şervanan hemû gund û gundikên li derdora bajê rizgar kirin. Li dû vê dorpêçiya berfireh, şervanan berê tivingê xwe dane çeteyên di nava dorpêçiyê de man e. Ji bo rizgarkirina bajêr, li herêmên cuda berê hemû tiviyan li cihekî ye; bajarê Minbicê.

Hêzên operasyonê dorpêçiyê teng dikin û bi gavên hêdî û ji xwe bawer bi pêş de diçin. Şervan û tiving her roj hinekî din nêzî bajêr dibin. Bajar ji her aliyan ve hatiye dorpêçkirin. Di vê dorpêçiyê de ji çekê bêhtir, şervanên çekê bi kar tînin derdikevin pêş.

Şervanên van çekan bi kar tînin, bi şev û roj di nava germa dijwar de çeperên xwe qewîn dikin. Şervanen li vê derê bi dorê nobedê digirin. Şervanên nobedê dewr dikin, ji bo bêhnvedanê carna li odeyeke vala ya xaniyekî, carna jî li binê siya darekê rûdinên. Ya ku di bêhnvedanê de şervan herî zêde jê hez dikin, vexwarina çayê ye. Çaya germ hem havînê, hem zivistanê, doste herî nêz ê şervanan e.

Minbic wê kengî bê rizgarkirin, wê kengî ji destê çeteyan were derxistin, wê kengî bi hezaran mirovên esîr hatine girtin bi destê şevanên azadiyê bên rizgarkirin, bersiva van hînê nediyar e. Lê belê tiştekî diyar heye; berê şervanan û tivingan li Minbicê ye û şervan bi biryardarî gav bi gav nêzî bajêr dibin. Dibêjin, "Minbic wê ji sedî sed azad bibe. Em ji bo vê hatine vê derê."

...