Artêşa Tirk bi rêya bejahî û hewayî ji navçeya Çelê ya Colemêrgê leşker veguhest ser sînorê Başûrê Kurdistanê.
Li gel hatina biharê, liv û tevgera leşkerî ya li ser sînoran berdewam dike. Artêşa Tirk demjimêr di 18.00 de bi 200 wesayîtan leşker veguhestin ser sînor û di dema veguhestinê de jamer hatin bikaranîn. Leşker veguhestin xeta sînor a li Serê Sêvê û Bilêcanê. Her wiha liv û tevgera hewayî ya li herêmî jî berdewam dike.