Belavkarên Ozgur Gundemê: Zext û astengî nikarin bi me!
Belavkarên Ozgur Gundemê yên li Amedê nerazîbûn nîşanî girtina rojnameyê dan û gotin, di nava her şert û mercî de ew ê hew bidin rojnameyê bigihînin gel.
Belavkarên Ozgur Gundemê yên li Amedê nerazîbûn nîşanî girtina rojnameyê dan û gotin, di nava her şert û mercî de ew ê hew bidin rojnameyê bigihînin gel.
Rojnameya Ozgur Gundemê, tevî ku hat girtin, îro jî bi manşeta "Piştgiriya bi Ozgur Gundemê re mezin dibe" gihaşt ber destê xwendevanan.
Belavkarên rojnameyê yên li Amedê nerazîbûn nîşanî girtina rojnameyê dan û gotin "Mîna her carê, em ê rojnameya xwe belav bikin."
'DIXWAZIN SIYASETA KURD BIQEDÎNIN'
Egîd Tûran ê 21 salî ku ev 7 meh in li Amedê rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat belav dike, da xuyakirin, ku wî zexta sîstemê qebûl nekiriye û li qada çapemeniya azad dest bi kar kiriye. Tûran got, "Rewşa Awarte li dijî tevahiya gelê Kurd hatiye ragihandin. Erdogan bi zanebûn hewl dide siyaseta Kurd biqedîne. Bi vê armancê êrîşî çapemeniyê dike."
Tûran got, "Em ê serî netewîni"n û wiha dewam kir: "Çi dibe bila bibe, ez û hevalên min, li hemberî hemû zext û zordariyan em ê rojnameyê belav bikin."
'DI NAVA HER ŞERT Û MERCÎ DE EM Ê BELAV BIKIN'
Ji belavkarên Ozgur Gundemê Firat Toprak jî diyar kir, ew ê karê belavkirina rojnameyê bidomînin û destnîşan kir, ku ew li ser rêya rast in, lewma ew ê ti carî ji vê rêyê dernekevin. Toprak biryardariya xwe careke din bilêv kir û got, "Me bixin girtîgehan jî em ê rojanemeyê belav bikin. Zext nikarin bi me. Ji ber ku Ozgur Gundem û Azadiya Welat rastiyan dinivîsînin. Em ê jî her sibehê van rastiyan bixwînin û bigihînin xwendevanan."
Hakki Aydin ê 8 meh in li bajêr rojnameyê belav dike xwest, biryara girtinê derhal bê betalkirin. Aydin da xuyakirin, ku ew ê di her şert û mercî de rojnameyê belav bikin û diyar kir, divê xebatkarên Ozgur Gundemê yên hatine binçavkirin derhal bên berdan. Aydin got, "em astengiyan nas nakin."