Li Silêmaniyê Nûnerê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurdên Suriyê li ser peyama dawî ya herdû meclîsan û li Rojavayê Kurdistanê giringiya yekîtiya Kurdan semînerek pêk anîn. Di civînê de nûneran diyar kirin ku lihevkirina hêzên Kurd pêngavek dîrokî ye û wê yekîtiya gelê Kurd di Rojavayê Kurdistanê de ji bo bidestxistina statûya Kurdan bibe bingehek gîring.
Doh danê êvarê li Dezgeha Xendan a Silêmaniyê nûnerê Herêma Kurdistanê ya Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Dr. Mihemed Reşo û nûnerê ENSK Sekreterê Partiya Çep a Kurdên Suriyeyê Mihemedê Musa semînerek hevbeş pêk anîn. Semîner bi deqiqeyek rêzgirtina giyana şehîdên Kurdistanê dest pê kir.
Di destpêka semînerê de nûnerê ENSK’ê Mihemedê Musa axivî û behsa qonaxa destpêkirina raperîna li Suriyeyê kir. Musa diyar kir ku wan di serî de jî diyar kiribû ku ji ber wesfê xwe yê herêmî û cihê xwe yê stratejîk rewşa Suriyê naşibe yê Lîbya, Tunûs û Misrê û lewma pêwîstî heye ku rewşa rejîma Esed jî baş bê şirovekirin. Musa got; “rejîma Esad rewatiya xwe wenda kiriye. Civaka Suriyeyê ji 15’ê Adara 2011’an heya niha li dijî rejîmê di nava çalakiyan de ye. Lê belê xweseriyên civaka Suriyeyê hene. Bi tevê Ereb û Kurdan gelên din jî di nava vê civakê de dijîn. Hilweşandina rejîmek wiha yê diktator ji bo azadiya van gelan şansek mezin e lê ji bo Kurdan du car şans e. Du qat ji gelên din zêdetir di berjewendiya gelê Kurd de ye”.
Musa da zanîn ku piştî destpêkirina raperîna gel rejîmê vê care jî karta mezhep bi kar aniye û ji ber vê yekê jî niha li Suriyeyê şerekî mezhebî di navbera Sunî û Elewiyan de rû dide.” Musa got ku di nava muxalefeta Suriyê de jî yekîtiyek nîne û muxalefetên heyî jî çareseriya pirsgirêka Kurd dûr in û mafê gelê Kurd nas nakin. Musa got; “Di Konferansa Misirê de jî diyar bû ku muxalefa rejîmê ti mafê gelê Kurd nas nake. Ev yek jî bû sedem ku em weke nûnerên gelê Kurd rûnin û bifikirin. Me got ku êdî ji vê derengtir nabe, divê em jî bi xurtkirina yekîtiya xwe bikarin mafê xwe û statûya xwe biparêzin. Li ser vê bingehê me biryara yekîtiya hêzên Kurd da. Beriya niha di navbera ENSK’ê û Meclîsa Gel de danûstandin hebûn. Rêze civîn jî çêbûn. Lê belê bi civînên dawî yên li herêma Kurdistanê bi hevpeymana Hewlêrê me biryara yekîtiyê teqez kir. Ev gavek dîrokî ye”.
Musa diyar kir ku ji bo lihevkirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê PKK’ê, PDK’ê û YNK’ê jî piştgirî dane wan û ji ber vê helwestê spasiya van hêzan kir û got; “Ji bo yekitiya Kurdên Rojava her sê hêzên sereke yên kurd PKK, PDK û YNK’ê alîkarî kirin û xwestin ku yekîtiya hêzên Rojavayê Kurdistanê pêk were. Vê yekê jî moralek mezin da me. Ji bo alîkariya wan em spas dikin”.
Nûnerê herêma Kurdistanê ya Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Dr. Mihemed Reşo jî axivî û diyar kir ku guhertina li tevahiya herêmê ji bo Kurdan firsendek dîrokî derxistiye holê û divê Kurd vê firsendê baş bikar bînin. Reşo got; “Ev derfet ji sed salan carekî peyda dibe. Ji ber vê yekê jî divê em jî destê xwe zû bigrin û vê firsendê baş bikar bînin. Weke Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê ji destpêka raperînan heya niha me hewl da ku em xwe bi rêxistin bikin û stûnên statûya xwe saxlem ava bikin. Me di serî de jî diyar kiriye ku kî hebûna gelê me nas bike em jî wî nas dikin”.
Di berdewama axaftina xwe de Reşo diyar kir ku muxalefata Suriyê diyarkiriye ku wan pirsgirêka Kurd cemidandine û ji ber vê yekê muxalefet rexne kir û got; “Bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd pirsgirêkên Suriyeyê jî çareser nabin û nêzîkatiya demokratîk wiha nîne.”
Reşo da zanîn ku yekîtiya hêzên Kurd li Rojavayê Kurdistanê pir giringe û ji bo Kurd bibin xwedî helwest û stratejiyek hevbeş ev li hevhatin pêngavek pêwîst bû. Reşo got; “Bi vê hevpeymanê me îradeyek hevbeş avakir. Di pêvajoya nû de jî em ê bikarin bihêz tekoşîna xwe birêve bibin.”