Li Stenbol û Qersê 6 kes hatin binçavkirin li navçeya Kagithaneyê ya Stenbolê 4 kesên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin hatin binçavkirin. Li Qersê jî 2 kesên bi hinceta tevlî çalakiya 30'ê cotmehê bûn hatin binçavkirin.
Endamên Rêxistina BDP'ê yên Kagithaneyê şevê din li taxa Nurtepe hatin cem hev û ji bo dest bi çalakiya greva biçîbûnê bikin kon vedan. Berî kon vê vedan koma dest bi çalakiya rûniştinê kir û ji komê Sînan Ozdemîr, Ahmet Meşe, Alper Eren û Nuh Solmaz dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Lê polîsan mudaxele li komê kir û 4 BDP'iyên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin binçav kirin.
LI QERSÊ 2 BINÇAVÎ
Li Qersê jî welatiyên bi navê Mahsun Ozen û Recep Ozen bi hinceta di 30'ê comtehê deê di daxuyaniyan li Qersê pankrat vekirin hatin binçavkirin. Welatiyên li sukê hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Qersê.