Parlementerê BDP'ê yê Wanê Nazmi Gur, 9 gundên girêdayî Wanê yên bibûn mexdûrên erdhejê ziyaret kir û li pirsgirêkên welatiyan guhdar kir. Gur, anî ziman ku dê pirsgirêka gundan bibe meclîsê û ji bo mal bên avakirin û mirov li malan bên bicihkirin dê di nava hewldanan de be.
Li Wanê di 23'e cotmeh û 9'ê mijdara 2011'an de 2 erdhejên mezin pêk hatin, bi sedan welatî mirin û bi hezaran xanî hilweşiya bûn. Parlementerê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur, rêveberên BDP'ê Ali Surme, Ali Beyaz, Endamên Meclîsa Giştî yê Wanê Alî Kaçlık, Ayla Tarhan û gelek kesên din ji bo li pirsgirêkên welatiyan guhdar bike li 9 gundan geriyan û welatî ziyaret kirin. BDP'î serê sibê derketin ziyareta gundan û li pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin. Heyetê li gundan civîn pêk anîn û li daxwaz û pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin. Heyetê li gundên Alako, Molaqasim, Ayanis Erenî, Koçerî, Dêrebelek, Canik û Beyrek, Hıdır
Welatiyan anîn ziman ku li gel 7 meh di ser erdhejê re derbas bû jî hêj birînên wan nehatine dermankirin. Welatiyan anîn ziman ku hêj xaniyên wan ên hilweşiya ne nehatine rakirin û alîkarî bi wan re nehatiye kirin. Welatiyên gundê Koçeniyê diyar kirin ku ji ber kavilên xaniyên wan nehatine rakirin hêj derûniya erdhejê j ser xwe neavêtine. Welatiyan anîn ziman ku hikûmetê soz daye wan, lê sozên xwe bi cih neanîne. Welatiyan destnîşan kir ku ew hêj di konan de dijîn û daxwazên wan bi cin nayên.
Parlementerê BDP'ê yê Wanê Nazmi Gur jî piştî li pirsgirêkan guhdar kir anî ziman ku dê pirsgirêka gundan bibe meclîsê û ji bo mal bên avakirin û mirov li malan bên bicihkirin dê di nava hewldanan de be.