Rêxistina BDP'ê ya Bazîdê berî hevserokên KCD û BDP'ê navçeyê ziyaret bikin belavok belav kirin û bang li hemû kesî kir ku tevlî pêşwazîkirina hevserokan bibin.
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê amadekariyên pêşwezîkirina Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak û Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk û mitîngê berdewam dikin. Rêveberên Rêxistina BDP'ê yên Bazîdê û Wekîlê Şaredarê Bazîdê Alî Sagut jî di nav de komeke qelebalik li navçeyê belavok belavkirin û gel dewetî mitîngê kirin.
Berî belavkirin belavokan Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bazîdê Îsa Ozer, daxuyanî da û diyar kir ku sibê saet di 18.00'an de dê hevserokan li duryana riya Ebexê pêşwazî bikin û li ber şaredariyê mitîngekê li dar bixin. Ozer, xwest ku hemû gelê Bazîdê tevlî pêşwezîkirinê bibe û tevlî mitîngê bibin. Piştî daxuyaniyê li navçeyê belavok hatin belavkirin.