Bayik şer û têkoşîna salekê nirxand
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, şerê ku dewleta Tirk di 24'ê Tîrmehê de da destpêkirin, berxwedana Tevgera Azadiyê ya Kurd û rewşa heyî nirxand.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, şerê ku dewleta Tirk di 24'ê Tîrmehê de da destpêkirin, berxwedana Tevgera Azadiyê ya Kurd û rewşa heyî nirxand.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, şerê ku dewleta Tirk di 24'ê Tîrmehê de da destpêkirin, berxwedana Tevgera Azadiyê ya Kurd û rewşa heyî ji ANF'ê re nirxand.
Bayik bibîr xist, ku wan beriya niha gelek caran ragihandin, biryara şer di civîna 30'ê Cotmeha 2014'an a Desteya Ewlekariya Milî (MGK) de hatiye girtin, lê belê piştre hîn bûne ku ev biryara şer berî 30'ê Cotmehê hatiye girtin. Bayik got, "Di havîna 2014'an de plana têkbirinê tê amadekirin. Plana têkbirinê, plansaziya teorîk a êrîşa li hemberî qadên xwerêveberiyê ye."
DEWLETA TIRK JI SERKETINA KOBANÊ TIRSIYA
Bayik da xuyakirin, ku dewleta Tirk ji bo Şoreşa Rojava têk bibe û bala Tevgera Azadiyê ya Kurd bikişîne ser Kobanê, bi destê DAIŞ'ê erîşî Kobanê kir û got, "Dema ku ev êrîşa dewleta Tirk a li hemberî Kobanê bi ser neket, li Kobanê berxwedaneke mezin hat nîşandan, bendewariya 'ket' a Erdogan bi cih nehat, gel li dora berxwedana Kobanê li hev civiya, di 6-7-8'ê Cotmehê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo destekkirina berxwedana Kobanê rabû serhildanê, dewleta Tirk tirsiya. Dît ku ne tenê li Rojava li Bakurê Kurdistanê jî êdî civaka Kurd hatiye wê astê ku xwe bi xwe bi rê ve bibe."
DEMA DÎT KURD XURT DIBE, MGK'Ê BIRYARA ŞER GIRT
Cemîl Bayik da zanîn, şikandina DAIŞ'ê li Şeganlê, dengvedana berxwedana Şengalê li nava tevahiya raya giştî ya cîhanê, bandora Tevgera Azadiyê ya Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn, zêdebûna bandora wê ya siyasî li tevahiya cîhanê, bala Desteya Ewlekariyê ya Milî (MGK) kişand û MGK ji bo pêşî li xurtbûna Kurdan a li Rojhilata Navîn bigire, biryara şer girt. Ya ku rê li ber wergirtina vê biryarê vekir, neçareserkirina pirsgirêka Kurd bû."
HEVDÎTIN NE JI BO ÇARESERIYÊ, LÊ JI BO TESFIYEYÊ DIHAT KIRIN
Bayik ragihand, girtina vê biryara şer eşkere kir, ku hevdîtinên bi salan hatin kirin, ne ji bo çareseriyê, lê ji bo tesfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd weke amûrekê hatiye bikaranîn. bayik got, "Ji xwe Rêber Apo gelek caran bi şêweyê 'van hevdîtinan weke amûrekê bi kar nînin, ev nêzîkatî neçareserî ye, encama vê wê şer be' hikûmeta AKP'ê hişyar kiribû."
Bayik anî ziman, Rêberê Gelê Kurd didît ku rewş gav bi gav ber bi şer ve diçe û ji bo pêşî li vê yekê bigire, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ket nava hewldanên berfireh.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bibîr xist, ku piştî biryara 30'ê Cotmeha 2014'an a şer li MGK hat girtin, di dawiya meha Mijdarê de Ocalan planeke muzakereyê ya ji sê qonaxan pêşkêş kiriye û bi vê pêşniyara maqûl hewl daye pêşî li rûdana şer bigire.
MUTABAQATA DOLMABAHÇEYÊ
Bayik da zanîn, piştî hevdîtinên du-sê mehan di 28'ê Sibata 2015'an de Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê tevî rayedarên dewletê Mutabaqata Dolmabahçeyê hat eşkerekirin û anî ziman, ku tevî fikarên wan ên di vî warî de, ji ber gotina 'bi vî rengî rast e' ya Ocalan, wan ev mutabaqat qebûl kirine.
Bayik bibîr xist, ku piştî demeke kurt, Tayyîp Erdogan helwestek bi awayê 'mutabaqata çi, çi eleqeya vê bi demokrasiyê heye, ez vê qebûl nakim' nîşan daye û bi rengekî vekirî mutabaqat red kiriye.
Cemîl Bayik destnîşan kir, ku bi redkirina Mutabaqata Dolmabahçeyê re, bi biryara şer re serketina hêzên demokrasiyê ya hilbijartinên 7'ê Hezîranê bê pûçkirin.
PIŞTÎ HILBIJARTINÊN 7'Ê HEZÎRANÊ ÊRÎŞ ZÊDE BÛN
Bayik ragihand, piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê girtin zêde bûn, qereqol, rê, bendavên ji bo armancên leşkerî bi lez û bez hatin çêkirin û got, "Piştî hilbijartinê di 26'ê Hezîranê de DAIŞ'ê ji sê baskan ve êrîşî Kobanê kir, ku baskekî vê êrîşê ji Tirkiyeyê hat kirin. Di encama vê êrîşê de bi qasî 300 jin, zarok, extiyar sivîl hatin qetilkriin. Ev êrîş ji bo şikandina hêza Tevgera Azadiyê ya Kurd a li hemû parçeyan bû."
KOMKUJIYA PIRSÛSÊ JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE HAT KIRIN
Cemîl Bayik da xuyakirin, ku hewldanên wan û yên hêzên çep û demokratîk ên ji bo çareserkirina pirsgirêkê û demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji ber vê yekê bi ser neketin û bal kişand ser komkujiya Pirsûsê. Bayik anî ziman, ku komkujiya Pirsûsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin û got, "Nabe ku bê gotin, ev yek komkujiya DAIŞ'ê ye. Dibe ku DAIŞ'ê kiribe, ev pêkan e. Lê kê da kirin? AKP timî qala aqilekî jorîn dike. Eger bi rastî jî wê aqlekî jor bê bilêvkirin, yê polîtîkayên DAIŞ'ê bi rê ve dibin, Gladyoya Qesrê ye, ku ser bi Erdogan ve ye." Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin, ku bi komkujiya Pirsûsê re hewl hatiye dayîn desteka hêzên çep û demokratîk a ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd, desteka ji bo Şoreşa Rojava were astengkirin.
BIRYARA 24'Ê TÎRMEHÊ BIRYARA HEMÛ HÊZÊN DEWLETÊ YE
Bayik bal kişand ser biryara 24'ê Tîrmehê ku êrîşên topyekûn ên li hemberî gelê Kurd di wê rojê de destpê kir û got, "Bêguman ev biryar ne tenê ya AKP'ê ye. Biryara AKP, Gladyoyan Qesrê û hemû hêzên kûr ên dewletê ye."
Bayik got, "Êrîşa 24'ê Tîrmehê bi rengekî vekirî êrîşa 'em ê bi eciqandinê çareser bikin, em ê tine bikin' e."
Bayik destnîşan kir, ku li hemberî vê êrîşa tinekirinê bêguman wê gelê Kurd li ber xwe bida û got, "Aliyekî vê yekê yê neyê fêhmkirin nîne. Ev helwesteke gelekî meşrû ye, sekneke rewa ye."
ÎLANA XWERÊVEBERIYAN
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin, ku di 12'ê Tebaxê de bi ragihandina xwerêveberiyan ve vîna berxwedanê hatiye nîşandan û got, "Ji vê yekê hêjatir û bedewtir tiştek nîne. Nîşandana vîna berxwedanê biryareke dîrokî ye. Ji xwe azadbûn an jî neazadbûna gelekî, bi briyara xwe ya berxwedanê, bi vîna xwe ya berxwedanê diyar dibe. Dibe ku êşê bikişîne, windahiyên xwe çêbibe, mal xera bibin, lê belê vîna 'ez ê jiyana xwe ya demokratîk û azad, ez ê xwe bi rê ve bibe' daye. Ev yek destnîşankirina rêya serketinê ye. Biryara vîna berxwedanê ya li dijî êrîşa tinekirinê ye, biryara serketina azadiyê ye."
Bayik diyar kir, ragihandina xwerêveberiyê, li dijî êrîşên topyekûn ên dewleta Tirk e, biryardariya têkoşînê ye.
Cemîl Bayik da zanîn, eger di dema xwe de bi rengekî hevgirtî xwedî li berxwedana xwerêveberiyê bihata derketin, wê têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê niha di asteke cuda de bûya.
XWERÊVEBERÎ WEKE TAKTÎKÊ HAT FÊMKIRIN
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin, ku li cihê berxwedana xwerêveberiyê nehat fêmkirin, polîtîkaya 'temaşe bike, bibîne' hat meşandin û bi vî rengî bal kişand ser fêmkirina şaş a pêvajoyê: "Êrîşa şer a 24'ê Tîrmehê mîna ku pêvajoyeke demkî ye hat fêmkirin. Xwerêveberî bi xwe jî, li şûna ku weke çareseriyeke alternatîf bê fêmkirin, mîna ku helwesteke taktîkî ya ji bo dewleta Tirk bikişîne dora maseyê ji aliyê hêzên demokrasiyê û civakê ve hat fêmkirin. Ev nêzîkatiyeke neyînî bû. Ji ber ku demkî hat dîtin, nêzîkatiya 'temaşe bike, bibîne' ji aliyê civakê ve hat nîşandan. Vê rê li ber xemsarî û kêmasiyan vekir. Ji ber vê yekê hêzên demokrasiyê, eniya demokrasiyê bi rengekî hevgirtî ev berxwedan nemeşand, li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê bi têrkerî belav nebû. Ya rast li qadên berxwedanê kêmasî zêde nebûn. Gel li ber xwe da, ciwanan li ber xwe dan, YPS'ê li ber xwe da. Eger li qadên din hêzên demokrasiyê û civak biketa nava tevgerê, kêmasiyên li qadên berxwadana xwerêveberiyê wê bi hêsanî ji holê hatibûya rakirin. Ji xwe piştre, li şûna mayîna li cihekî, rêbaza şerê bi liv û tevgera hat meşandin."
HEWLDANA DARBEYÊ YA 15'Ê TÎRMEHÊ
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, wan polîtîkaya zordariyê, zilm û zordariya bi tank û topan li hemberî qadên xwerêveberiyê hatin kirin weke êrîşeke ji navenda qesrê ve tê bi rêvebirin, nirxandin û got, "Ji xwe Yalçin Akdogan jî ev digot; 'Wan texmîn nedikirin ku em ê di vê astê de bajaran xera bikin û bişewitînin. Ev nirxandin, mikurhatina li biryara xwe yaş ewitandin û xerakirinê bû."
Bayik destnîşan kir, ku kêm caran desthilatdariyên bi vî rengî di herikîna dîrokê de hatiye dîtin, ku ji bo parastina desthialtdariya xwe serî li her rê û rêbazên li derveyî mirovahiyê didin û got, "Yek ji van desthilatdariyan jî AKP ye, qesr e."
Bayik bibîr xist, ku ji leşker û polîsên li Kurdistanê komkujî û her şêwe hovîtî dikirin, bi her awayî derfet hatin dayîn, pêşî li wan hat vekirin, mafê destnedanê pêşkêşî wan hat kirin û da zanîn, hêza ku bû xwedî van derfetan, xwe bi rêxistin kir û darbe pêk anî.
'DIBÊJIN 6-7 HEZAR GERÎLA HENE, LÊ DI HEMAN DEMÊ DE DIBÊJIN 8 HEZAR GERÎLA HATINE KUŞTIN'
Bayik da xuyakirin, ku ji sedî 80-90 nûçeyên dewleta Tirk li ser berxwedana xwerêveberiyê weşand, nûçeyên ji bo şerê taybet in û got, "Bi ti awayî ne rast in. Ji xwe Fermandariyên HPG û YPS'ê di vî warî de bi rengekî vekirî bîlanço eşkere kirin."
Bayik da zanîn, ku dewleta Tirk îdîa dikin ku di vê demê de 8 hezar gerîla hatine kuştin, lê heman rayedarên dewletê dibêjin 6-7 hezar gerîla hene. Bayik got, "Eger ewqas hatibin kuştin, çawa çê dibe ku niha gerîla ji Dersîmê heta Herêmên Parastinê yên Medyyaê, ji Serhedê heta Amanosan şer dikin?"
ŞER ÊDÎ NE TENÊ LI ÇIYÊ YE
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da zanîn, li pêşberî şewitandin û xerakirin bajaran û li hemberî rêbazê qirêj ên şer, wan rêbaza şer guhertine û got, "Rêbazeke bi tevger a şer tê meşandin. Ji xwe bi vê rêbaza şer, hêzên dewletê nikarin bikevin taxên hin bajaran. Eger bikevin navê jî nikarin bimînin. Şer êdî li deşt, çiya, bajaran wê li her derê bê meşandin. Wê li metropolan bê meşandin, tê meşandin. Êdî ne tenê li çiyê ye."
TÊKILIYA NAVBERA KURDAN Û CIVAKA TIRK QUT BÛYE
Bayik herî dawî destnîşan kir, ku di encama şewitandina bajarê Kurdan û hovîtiya dewleta Tirk de, êdî têkiliya navbera Kurdan û civaka Tirk qut bûye û got, "Civaka Kurd têkoşîna xwe bêhtir radîkal kiriye û hîn bûye ku li hemberî dewleta Tirk dikare jiyana xwe ya demokratîk û azad çawa ava bike."