Bayik: Êrîşa şikandina îradeyê gihîştiye Meclîsê

Cemîl Bayik: Êrîşên li hemberî qadên xwerêveberiyê û êrîşên li Meclîsê encama heman zîhniyetê ne. Xwedîderketina li berxwedana li her du qadan, divê weke têkoşîna li dijî faşîzma AKP'ê were dîtin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di gotara xwe ya li rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîka de, di bin serenavê "Êrîş şikandina îradeyê gihîştiye Meclîsê" de ev nirxandin kir:

"AKP'a faşîst bi polîtîkaya çewisandinê ya li ser Kurdan dimeşîne bi ser hemû saziyên Kurdan de diçe û bi hemû rê û rêbazê êrîş dike. Operasyonên qirkirinê gihandine heta meclisê. Bi derxistina qanûna rakirina destnedayînê hewl dide dengê HDP'ê li meclisê bibire. Ev êrîşên xwe yên ku gihandine heta malbatên girtiyan û Amedsporê asta dijminatiya wan a li hemberî Kurdan nîşan dide. Êrîşî ser welatiyên bi pankarta Amedsporê tevli 1'ê Gulanê bûn kirin. Wekî gur ê bi hinceta çima ava wê şolî kiriye êrîşî berxê dike! AKP'a faşîst fermana ji bo li her derê êrîşî Kurdan bikin hincetan bafirînin daye polîs û leşkerên xwe. Polîs û leşker jî wekî gayê çav li rengê sor ketibe êrîşî ser Kurdan dikin. Ji xwe hatina 2 Kurdan a li cem hev kirine sûc. Yên ku êrîşî miriyê Kurdan dike wê êrîşî ser zindiyan jî bikin.

Ev êrîşên niha li ser Kurdan dimeşînin di dîroka Tirkiyeyê de êrîşên herî dijwar in. Di dema Osmaniyan de û di dîroka Komara Tirkiyeyê de jî bi topyekûn û wisa berfireh êrîşî ser Kurdan nekiribûn. AKP'a faşîst dikare di vî alî de pesnê îktîdara xwe bide. Ji xwe tifaqa wan li ser dijminatiya Kurdan hatiye avakirin. Tugrul Turkeş niha di nav AKP'ê de wekî mufetîşê qirkirinê cih digire. Lê belê alîgirên dijwar ên gladyoya Qesrê niha ji AKP'iyên kevn pêk nayê. Tayyîp Erdogan niha bûye serkêşê sereke yê MHP'ê. Tayyîp Erdogan bûye 'bavikê tirkan' ê serkêşê ulusalciyên dijminê Kurdan. Erdogan dibêje ez ê Kurdan qir bikim û têkevim nav 5 tirkên mezin. Mezinên tirkan ên berê li ser parastina welat û milet derketin pêş, Erdogan jî bi dijminatiya Kurdan hewl dide derkeve pêş. Bi gotineke din bela wî li bin guhê Kurdan ketiye.

Yên dijminatiya navê Amedsporê dikin, wekî dijminê miriyan û goristanan ketine rûpelên dîrokê, dijminatiyê bi malbatên girtiyan re dikin tê wateya ku ti pîvan bi van re nemaye. Di vî alî de divê êdî tiştên AKP'ê bikin ti kesî matmayî nehêle. Her cure zilm ji AKP'ê tê. Ew dijminê hemû Kurdên serê xwe natewîne. Di vî alî de divê ti Kurd nebêje ji van zirar nayê. Niha li cem Tayyîp Erdogan ti avakarên AKP'ê nemane. Yek ji avakarê AKP'ê Mîr Dengîr Firat dibêje 'AKP'a niha tu eleqeya wê bi AKP'a dema hat avakirin re tine ye.' Li gorî me ev tespît di cih de ye. Ji xwe misilmanên rast, tenê mirovek jî ne pêkan e vê polîtîkayê qebûl bikin.

Ji bo AKP'a niha tişta girîng desteserkirina derfetên dewletê ye. Yanî AKP ji bo yên ku derfetên madî bi dest xistine wateyeke wê heye. Ji bo yên ku girîngiyê didin nirxên manewî ne partiyeke û ne jî rêveberên xwedî lê derkevin li holê nemaye. Tevî ku Ahmet Davutoglu û Tayyîp Erdogan dem bi dem qala nirxên manewî dikin jî ev tenê ji bo ser berjewendiyên xwe yên madî bigirin demogojiyê dikin.

AKP'a faşîst polîtîkaya xwe ya çewisandina Kurdan li hemû qadan belav kiriye. Tundiya li meclisê meşandin berê plan kiribûn. Ew çawa bikin jî wê difna parlamenteran bifirkînin û îradeya wan bişikînin. Naxwazin Kurdekî xwedî îrade jî bimîne. Ya ew ê bikin hevkarê xwe yan jî îradeya wan bişikînin! Niha bernameya AKP'a faşîst ev e. Divê hemû Kurd di êrîşa li hemberî nûnerên xwe de vê yekê bibînin. Kurdên vê rastiyê nabînin di nav xefletê de ne. Eger îro dest hin Kurdan nadin ew jî ji ber ku dixwazin wan ji bo şikandina îradeya Kurdan bi kar bînin. Eger bigihîjin armanca xwe wê demê wê dora wan jî were. Wê demê ti Kurd ji bela vê faşîzmê nikare xwe rizgar bike.

Divê Kurd vê rastiyê bibînin û li hemberî vê yekê yekitiya xwe ava bikin. Divê ti Kurd nebêje faşîzma AKP'ê dest min nade û xwe ji têkoşînê paşve nekişîne. Ti kes nikare bi tewandina serî, bi rev û tirsê xwe ji vê belayê rizgar bike. Tenê helwesteke di cih de ya li hemberî vê faşîzmê heye ew jî têkoşîna hevpar e. Fêmnekirina têkoşîna li hemberî AKP'ê, dûrketina ji têkoşîna li hemberî AKP'ê ji bo Kurdan tê wateya xefleteke dîrokî. Li hemberî faşîzma AKP'ê li ber xwe nedayîn tê wateya stûyê xwe ji kêrê re dirêjkirinê.

Niha Tevgera Azadiya Kurd li hemberî faşîzma AKP'ê sekne pîroz nîşan dide û têdikoşe. AKP dixwaze her kes serê xwe bitewînin û teslîmî wê bibin. Lê belê li pêşberî xwe hêzeke berxwedêr dîtiye. Eger Tevgera Azadiya Kurd li ber xwe nedabûya ti hezeke ku li hemberî wê bisekine li holê nema bû û wê her kesî bieciqanda. Ji ber ku niha Tevgera Azadiya Kurd li ber xwe dide wê hêzên din ên li hemberî AKP'ê li ber xwe bidin wê derkevin holê. Bi têkoşîna hemû aliyên zirar ji faşîzma AKP'ê dîtine AKP wê têk biçe û deriyê demokratîkbûna Tirkiyeyê heta dawiyê were vekirin. HDP dît ku êrîşên AKP'ê ji bo şikandina îradeyê ye û li hemberî vê êrîşî ketiye nava berxwedana demokratîk. Divê hemû Kurd û hêzên demokrasiyê li hemberî êrîşên şikandina îradeyê, teslîmgirtin li cem HDP'ê bin. Êrîşên li hemberî qadên xwerêveberiyê û yên li Meclîsê, encama heman zîhniyetê ne. Ji ber vê yekê berxwedana her du qadan watedar e. Xwedîderketina li berxwedanên her du qadan û sekna li cem HDP'ê divê wekî têkoşîna li hemberî faşîzma AKP'ê were dîtin û li gorî wê helwesta xwe nîşan bidin."