Bayik: AKP wê şerê li dijî Kurdan bidomîne
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, pêvajoya siyasî ya heyî, rewşa berî û piştî hewldana 15'ê Tîrmehê, tecrîda li ser Ocalan û polîtîkaya AKP'ê ya li hemberî Rojava ji ANF'ê re nirxand.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, pêvajoya siyasî ya heyî, rewşa berî û piştî hewldana 15'ê Tîrmehê, tecrîda li ser Ocalan û polîtîkaya AKP'ê ya li hemberî Rojava ji ANF'ê re nirxand.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, pêvajoya siyasî ya heyî, rewşa berî û piştî hewldana 15'ê Tîrmehê, tecrîda li ser Ocalan û polîtîkaya AKP'ê ya li hemberî Rojava ji ANF'ê re nirxand.
Bayik da xuyakirin, ku dîroka Komara Tirkiyeyê de ya ku rêveçûna bûyerên siyasî diyar dike, pirsgirêka Kurd û têkoşîna gelê Kurd a li ser vê bingehê ye û got, "Ji ber ku dewleta Tirk tevahiya polîtîkayên xwe yên hundir û derve li ser bingeha tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd destnîşan kiriye. Bixwaze nexwaze ev yek jî di polîtîka hundir û derve ya dewleta Tirk de pirsgirêkan dafirîne. Ji xwe polîtîkaya xwe ya derve li ser bingeha dijminatiya li Kurdan daye rûniştandin. Ev jî nîşan dide ku polîtîka derve ji destpêkê ve têkçûyî ye."
Bayik bal kişand ser guhertina li nava rêveberiya AKP'ê û revîzyona li desteya wezîran û diyar kir, ev guhertin bi encamnegirtina ji van polîtîkayên li dijî Kurdan re eleqedar e.
Bayik bibîr xist, AKP'ê di vê demê de gelek kes û derdorên li nava xwe tesfiye kir û got, "Ahmet Davûtoglû yê berî salekê pê tevlî hilbijartinê bû û serokwezîr bû, tesfiye kir. Bêguman ev bûyer hemû bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ve girêdayî ne."
NEÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD DIBE ZEMÎN JI PÊKHATINA DARBEYAN
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di dewama axaftina xwe de ragihand, neçareserkirina pirsgirêka Kurd, ji ber ku aştî û aramiyê nîne Tirkiyeyê û her tim pirsgirêkan derdixîne pêşiya Tirkiyeyê, ev yek dibe sedem ku hin kes di bin avê welat û milet de rabin ser piyan û darbeyê bikin.
Bayik destnîşan kir, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan navê 'mekanîka darbeyê' li vê rewşê kiriye û got, "Girîng e ev rastî ji aliyê hemû rêxistinbûyînên siyasî yên li Tirkiyeyê were dîtin. Li aliyê din, di nava dewletê de kî di polîtîkaya li hemberî Kurdan de ne serketî be, her tim bi darbeyê re rû bi rû dimînin. Ji ber ku stratejî û polîtîkaya bingehîn dewletê ev e. Eciqandin û tinekirina Kurdan. Eger ev nayê bi ser xistin, hingî hin hêz (artêş, polîs an jî hêzeke din) ên xwe dixin şûna dewletê, dest bi darbeyê dikin."
LI TIRKIYEYÊ QANÛNA DESTHILATBÛNÊ, DIJMINATIYA LI KURDAN E
Bayik da xuyakirin, ku li Tirkiyeyê di rewşa heyî de qanûna desthilatbûnê, dijminatiya li Kurdan e û got, "Kî dixwaze bibe desthilatdar, bi rengekî tund û har dijminatiyê li PKK'ê û Rêber Apo dike. Fetûllahî jî yek ji wan bûn ku bi rengekî herî dijwar dijminatî li PKK'ê û Apo dikir. Van jî neçareseriya pirsgirêka Kurd ji bo desthilatbûna xwe weke zemînekê dîtin. Lewma, desthilatdariya AKP'ê jî di nav de gelek hêzan ji ber vê karaktera wan pêşî li van vekirin."
Cemîl Bayik got, dibe ku darbe îro neserketî be, lê belê heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin wê zemîna darbeyê timî hebe û destnîşan kir, kî pirsgirêka Kurd çareser bike, ew ê zemîna darbeyan ji holê rake.
AKP'Ê OLPERESTÎ Û NETEWEPERESTÎ KIR YEK Û HÊZEKE CIVAKÎ YA DIJMINÊ KURDAN Û PIRRENGIYAN AFIRAND
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakiri, ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, îtibara artêşa Tirk şikestiye û artêşa di destnîşankirina rewşa civak û siyaseta Tirkiyeyê de timî bûye xwedî rol, derbeke mezin xwariye, birîndar bûye.
Bayik diyar kir, desthilatdariya AKP'ê bi sûdwergirtina ji darbayê xwest, hêzeke civakî ji xwe re bafirîne û destnîşan kirin, ku bangên her roj ên ji bo daketina gel a li kolanan û daxuyaniyên di vî warî de hatin kirin, hemû ji bo afirandina vê yekê bûn.
Bayik got, "Bi vî awayî, di rewşa civakî ya li Tirkiyeyê de veguherîneke şoven neteweperest afirand. Di nava rewşa dijberiya li darbeyê de olperestî û neteweperestî kir yek û hêzeke civakî ya nû ya dijminatiyê li Kurdan û hemû nasnameyên cuda dike, derxist holê."
Cemîl Bayik da zanîn, ku ev yek ji bo gelên Tirkiyeyê rewşeke gelekî xetere ye û gefeke mezin li hemû nasnameyên etnîkî û baweriyan dixwe.
REWŞA AWARTE LI TIRKIYEYÊ BÊ RAKIRIN JÎ WÊ LI KURDISTANÊ BIDOME
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê bal kişand ser Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeyê hat ragihandin û diyar kir, mirovên bi rola Rewşa Awarte ya di dîrokê de nizanin û nizanin wê di dema pêş de rê li ber çi vekin, ev rewş bi bêdengî pêşwazî kirine.
Bayik got, "Rewşa Awarte ji aliyê esasî ve, li dijî gelê Kurd, ji bo tinekirina Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd hatiye ragihandin. Ji bo vê rastiyê binixumînin, li tevahiya Tirkiyeyê ji bo sê mehan Rewşa Awarte ragihandine. Di nava vê demê de Rewşa Awarte wê li Tirkiyeyê bê rakirin. Lê wê li Kurdistanê dewam bike."
Bayik destnîşan kir, ku bi vê Rewşa Awarte re Rewşa Awarte ya li Kurdistanê wê berfirehtir bibe û hîn bêhtir zext were kirin.
CIVAK BÊ XWEPARASTIN NABE
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê işaret bi girîngiya xweparastinê kir û got, "Xweparastin maf û erka bingehîn a hemû zindiyan e. Hemû ruhber û civak, ji bo karibin bijîn xwe diparêzin. Civakên etnîkî, bawerî û çandî jî hebûnên zindî ne. Ew jî bi xweparastinê dikarin hebûna xwe bidomînin. Ev qanûna bingehîn a xwezayê ye."
Bayik da zanîn, ku dîrokê nîşan daye; dewlet ji bo gelan ti carî nebûye hêzeke xweparastinê, berevajî bûye amûrke mêtîngerî, zext û zordariyê. Bayik ragihand, eger civak dixwazin bi rengekî azad bijîn, neçar in xweparastinê bi rêxistin bikin û got, "Li Rojhilata Navîn, civakên xweparastina xwe nebe, yan tine dibin yan jî neçar dimînin di bin zext û mêtîngeriya hegemonya hin hêzan de bimînin."
Bayik diyar kir, xweparastin beriya her tiştî tê wateya civaka rêxistinbûyî û destnîşan kir, ku pêwîstiya Kurdan, Elewiyan û hêzên din ên mûxalîf bi birêxistinkirina xweparastinê heye.
AKP WÊ ŞERÊ XWE YÊ LI HEMBERÎ KURDAN BIDOMÎNE
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin, ku AKP ji bo xwe ji wê rewşa hejiyayî ya piştî hewldana darbeyê rizgar bike, bi nermî nêzî CHP û MHP'ê dibe û got, "Ji ber ku dizane, eger bi van re li hev neke, dibe ku bikeve nava rewşeke zor û zehmet."
Bayik destnîşan kir, rewşa Kurdan cuda ye û ev tespît kir:
"Desthilatdariya AKP'ê wê li hemberî Kurdan şer bidomîne. Ji ber ku di pirsgirêka Kurd de polîtîkayeke xwe ya çareseriyê nîne. Tevî hemû hewldanên Rêbertî û Tevgera me, AKP'ê di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de ti gav ne avêt. Bi hin nêzîkatiyên mijûlker re hewl da rewşa xwe xurtir bike. Dema ku mîna Mutabaqa Dolmabahaçeyê rewşeke şênber derket pêşiya AKP'ê, hikûmetê û dewletê ji bo gavê bavêje, hingî ev pêvajo red kir. Wateya vê ev e; desthilatdariya AKP'ê ji aliyê zîhniyet û polîtîkayê ve xwedî nêzîkatiyeke çareseriyê ya pirsgirêka Kurd nîne."
NÊZÎKATIYEKE DIJMINANE LI HEMBERÎ RÊBER APO TÊ NÎŞANDAN
Bayik bal kişand ser girîngiya, tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û tevahiya gelê Kurd û anî ziman, hesasiyeta gelê Kurd a li ser vê mijarê wê her tim hebe.
Cemîl Bayik da xuyakirin, ku derket holê darbekar li hemû biryargehan, li hemû qadên leşkerî bi cih bûne, xwedî hêz bûn û destnîşan kir ku di vê rewşa ewçend xetere re bêguman gelê Kurd wê li ser jiyana Ocalan agahiyeke zelal bixwaze.
Bayik got, "Rêya vê yekê daxuyaniyên hikûmetê nînin. Daxuyaniya hikûmetê ya 'tiştek nîne, her tişt baş e' nîne. Heta ku parêzer û malbat bi Rêberî re hevdîtinê nekin û rewşa ewlekarî û tenduristiya Rêbertî zelal nebe, wê gelê Kurd çalakiyên xwe bênavber bidomîne. Ti kes nikare ji gotinên wezîrên desthilatdariya AKP'ê bawer bike. Ji aliyê her kesî ve hatiye dîtin bê desthilatdariya AKP'ê çawa ketiye nava rewşeke bêçare û li ber hilweşînê bû. Li aliyê din, sicîla AKP'ê ya di vê mijarê de ne paqij e. Li pêş çavan e ku derewên çiqasî mezin dike. Serokkomar gotina rojekê bilêv dike, roja din înkar dike. Wezîrên hikûmetê ji xwe hemû derewîn in. Li dijî gelê Kurd bûye hikûmeteke şerê taybet. Kî ji gotinên hikûmeteke şerê taybet dikare bawer bike? Lewma wê ji daxuyaniyên hikûmeta AKP'ê neyê bawer kirin."
Bayik bibîr xist ku ji sala 2011'an û vir ve parêzer, ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve jî malbat û heyeta HDP'ê nikarin bi Ocalan re hevdîtinê bikin û destnîşan kir ku ev nîşan dide, li hemberî Rêberê Gelê Kurd nêzîkatiyeke dijminane tê nîşandan.
GELÊ ME Û TEVGERA ME DI MIJARA RÊBER APO DE GELEKÎ HESAS E
Bayik got, "Ji xwe me gotibû rewşa Rêber Apo ji bo me sedema şer û aştiyê ye. Di mijara nêzîkatiya li Rêber Apo de gelê me gelekî hesas e, tevgera me ya azadiyê gelekî hesas e. Rêber Apo ne kesek e; ew gelek e, tevgerek e, rêxistinek e, dîrokek e." Bayik destnîşan kir, ku gelê Kurd wê di vê oxirê de tê bikoşe û Tevgera Azadiyê jî hesasiyeta pêwîst nîşan bide.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, heta ku Ocalan azad nebe, aramî nayê Tirkiyeyê û da zanîn, ji ber vê yekê ne tenê gelê Kurd divê hemû hêzên demokrasiyê di mijara tenduristî, ewlekarî û azadiya Ocalan de bi hesasiyeteke mezin têbikoşin.
EGER EV MIJAR DI DEMEKE KURT DE NEYÊ ZELALKIRIN, ÇALAKIYÊN EM WÊ CUDATIR BIBIN
Bayik hesasiyeta tevgera azadiyê ya li ser rewşa Ocalan careke din bibîr xist û got, "Eger ev rewş di demeke nêz de zelal nebe, wê hem helwesta wan ehm jî çalakiyên wan êdî cudatir bibin. Ev yek ji aliyê dewleta Tirk û desthilatdariya AKP'ê ve baş tê zanîn."
QADÊN XWERÊVEBERIYÊ JI BO TEVAHIYA KURDISTANÊ LI BER XWE DAN; DIVÊ XWEDÎ LI WAN BÊ DERKETIN
Cemîl Bayik bal kişand ser rewşa qadên xwerêveberiyê Cizîr, Sûr, Şirnex, Nisêbîn û Geverê, ku hatine şewitandin û xerakirin û destnîşan kir, ku van qadên berxwedanê li ser navê tevahiya Kurdistanê li ber xwe dane û girîng e gelemperiya Kurdistanê xwedî li van herêman derkeve.
Bayik bibîr xist, ku tevî hemû zext û zordariyê jî şêniyên van herêman di vegera li cih û warên xwe de israr dikin û got, "Ev yek mafê wan ê bingehîn e. Ti kes nikare li pêşiya vegera wan a li gund û malên wan, bibe asteng."
ÊRÎŞKARIYA DEWLETA TIRK A LI HEMBERÎ ROJAVA WÊ ZÊDETIR BIBE
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da zanîn, ku desthilatdariya AKP'ê piştî hewldana darbeyê demokratîk nebûye û got, "Berevajî; hîn bêhtir antî demokratîk bûye. Hîn bêhtir bûye dijminê Kurdan. Hîn bêhtir bi hêzên faşîst, neteweperest û şovenîst re têkilî xurt kiriye. Bi darbeyê re neteweperestiya şoven hîn bêhtir xurt kirine. Lewma êrîşkariya desthilatdariya AKP'ê, dewleta Tirk a li hemberî Roajvayê Kurdistanê wê kêmtir nebe, berevajî wê zêdetir bibe."
Bayik da zanîn, AKP wê hewl bide bi dijminatiya li Kurdan a li hundir û derve, xwe ji nava pirsgirêkan derxîne û got, "Jê heye, ku eger dijminatiyê li Kurdan bike wê bi hêsanî li Tirkiykeyê bibe desthilatdar. Lewma li her cihî, bi taybetî li Rojava li hemberî gelê Kurd û hêzên rêxistinbûyî û têkoşer ên gelê Kurd, êrîşên xwe bidomîne."