Bavê du şehîdan

Bayê dijwar ê payîzê li lat û zinaran deng vedida. Dengê fîşekan ê ji dûr ve dihat, tevlî dengê ba dibû û mîna dengê pîspîskekê li ber hêviya dilê me dibihurî..

Li her derê şopa şer, li ser her kevir û tehtî bîranîn hene. Di nava hewa sar de em bi komek ji hevalan dimeşin. Bayê dijwar, tevî sermayê rûyê me sor dike. Roj diçe ava, berî ku tarî bibe em hewl didin xwe bigihînin cihê diçin.

Gava stêrk hêdî hêdî şewq didin, em xwe digihînin nuqteyê. Li vî cihî çend hevalên mêr û du milîs hebûn. Piştî ku me yek bi yek silav dan hemûyan, em birin konekî mezin. Li binê vî konî, sobeya ku navê 'Alaattîn' lê kirine, yên li dora xwe bi zorê germ dike. Dema em dikevin binê kon, hevalên li dora sobeyê radibin û ji me re cihekî çêdikin. Me hevalên li wir rûniştî bûn nas dikir. Li herêmên cuda yên têkoşîna şoreşê, me berê hev dîtibûn. Min her du hevalên milîs nas nedikir. Her du jî ji Mexmûrê hatibûn serdana hevalan.

Em tevlî sohbeta hevalan bûn. Hevalên milîs hatin li kêleka me rûniştin. Hewl didan zor û zehmetiyê têkoşînê bi rûkenî ji me re vebêjin. Em meşvanên vê têkoşînê bûn û me xwe feda kiribûn. Wan jî di vê têkoşînê de berdêl da bûn, zarokên xwe, jiyana xwe kiribûn gorî. Yê gelek ji me ji dayik nebûbûn, ew di nava vê têkoşînê de bûn. Her yek ji wan, dîrokeke vê têkoşînê bûn. Her gotineke wan em dibir Botanê, em dibir salên 80'î.

Sohbeta her saetê xweştir dibû û me hê bêhtir hev nas dikir. Milîsê bi navê Erdal ê qama wî kin, porê wî spî bala min kişand. Mîna ku rûyê wî bi min ne xerîb bû. Lê min baş dizanî, ku berê min ew qet nedîtibû. Gelo çima ewqasî dilgerm û mîna nasekî dihat xuyakirin? Min zêde lê temaşe kir, lewma xuyaye bala wî jî kişand. Lewma pirsî 'Heval tiştek bûye?" Min jî jê re got, "Heval li min biborîne, me qet hev nedîtine, lê rûyê te qet bi min ne xerîb e. Lewma min li te dinêrî." Ji nişka ve hêstir ket çavên wî û got, "Kurê min gelekî dişibiya min, dibe ku te şibandibe wî." Navê kurê wî Zîndan bû. Hat bîra min ku min hevalê Zîndan nas dikir. Hevalê Erdal bavê wî bû, ji ber wê yekê ewqasî bala min dikişand.

Di nava sohbetê de em hevalê Zîndan ji nû ve bibîr tînin û mîna ku qet şehîd nebûye, qala wî dikin. Di salên 2008-2009'an de li herêma Behdînanê em bi hevalê Zîndan re man. Hevalekî gelekî fedakar û kedkar bû. Dilsoziya wî ya bi hevrêtiyê re, berê wî da bû Bakur. Li Bakur bi xurtî li ber xwe da bû û di sala 2016'an de li Botanê şehîd ketibû. Dema em qala wî dikin, dikenin. Carna jî wêneyê wî tê pêş çavên min. Di wêkêliyê de hevala bi navê Viyan a li cem min rûniştî rabû ji bo çay bîne. Hevalê Erdal dema lê dinêrî. Dema hevala Viyan çay dadigirt, hevalê Erdal got, 'Gelekî dişibe keça min'. Min hingî fêhm kir ku keça wî jî şehîd bûye. Hevalê Zîndan îsal li Bakur şehîd bû, keça wî Sarîna jî li Şengalê tevlî karwanê şehîdan bû.

Şeva me bi sohbeta li ser hevalên Sarîna û Zîndan derbas bû. Tevahiya şevê, her gava ku hevalê Erdal li hevala Viyan dinêrî, hesreta wî ya li keça xwe, di çavên wî de xuya dikir. Şev dibihurî, lê sohbeta me nediqediya. Balafirên şer di ser me re difiriyan û bombe li herêmê barandibûn. Her ku dengê balafiran dihat, hevalê Erdal hewl dida hevala Viyan bigire paş xwe, ji bo wê biparêze. Me jî li derve temaşe dikir, bê tiştek bi hevalan hatiye yan na. Hevalê Erdal di vê kêliyê de got, "Heval xwe biparêzin. Dema her roj li televîzyonê wêneyên hevalên şehîd tên weşandin, hûn dizanin bê em dikevin çi halî. Dema em wan wêneyan dibînin, her roj agir bi mala me dikeve." Dema me ev gotinên wî bihîst, em hemû hatin li cem wî rûniştin. Ji me re got, "Heval, hûn hevalên min in, lê di heman demê de hûn keç û kurên min in. Zîndanê min jî, Sarîna min jî hûn in. Nehêlin ku ez careke din ji ber windakirina ewladeke/î xwe, bêşim." Van gotinên wî, bombe bêdeng kiribû, tenê birînên hevalên Erdal di dilê me de mabûn. Me hewl dan mîna keça wî, mîna kurê wî jê re hevrêtiyê bikin. Hevala Viyan li rex hevalê Erdal rûnişt û got, "Em ji bo we şer dikin, ji bo we xemgîn nekin, çi ji destê me bê em ê bikin." Hevalê Erdal bersiv da: "Hûn hevrêyên min in, zarokên min in. Xwe biparêzin, ku sibe zarokên me bi berdêlên me dayî, bi dayikên we, bi bavên we bimeşin. Ev şoreş şoreşa me hemûyan e."

Piştî ku balafir çûn, em hemû li cihê xwe bi cih bûn. Di hişê me hemûyan de Zîndan, Sarîna û mirovên berdêl di vê şoreşê de dane, hebû.

Em dengê "Roj baş" ê hevalê Bager em hemû hişyar bûn. Piştî ku me bi hev re taştê xwarin, dem hatibû ku em bi rê bikevin. Piştî ku me xatir ji hemû hevalan xwestin, hevalê Erdal mîna bavekî, mîna hevrêyekî em her sê hembêz kir.

Êdî dema veqetînê hatibû. Me dest bi meşê kir, wî jî ji dûr ve destê xwe li me dihejand.

Nizanim bê em ê di nava têkoşîna şoreşê de careke din hevalê Erdal bibînin yan na, lê belê daxwaza me hemûyan ew e di siberojên azad de rastiyê bi zarok, dayikan û bavan ku hêviya wan e, bidin jiyîn.