Barzanî: Em ê bi belgeyan bersiva Malikî bidin

Barzanî: Em ê bi belgeyan bersiva Malikî bidin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nerazîbûnek tund nîşanî daxuyaniyên dawî yên Serokwezîrê Iraqê Nûrî el Malikî da. Barzanî da diyarkirin ku Serokwezîr Malikî hemû hêrs û kîna di hindurê xwe de bi aşkereyî vala kir û diyar kir ku ew jî neçar dimînin ku bi belgeyan bersiva sucên Malikî bidin.

Rageşiya di navbera Herêma Kurdistanê û rêveberiya Bexdayê de her ku diçe gurrtir dibe. Serokwezîrê di hevpeyvîna dabû kanala NRT’ê de Barzanî destnîşan kiribû û gotibû “Tu dibêjî qey Kurdistan jî ne Iraq e” û ji bo Barzanî gotibû “Ew zilam”. Ev yek jî bû sedema nerazîbûnên Serokatiya Herêma Kurdistanê.

Malilkî diyar kir ku Kerkûk parçeyek ji Iraqê ye û got; “Tu kesek nikare bêje Kerkuk a Kurdan, Ereban an jî Tirkmean ne.” Her wiha, Malikî diyar kir ku Herêma Kurdistanê bûye hêlîna kesên gendeliyê dikin û kesên destê wan di bûyerên terorê d ehene.

Serokatiya Herêma Kurdistnaê bi daxuyaniyek tund bersiv da van daxuyaniyên Malikî û da diyarkirin ku Serokwezîr Malikî hemû hêrs û kîna di hindurê xwe de bi aşkereyî vala kir û diyar kir ku ew jî neçar dimînin ku bi belgeyan bersiva sucên Malikî bidin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Malikî vê carê hemû xirabiyên di nava xwe de derxistine holê û takekesiyê weha lê kiriye ku kesekî din li pêş xwe nabîne, ji ber vê, ev yek me neçar dike ku em hin rastiyan aşkera bikin. Niyeta me nîne em nepeniyan û rêza rûniştinan aşkere bikin, lê belê di baweriya me de gotina rastiyan û gîhandin û derxistina wan rastiyan ji bo raya giştî, yek ji erkên me, ji bo bo vê yekê di demek nêzîk de em ê bersîva wan tawanên Malikî yên li dijî herêmê bidin.”