Barana destpêkê ya zivistanê û gerîla

Bi gotina gerîla Mîlîtan "Erê wele baran gelekî dibare". Mîlîtan ê li Başûrê Kurdistanê ji dayik bû û li wir mezin bû, yekî kêm daxive. Hewl dide bi çavdêriyên xwe, wateyê bide jiyanê.

Li cihê em lê ne, me xwe dane binê holika sê metreyan û em li baranê dinêrin.

Deng ji kesî dernakeve.

Di dilopên baranê temaşe dikin, ku yek bi yek xwe digihînin nava axê.

Her tişt xweş bû. Em û baran...

Haya jê tine bû ku wê piştî saeteke din çi bê serê me. Dengê "Manga dilopan dike" hat bihîstin û ji nişka ve her kes ket hundir. Mixabin mangaya me dilop dikir. Di barana destpêkê de dilopkirina mangayaê cihê xemgîniyê bû.

Piştî ku Ronî got, "Hevalno tiştekî bînin, ku em bidin binî ji bo erd şil nebe", Milîtan sê satilên biçûk anî. Lê ji ber baranê zêde kir, ava diket hundirê mangaya me jî zêde dibû. Satil çareseriyeke demkî bû. Haya me hemûyan ji vê hebû. Di heman demê de me hemûyan dizanîbûn ku divê çi bê kirin.

Tevî barana dijwar jî gerîla derketin derve. Hevalên Zagros, Seyît, Mîlîtan û Ronî, ji bo vî karê nîvco biqedînin, hewl didan.

Ji henekên ciwanan dihat dîtin, ku hez ji vî karî dikirin. Eger dayikên me, em di vê rewşê de bidîtina, wê bigotina 'hûn dîn in'. Ji bo em li cihekî ziwa û germ razên, em hinekî şil dibin.

Baş bû ku baranê kêm kir.

Seyît ê 26 salî, bi kêmbûna baranê re, naylonê ji bo sererastkirinê eyar dike. Lê ji ber sedemeke ku min jê fêhm nekir, dikeniya. Dibe ku naylon ji cihekî şaş birî be, ji ber wê dikene. Lê Seyît gelekî xweş dikene. Her gava dikene, ew çavên wî yên hûrik, hê biçûk dibin. Kenê Seyît rê li ber ba vedike. Welê ji dil û xweş dikene.

Baran ji nû ve dişidîne. Her kes ket binê naylon. Xuya ye Sozda jî ji dijwarbûna baranê matmayî ma ye. Tevî ku Seyît du caran bang lê kir, lê Sozda xwe tevnade. Piştî ku dengê "Heval bikeve binê naylon" bilind bû, Sozda li xwe vedigere û dikeve binê naylon. Sozda yek ji wan ciwanan e ku ciwantiya xwe ya herî bedew dijî.

Piştî ku baran sekinî, me dest bi sererastkirina naylonê kir. lê belê ba nedihişt em naylonê sererast bikin. Piştî tehb û hewldaneke zêde, me naylon raxist.

Piştî ba, baranê dîsa destpê kir. Lê vê carê ne xema kesî bû. Her kes bi karê xwe re dibiliya.

Mîlîtan û Ronî jî bi karekî ku min baş jê fêhm nedikir re biliya bûn.

Ronî yê 19 salî, dilopên baranê yên dibariya ser serê wî, mîna ku li ser rûyê wî bûbû deryayek. Çavên wî yên zeytûnî jî weke du keştî bû di nava vê deryayê de. Baran xweş li rûyê wî dihat. Derya dikeniya.

Tevî ku emrê Ronî ciwan jî bû, gelek tişt dîtibû, jiya bû. Di berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê de xwişka wî ya mezin û birayekî wî tevlî karwanê şehîdan bû bû.

Hevrê Ronî, Mîlîtan, Seyît û hevrêyên din kedeke mezin karê xwe qedandin. Lê baran hê jî dibariya. Xuya ye wê çend rojên din jî bibare. Em bihêlin bila bibare... Mîlîtan, Seyît û Ronî wê di barîna her baranê de bibin mêvanê we...