Banga 'Civîna Bilind a Însanî li Tirkiyeyê lidar nexe' li NY hat kirin
123 rêxistinên ji Başûrê Kurdistanê nameyek ji Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-Moon re şandin û bang lê kirin, ku 1. Civîna Bilind a Însanî ya Cîhanê li Tirkiyeyê lidar nexe.
123 rêxistinên ji Başûrê Kurdistanê nameyek ji Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-Moon re şandin û bang lê kirin, ku 1. Civîna Bilind a Însanî ya Cîhanê li Tirkiyeyê lidar nexe.
123 rêxistinên ji Başûrê Kurdistanê nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-Moon re şandin û bang lê kirin, ku 1. Civîna Bilind a Însanî ya Cîhanê li Tirkiyeyê lidar nexe.
123 rêxistinên ji Başûrê Kurdistanê dan xuyakirin, ku Tirkiye ji bo lidarxistina civîneke bi vî rengî ne cihekî rast e û bang li NY kirin, ku civînê li welatekî din pêk bînin.
Di nameyê de têkoşîn û biryara NY a li dijî krîza însanî hat silavkirin û hat gotin: "Em hêvî dikin ku bi Civîna Bilind a Cihanî ya Alîkariya Însanî rê û çareserî werin peydekirin ji bo vê krîzê. Ev Civîna Bilind wê beriya her tiştî ji bo wan mirovan bibe palpiştiyeke mezin, ew mirovên li Rojhilta Navîn a ku şer ew daye ber xwe û krîza insanî gihiştiye asteke bilind.
Kurdistan halê hazir di nava agirê şerekî desthilatdariyê de ye. Li vê herêmê şerekî mirov zehmet lê serwext bibe û bê hiqûq dimeşe. Em rûbirû ne bi çeteyên DAIŞ'ê ên canî re. Encamên vî şerî bi sedhezaran kuştî, bi milyonan koçberên di nava welatan de, binesaziya texrîb bûyî di tevahiya warên jiyanê de; revandin û esîrkirina jinan, texrîbkirina asarên dîrokî, kurt û Kurmancî rewşeke daîmî ya wiha her heye ku tê de jiyan veguheriye meseleyekê.
Ji me hat ku em li dijî DAIŞ'ê li ber xwe bidin. Hem li Rojava, hem li herêmên Kurd ên li Iraqê bi xêra berxwedana gerîla û hêzên pêşmerge mumkin bû ku ne bi tenê gelê Kurd her wiha Suryaniyên Xiristiyan, Tirkmenên Şîa, Êzîdî, Kakeî, Şebek, Mandeî, Yaresanî û yên din werin parastin û bergiriya wan bê kirin. Kurdistan bi vî awayî veguherî mekanekî ku lê firehbûna erdên DAIŞ'ê lê dikare were rawestandin. Ev hem ji bo me Kurdan, hem ji bo tevahiya herêmê û hem jî ji bo civata navneteweyî girîng e.
Sekreterê Giştî yê hêja,
dema ku em li aliyekî li dijî DAIŞ´ê li ber xwe didin, li aliyê din em bi şîdeteke din a zêde rûbirû dibe, ango bi şîdeta dewleta Tirk re rûbirû ne. Hikûmeta AKP'ê di bin rêveberiya Serokkomarê Tirk Erdogan de destketiyên Kurdan di şerê li dijî DAIŞ'ê de nexasim jî li Rojava ji bo hewldanên xwe yên berfirehkirina erdên xwe weke tehlûkeyekê dibîne. Ev sirrek e ku her kes pê dizane: DAIŞ sînorên Tirkiyeyê ji bo veguheztin û derbasbûnê bi kar tîne. Tevî rexneya xurt a navneteweyî û hişyarkirinan jî Tirkiyeyê siyaseta xwe ya beramber DAIŞ'ê neguherand.
Piştî êrîşên DAIŞ'ê li Parîs û Brukselê Tirkiye dîsa ket ber rexneyên dijwar ên navneteweyî. Li aliyê din şîdeta li dijî sivîlan li herêmên Kurd ên Tirkiyeyê ji hedê xwe bihurî. Deverên şên ên Kurdan rûbirû hatin hiştin bi şîdeteke xurû ya eskerî û polîsî re. Qederê 300 000 Kurd neçar man bibin penaber, ji ber ku gund û bajarên wan hatin texrîbkirin. Bangên ji bo pêvajoya aştiyê yên civaka navneteweyî, li guhên kerr ên Serokkomarê Tirk Erdogan dikevin.
Sekreterê Giştî yê hêja,
em pê bawer in ku siyaseta êrîşkar a Tirkiyeyê krîza li Rojhilata Navîn û nexasim jî li Kurdistanê dijwartir dike. Ji ber vê yekê, em bawer dikin ku Yekemîn Civîna Bilind a Alîkariya Însanî divê ne li welatekî pêk were ku bi siyaseta xwe sebeba van şeran hemûyan û encamên wan e; ew encamên ku Civîna Bilind wê bi wan dakeve.
Serokkomarê Tirk Erdogan û Hikûmeta AKP'ê wê vê Civîna Bilind ji bo rewakirina siyaseta xwe ya dij-demokratîk û eskerî bi kar bînin. Ji ber vê yekê jî em tika dikin ji cenabê te, ku tu nehêlî ev Civîna Bilind a Alîkariya Însanî li Stenbolê/Tirkiyeyê pêk were û cihê wê veguhêzî welatekî din ê guncaw.
Em ê kopiyeke vê nameyê ji serokdewletên welatên endamê NY'yê re jî bişînin."
Saziyên mora xwe danîne binê nameyê:
Kurdocide Watch – CHAK, ASUDA, Rêxistina pêşîgirtina li Şîdeta li hemberî Jinê, Rêxistina Azadî û Aştiyê ya kurdistanê, Weşan û Çapemeniya Awene, Rêxistina Mezinbûn û Pêşveçûnê, DGO, Buroya Ragihandinê ya Jinên Kurd-REPAK, Rêxistina ParastinaMafên Jinan-Rasan, Rêxistina Ronakbîriya Kesyaetan-Nîshan, Însiyatîfa Civaka Sivîl-CSI, Estîtuya Pêşvebirin û Perwerdeyê-Pay, Rêxistina Pêşvebirina Civakî-Azmûn, Weqfa Tenduristiyê ya Kurdistanê-KHF, Rêxistina Jiyana Nû ya Jinên Mexdûrê Enfalê, Rêxistina Afirandina Nêrînên li derveyî Şîdetê-Mor, Yekîtiya Jinên Mûxafazakar a Kurdistanê, Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Serbixwe ya Kurdistanê, Saziya Iraq Al Amal, Nûnertiya Kerkûkê, Civaka Rabûn û Îmarê ya Kurdistanê, Saziya Alîkariyê ya Kurdistanê, Sendîkaya Hiqûqnasan a Kurdistanê Şaxê Kerkûkê, Tora Rêxistinên Civakî yên Sivîl ên Kerkûkê/Network, Navenda Dijberiya Erebkirin û Sirgûnkirinê, Yekîtiya Zanistên Siyasî ya Kurdistanê-K.P.M.S, Rêxistina Farah-KHDA&FOMCHR, Rêxistina Xizmetên Baştir ji bo Kurdistanê-B.S.K., Saziya Penaberan a Kurdistanê-K.R.S., Rêxistina Kreator û Mûcîtan a Kurdistanê, Rêxistina Pêşvebirinê ya Xwendekaran a Kurdistanê, Saziya Avakirina Sivîl a Kerkûkê, Yekîtiya Nivîskarên Kerkûkê, Rêxistina Siberoja Ciwanan, Rêxistina Pêşvebirina Çandî-Mrov Dost/MOCD, Federasyona Penaberan a Iraqê ya Navneteweyî Şaxe Kurdistanê-ÎFÎBK, Rêxistina Welat a Kesk-G.H.O., Rêxistina Ramanê ya Neteweyî ya Kurdistanê-K.N.T.O., Federasyona Ciwanên Demokratîk a Kurdistana Iraqê, Rêxistina Hunera Jinan, Rêxistina Pêşvebirina Şaristaniyê, Rozh-Klûba Atletîk, Navenda Parvekirina Çandî-Rayal, Navenda Ciwanan a Ranya, Rêxistina Pêşvebirina Aboriyê ay Kurdistanê, Rêxistina Kurdistanê ya Kesk Şaxê Helebçeyê, Konseya Heleçeyê, Rêxistina Aştiyê ya Sermayeyê, Rêxistina Keskan a Ewropa-Kurdistan, Keskên Kurdistanê, Rêxistina Pêşvebirina Demokrasiyê ji bo Her kesên li Kurdistanê, Rêxistina Sîwanî ya Yekîtiya Kurd, Akademiya Nêrînên Demokratîk û Siyasî Silêmaniye/Hewlêr/Duhok, Rêxistina Lêkolînên Hiqûqî-Dastor, Navenda Civakî ya Sedsalê, Komeleya Dostaniyê ya Jinê-Jin Dosty, Rêxistina Gayandn, Rêxistian Siberoja Neteweyan, Rêxistina Ciwanên Hemdem-CYO, Tora Lobî ya Kurd/Networ, Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê-RJAK, Estîtuya Lêkolînên hilbijartinê ya Kurd-KIE, Rêxistina Mafên Raya Giştî û Parastina Hawidorê, Komeleya Kurdistan Kesk, Rêxistina Parastina Hawirdorê Garmiyan, Rêxistina Dostên Hawirdorê Garmiyan, Rêxistina Pirsgirêkên Avê-Alwand, Rêxistina Parastina Hawirdorê Baziyan, Rêxistina Hawidorê ya Mînak-Sîdar, Rêxistina Pirsgirêkên Hawirdorê Lalezar, Rêxistina Parastina Hawirdorê Sarkapkan, Rêxistina Parastina Hawirdorê Qendîl/Nawdasht, Rêxistina Parastina Hawirdorê Ranya, Rêxistina Parastina Hawirdorê Qeladize, Rêxistina Parastina Hawirdorê Helebçe, Rêxistina Pirsgirêkên Avê Derbendîkhan, Rêxistina Pêşîgirtina li Çolbûyînê-Zaiyton, Komeleya Parastina Avê-Daryacha, Rêxistina Parastina Hawidor û Mirovan-Aramy, Rêxistina Parastina Hawirdorê Derbendîkhan, Rêxistina Kurdistan a Kesk û Tenduristî, Observation Organization of Misusing politician position – OAPER, Rêxistina Demokratîkkirina Ciwanan-Alînd şaxê Duhok û Mûsilê, Rêxisitna Pêşvebirina Însanî-O.O.H.D., Rêxistina Qirkirinê û Şehîdan-SOMAG, Akademiya Lêkolînan û Çandê ya Badîrkhan, Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê-FWOK, Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, Rêxistina Ronakbîriya Civakî-Kara, Komeleya Xwezayê-Srûsht, Komeleya Bernameya Pêşvebirinê, Rêxistina Ronakbîriyê-Oûsa, Komeleya Sporên bi Lez, Waro-Rêxistina Hunerê, Rêxistina Ciwanên Cotkar, Rêxistina Pêşvebirina Hunerî-Katy Huner, Komeleya Hunerê-Erbîkha, Rêxistina Pêşvebirinê-Dond, Rêxistina Tenduristiyê-Bemar, Rêxistina Mala Çanda Kurd, Rêxistina Pêşveçûnê-Mexek, Rêxistina Zarokan-Samay Papola, Rêxistina Çandiniyê-Sunbul, Rêxistina Zarokan-Shahang, Komeleya Sporê-Shoot, Rêxisitna Jinê Samangul, Rêxistina Pêşvebirina Rêveberan li Enstîtu û Zanîngehê, Federasyona Girtiyên Siyasî li Kurdistanê-FKPP, Navenda Lêkolînê Narîn, Rêxisitna Pêşvebirina Demokratîk û Çandî - Kurd - M.A.D., Rêxistina Karên Neteweyî, Komeleya Dijberên Îdam û Îşkenceyê-ORTE, Rêxistina Pêşvebirina Ciwanan a Yekbûyî, Rêxistina Zanîngeha Eye, Rêxistina Pêşvebirina Endezyariyê, Rêxistina Sor a ji bo Aştiyê-ROP, Rêxistina Çavdêriya Nelirêtiyê di Siyasetê de-OAPER, Komeleya Dostên Hawirdora Paqij-COEF, Komeleya Kurdistanê ya Qirkirin lê nîne-KWG.