Balûken: Zû tecrîdê rakin!
Serokwekîlê Koma HDP’ê Balûken, berxwederên girêva birçîbûnê ya Amedê ziyaret kir û xwest ku tecrîd zû were rakirin.
Serokwekîlê Koma HDP’ê Balûken, berxwederên girêva birçîbûnê ya Amedê ziyaret kir û xwest ku tecrîd zû were rakirin.
Balûken berxwederên girêva birçîbûnê yên Amedê ziyaret kirin. Balukên di ziyaretê de bal kişande ser tecrîda li ser Ocalan û ji hikûmetê xwest ku zû dev ji vê şaşîtiyê biqere û tecrîdê rake..
Balûkên di axaftina xwe de got, ne AKP û ne jî Erdogan bi binpêkirina ev qas hiqûqê, bi tinehesibandina nirxên çandî yê civakê sîstemeke wiha ya tecrîdê nikare pêk bîne. Gelek caran qêriya û got ji bo vê pêk bîne bi hêzên komloya navnetewî re pêdivî pê heye ku hin zemîn werin çêkirin.
Balûken got, ‘’Birêz Ocalan Rêbertiyek wiha ye ku di vê pêvajoyê de ku hewl tê dayin hemû Rojhilata Navîn tê fetisandin, çareseriyên sereke diyar dike, ji bo ku gelên Rojhilata Navîn bikaribe hilmekê bistîne.’’
Balûkên di berdewamiya axaftina xwe de got, divê gelê Kurd li berxwederên girêva birçîbûnê xwedî derbikeve.
‘JI VAN POLÎTÎKAYÊN ŞER BIQERIN’
Balûken got ne bi dilê Kurdan e ku tecrîda li ser Ocalan di vê cejnê jî berdewam bike û got, ‘’Beriya ku bi derengî bikeve ji vê şaşitiyê vegerin. Ti caran me neditiye ku li hemberî berxwedêran kes bi ser ketiye. Ji bo vê jî, ji bo ku Kurd û Tirkan di vê cejnê de, weke cejnê bikaribin bijîn dev ji polîtîkayên şer biqerin.’’