Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken diyar kir ku AKP di 1'ê Mijdarê de serî li hemû hîleyan bide û ew ê bi amedekariyên xwe ve li hemberî dizîtiya îradeyê ya bi jenderme, polîsan ve ya AKP bike rawestin. Balûken destnîşan kir ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu duh ji Amediyan derseke dîrokî wergirtiye û nirxandina "Em bi artêşa dizan ve rû bi rû ne. Divê gelê me li dijî vê yekê bihistiyar be" kir.
Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê êdî saet mane, HDP bi taybetî jî li dijî hemû pêkûtiyên AKP û dewletê kampanyaya hilbijartinê dimeşîne. Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken ewlehiya hilbijartinan û mîtînga ku duh Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Amedê pêk anî nirxand.
Balûken anî ziman ku wan wekî partî ji bo ewlehiya hilbijartinan û xwedîderketina sindoqan hemû amadekariyên xwe kiriye û wiha axivî: "Ez dixwazim vê yekê ji gelê me re bibêjim; wê pêşberî me partiyeke siyasî nebe, li Kurdistanê pêşbirka hilbijartinê di navbera 2 partiyên siyasî de derbas nabe. wê di navbera partiya gel a HDP û partiya dewletê AKP'ê de derbas bibe." Balûken bilêv kir ku AKP wê di 1'ê Mijdarê de serî li hemû hîleyan bide û bi jenderme, polîs û hemû derfetên dewletê ve hewl bide îradeya gel bidize. Balûken got ku wê dizîtiya AKP'ê amadekariyên HDP'ê asteng bike û xwest ku hemû kesên ku dengên xwe bikar tînin heta dawî xwedî li sindoqan derkevin û neterikînin.
Balûken wiha axivî: "Li hemberî diziya dengan a ku bê kirin bila hilbijêrên me serî li cihên pêwîst bibin em dikarin hîleyên hilbijartinan bi gelê xwe re asteng bikin. Wekî hilbijartinên 7'ê Hezîranê heta ku Navenda Giştî ya HDP'ê bi awayekî fermî encaman aşkera bike bisekinin nekevin rehawetê."
'AMEDIYAN DERSA DÎROKÎ DAN'
Balûken hatina Davutoglu ya li Amedê jî nirxand û got ku Davutoglu ji Amediyan dersa dîrokî wergirtiye. Baluken ê ku mîtînga Davutoglu ya Amedê wekî "fiyasko nirxand" ev tişt anî ziman: "Davutoglu bersiva polîtîkayên qetlîamê ya piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê xiste dewreyê, dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan a li Rojava bi awayekî zelal dît. Zêdetirî gel polîs û tîmên taybet hebûn. Ew tablo bi xwe jî rewya Davutoglu ketiyê nîşan dide. Bêyî artêşa parêzvanan nikarin bên Kurdistanê hatin vê rewşê. Dema mîtîng li dar dixe hate rewşa ku 2-3 hezar kesan nikare bibîne."
Baluken got ku Amedî wê peyama duyemîn jî di 1'ê Mijdarê de bidin Davutoglu û kesên ku dixwazin li Kurdistanê rewşa AKP tê de ye bîbine bila dîmenên mîtînga duh binêrin.
Baluken herî dawî got ku divê gel xwedî li sindoqan derkevin bi dengek dikare zilmê bi dawî bike û nirxandina "Em bi artêşa dizan ve rû bi rû ne. Bila gelê me li hemberî vê yekê bihistiyar bin û dizan vala derxin."