Balefirên şer yên artêşa Tirk herêma Behdînan ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.
Li gorî agahiyên hatine girtin, balefirên şer yên ji 2’mîn Balefirgeha Leşkerî ya Amedê rabûn herêma Behdînan ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Bombebarana herêma Metînan ya girêdayî Behdînanê 45 deqîqeyan dom kir.
Balefirên şer yên artêşa Tirk li esîmanên Zapê jî hatin dîtin, di derbarê ka herêm bombebaran kiriye yan na agahî nehate girtin.